Cemil OGUZ
Çi eleqeya piling û aştiyê bi hev re heye? Çawa bi hatina piling dikare aştî jî were nava welat? Tiştek wisa mimkûn e? Li gor Mihemed Sidîq “erê, mimkûn e.”
Em qala belgefîlmê bi navê "Siddik and The Panther" (Sidîq û Piling) dikin. Derhêner Rêber Dosky bi ser çîroka Mihemed Sidîq re belgefîlm kişandiye û pêşkêş kiriye.
Mihemed Sidîq xwendina xwe li ser nebatan kiriye, li ser sewalên kovî dixebite, ji xwezayê hez dike, parêzvenekî xwezayê ye û 25 salan in ku çiya bi çiya digere û ketiye dû dîtina pilingî. Li gor baweriya wî. "piling bê dê aştî jî bê welatê me".
ŞER HAT PILING ÇÛ
Ew dibêje bavê wî li van çiyayan piling dîtiye ku qala 40-50 sal berê dike. Piştî ku şer çêbûye êdî piling jî çûne. Ger rojek piling bê van çiyayan dê aştî û aramî jî bê.
Belgefîlm ketiye dû çîroka Sidîq ku çîrokek gelek balkêş e. Em carinan wî dibînin tifingê nêçîrvan jê digire û nahêle ew bera sewalên kovî bidin, carina dide dû nêçîrvanan û wan diqewirîne; carinan ji kesên daran dibirin re dibêje, "hûnê ji ev darên we birîne carek sûde bigirin, lê ew li cihê xwe bimînin dê gelek sûdeyên wan bo we hebe" û dersê dide wan, dide temaşevanan û dide her kesî.
KARESAT HATIN SER ME
Erê mesele ketina dû piling lê axir piling êdî dibe sembolek, dibe rêyek û ew rê temaşevanan dibe gelek cihan, waran, dibe nav kêliyên dîrokî, dibe ser fikra neteweyekî. Sidiq temaşevanan dibe salên 1970-75'an, têkoşîna di navbera pêşmergeyên kurd û Sedamê xwînxwar... Her dîrokê, tiştên dibîne, tiştê tê bîrê not digire, dîrokek lêdike. Wisa dibêje, "Bavê min pilingek ciwan dît. Karesat hatin ser me û welatê me. Piling jî nehiştin. Sotandin, xira kirin, gundên me sotin, kaniyên me jehrî kirin, kal û pîr û zarokên me binax kirin..."
Bi vî awayî ew kîteyên biçûk lê dîrokî pêşkêş dike. Dûre dîsa gotinê tîne ser pilingê ku ev 25 sal in her li ser rêça wî ye, her li bendê ye ku were nav vî çiyayî: "Piling parçeyek welatê min e. Piling ji bo min hêviyek mezin e, nîşanek jiyanê ye. Piling rihê çiyayê me ye. Ger we ew dît xwe xwar bike, çong bide, xwe berxwar bike, ew bi te tiştekî nake."
XELATA BELGEFÎLMÊ HERÎ SERKETÎ
Derhêner Dosky di sala 1975’an de li Duhokê hatiye dinê. Heta niha bi navê "Radyo Kobanî" (2016), "The Sniper of Kobanî" (2015), "Meryem" (2017) belgefîlm kişandine û herî dawî di sala 2019’an de ev “Sidîq û Piling” ku 82 deqîqeyî ye kişandiye. Dosky bi vî belgefîlmî di yek ji festîvalên mezin ên belgefîlman IDFA'yê de par Xelata Belgefîlmî Herî Serketî girt.
Û wekî destpêka vê nivîsê dîsa pirsek: Niha çima me ev anî rojevê? Ji ber ku belgefîlm niha li Tirkiyeyê, li Îzmîrê mêvanê 11'emîn Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan e ku ev tê vê maneyê ku yekemîn car li Tirkiyeyê derdikeve pêşberî temaşevanan. Rojên belgefîlman ji ber vîrusa koronayê îsal online li dar dikeve û yên bixwazin heta 17’ê mehê dikarin li vî belgefîlmî û belgefilmên din temaşe bikin. Ger dema we hebe hûn jî miheqeq temaşe bikin.
Em van gotinên Mihemed Sidîq jî pêşkêşî we bikin û berê we bidin temaşekirina belgefîlmî: “Ger piling hat ev çiyayên me dê aştî bê û ev çiyayên me dê bibin national park. Emê li dinyayê van çiyayan bidin nasîn.”
Navnîşan: https://tihvbelgeselfilm.org
***
Nûçeya Eleqedar:
- 'Rojên Belgefîlman a Mafên Mirovan' amade ye