Luqman GULDIVÊ
Girê Moza ne dûrî Amûdê, di navbera Qamişlo û Amûdê de ye. Girekî ku heta ne ji mêj, xelkê bi goristana li ser û kêlên goran dinasî; di salên 1980´yî de vî girî hêdî hêdî sirr û raza xwe kişf dikir. Lê qederê deh salan di navê re bihurîn, heta ku derket holê di bin Girê Mozan de bajarê ku yek ji navendên Hûriyan bû, Urkêş/Orkêş heye. Ez behsa doh û pêr nakim, pirraniya tiştên li vî bajarê paytext îşaret bi salên di navbera 2350 ta 2100 beriya mîladê dikin.
Heta îro jî bi temamî dever nehatiye kolan. Cihê ku tê texmînkirin qesra melik be û cihê ku diyar e perestgeheke mezin e, qismî hatine kolan. Pêrar min ew dever dît. Li cihê kolanê, tenûreke bêhtirî çar hezar salî jî hebû. Hîna xweliya wê di navê de bû. Ji ber ku ser wê weke adetê nehatibû girtin, û ji ber ku qismî hatibû kolan, hem xweliya tenûrê û hem jî axa aliyê wê yê kolayî, diherifîn.
Avahiyên ji kevirên mezin ên ku diyar e ji Bagokan hatibûn birrîn, xwe çêtir girtibûn. Lê evên axî! Wan xwe li ber demê di bin axê de xwe girtibû, lê niha ba, baran û çûnûhatina xelkê, ji wan re eziyet e. Berhemên heta 2011´an li girî hatin dîtin, birin muzeya Dêrazorê ku DAIŞ´ê talan û texrîb kir.
Gava Havîna pêrar ez li wir, rojnamevaneke ciwan a ji ANHA´yê ji berpirsê deverê pirsî, ka çima tenûr bi taybetî nayê parastin. Berpirsê ku demeke kurt agahî dan heyeta ez pê re jî, xwe qeherand. Got, "Em nikarin her tenûrê biparêzin." Ji mirov we ye, Orkêş û Kurdistan tije tenûrên 4-5 hezar salî ne. Xelk û alem hingê li Ewropayê di serdemên destpêka neolîtîkê de bûn. Dîsa jî kuçikekê yan jî cihê kuçikekê dibînin, wê di cih de diparêzin. Yan li cihê cih, yan jî li muzeyekê.
Lê diyar e, "tenûrên me" û girên me pirr in. Çaxê pirr be jî mirov bi qedr û qîmetê wan nizane, heta ku tine dike. Belesebeb behsa tinekirinê jî nakim li vir. Hûn nizanibin, ez bibêjim. Li wê perestgeha li Orkêş, cihek heye ku weke pêlikên mezin li xuya dikin. Gava ku mirov bi wan hildikişe, mirov digihîje bilindahiyeke weke serê girî. Axir li gorî mohr, berhem û belgeyên li wir û li deverên din hatine dîtin, ev pêlik weke pêlikên hilkişîna ber bi beheştê ve hatine dîtin.
Beheşteke ku bi pêlikên perestgehekê hatiye terîfkirin. Dibe ku ev alegoriyek be. Hûrî berevajî şaristaniyên beriya xwe yên Sûmerî û Akadî, ji çiyê bûn. Wan modeleke alternatîf ji sîstema împerial a Akadî re çêkir. Ne dewamîbûn û firehbûna erdê, lê desthilateke xwe disipart komekê - em besît bikin û bibêjin, komeke etnîk. Wan li deştên nêzî çiya potansiyela heyî gihand asta herî jor a mumkin û pê re jî karîn bi rehetî çavkaniyên ji çiyayan bi kar bînin.
Min behsa kevirên qesrê kiribû li jor, ha ew kevir ji bagokan, qederê 15 kîlometroyan dûrî girê Moza hatine birrîn. Mazî û berûyên wan çiyayan jî wan karî li gorî sîstemên împeryal ên beriya xwe rehettir bi kar bînin. Belkî mirov dikare navê sîstemeke nermtir a emperyal li wan bike, lê eşkere bi giraniyek û çandeke diyar a koma Hûriyan bi xwe.
Ev di heman demê de berxwedaneke li dijî berfirehbûna êrîşkar a împeryal a Akadiyan jî bû. Yekane bajarê mezin ê deşta li temamê herêmên li Başûr û Rojavayê Kurdistana îro ya ku Naram-Sîn (xweda-melikê Akadiyan di navbera 2254-2218 de) nekarî dagir bike, Orkêş bi xwe bû. Miletên Naîrî, Kasîtî û Mîtanî jî ji heman çand û rêûresma dewleta alternatîf in li dijî împeretoriya êrişkar a Akadî.
Axa li ser Orkêş a Girê Mozan ew diparast, lê her wiha ew dikir ziyaretek jî. Lê niha ku ziyaret bê qîmet dibe û bermahiyên Orkêşê jî neyên parastin, ma çawa tine nebe ew tenûr, xweliya wê, avahiyên li dora wê, qesra melik û pêlikên ber bi beheştê ve. Xwedîlêderketin esasê avakirina nasnameyan e. Ev xwedîlêderketin dikare madî yan jî manewî be. Nemîne, nasname jî û civaka ew nasname çêkirî jî namînin, tine dibin. Ez jî ji ber êşa tinebûnê bi vê meseleya tenûra 4 hezar salî ya li Orkêşê daketim.
25.01.2021, Yenî Ozgur Polîtîka
***
Têbinî: Foto temsîlî hatiye bikaranîn.