Li Rojava Pêþbaziya Helbestan li dar dikeve
Diyarname
HRRK (Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê) 1'emîn Pêþbaziya Helbesta Kurdî ya Ciwanan li dar dixe. Yên beþdar bibin divê temenê wan di navbera 18-30'î de be.
HRRK bi alîkarî û sponsoriya Komeleya Janê Xelef a Þêrxwaziyê li Îngilistanê pêþbaziyê li dar dixe. Berhema ku bibe yekemîn bi 500, ya duyemîn bi 300 û ya sêyemîn jÎ dê bi 200 dolarî bê xelatkirin. Yên bixwazin beþdar bibin divê heta 1'ê adara 2021'ê berhemên xwe biþînin ber destên amadekarên pêþbaziyê. Encamên pêþbaziyê dê roja 29'ê adara 2021'ê bêne eþkere kirin.
Li gor daxuyaniya HRRK'ê þermên beþdariya pêþbaziyê bi vî rengî ne:
1- Pêþbirk ji bo jin û mêran e û tenê bi zimanê Kurdî ye.
2- Kesê ku beþdarî pêþbirkê bibe pêwist e li Rojava yan jî li Sûryayê be.
3- Pêwist e temenê kesê beþdar ji 18`an ne kêmtir û ne jî ji 30`an zêdetir be.
4- Pêwist e helbesta ku beþdarî pêþbirkê bibe li tu deveran nehatibe belavkirin û beþdarî tu pêþbirkan nebûbe.
5- Pêwist e helbesta beþdarî pêþbirkê bibe ji DEH (10) malikan ne kêmtir û ji PÊNCÎ (50) malikan ne zêdetir be.
6- Pêwist e helbesta beþdar berî 1ê Avdara 2021ê bigihêje destê HRRKê.
7- Ji mafê HRRKê ye ku helbestên xelatgirtî di malper û kovarên xwe de biweþîne.
8- Di 29ê Avdara 2021ê de(ROJA JIDAYIKBÛNA JANÊ XELEF), dê HRRKê, navên xelatwergiran li navenda xwe ragihîne û
KESÊ KU DI BEÞDARBÛNÊ DE MERCÊN JORÎN PÊK NEYINE, BERHEMA WÎ/WÊ DI CIH DE PAÞGUH DIBE Û BEÞDARÎ PÊÞBIRKÊ NABE..
PÊVEKÊN PÊWÎST:
– Kurtejiyan, navnîþan, jimarên telefonan, WhatsApp û Ê.mail.
– Pêwist e yê/ya helbestvan kexezekê binivîsîne û tê de eþkere bike ku helbesta þandiye pêþbirkê ya wî/wê ye û li tu deveran nehatiye belav kirin û beþdarî tu pêþbirkan nebûye..
– Pêwist e yê/ya beþdar sûretê nasnameya xwe bi helbestê re biþîne.
HELBESTÊN XWE, KURTEJIYAN Û PÊVEKÊN PÊWIST BIÞÎNIN VÊ NAVNÎÞANÊ:
helbest1@rojava.net
YAN JÎ RADESTÎ NAVENDA HRRKê YA QAMIÞLOYÊ BIKIN.
NAVNÎÞAN: QAMIÞLO. TAXA SIYAHÎ. DIBISTANA MIHEMED SELÎM XELEF. AVAHIYA EHNEFÊ GEMO.
TELEFONA ERDÊ: (052) 425 134
MOBILE Û WHATSAPP: +963 (0) 954 770 104
helbest1@rojava.net
www.rojava.net