Diyarname
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo li herêmê yekemîn û tekane "Pirtûkxaneya Mafên Mirovan" ava bike dest bi xebatan kir.
Di vê xebatê de armanc ew e ku li ser qada mafên mirovan xebatên ku hatine kirin bînin ba hev, eleqeya li hemberî van xebatan zêde bike û van xebatan ragihîne meraqxwirên vê qadê.
Duyemîn armanc jî ew e ku pirtûk, kovar, broÅŸur, afîÅŸ û belgeyên din ên li ser mafên mirovan ku bela wela ne bînin ba hev arÅŸîveke mafên mirovan çêbikin.
Ji bo vê yekê ÎHD'a Amedê ku ji sala 1988'an ve xebata xwe didomîne di vê xebatê de ji kesên eleqedar, ji kesên ku berhem, belge di destê wan de hene alîkariyê dixwaze.
Sekreterê Åžaxa ÎHD'a Amedê M. Raci Bilici li ser vê yekê wisa got: "Ji bo Pirtûkxaneya Mafên Mirovan em li benda alîkariya we ne. Ji her çavkaniyê bi ÅŸandina du sê pirtûkan hûnê bikin ku li herêma me li hemberî binpêkirina mafên mirovan hiÅŸyariyeke derkeve holê."
Ji bo kesên eleqedar:
İHD - AMed
NavnîÅŸan: ALİ EMİRİ 1. SOK. YILMAZ 2004 APT. KAT:1 NO:3
YENİŞEHİR / DİYARBAKIR
diyarbakir@ihd.org.tr
04122233033
***
Bi ÅŸertê nîÅŸandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîÅŸandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.