Diyarname
Televîzyonkarê navdar ê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Larry King ku piştî sê hefteyên li nexweşxaneyê îro wefat kir. King ê 87 salî par felc bûbû, li nexweşxaneyê dihat dermankirin.
Hat ragihandin ku ji ber vîrusa koronayê King li Los Angelesê rakirine nexweşxaneyê û vê sibê li wir miriye.
Larry King kî ye?
Larry King roja 19'ê sermaweza1933'yan li DYA'yê hatiye dinê. King li Miani wekî DJ û nûçegîhanê sporê dest bi kar kiribû. Di dawiya salên 1970'yî de bi navê "Mutual Broadcasting System" talk showek asz dime, di sala 1985'an de Ted Turner wî digire CNN'ê navdarbûna wî belav dike.
Wî bernameya "Larry King Live" amade û pêşkêş kir. Wî tam 25 salan di CNN'ê de kar kir. Her çiqas hinan rexneyên "Ligel navdaran zêde jidil tevdigere" li wî kirin jî ew ji ya xwe nehat xwarê.
Larry King di jiyana xwe de carek xelata Emm, du caran a Peabody û 10 caran jî Xelata Cable ACE girt. King di sala 2010'an de ji CNN'ê veqetiya û ligel Russia Today (RT) li hev kir û li wir dest bi amadekirina bernameyan kir.
Di jiyara xwe de wî ligel rêberên dinyayê, nivîskar, zanyar, komedyen, sporkar, navdarên din, bi hezaran kesî re hevpeyvîn kir.