Hevpeyvîn: Çiya Mazî
Selmet Güler kurdekî wênekêş e û ji Mêrdînê ye. Ew li gelek deverên dinyayê ji alî wênehezan ve tê nasîn. Lê li nava kurdan pirsek e. Min xwest hinekî vê pirsê bibersivînim. Selmet, di sala 1965’an de li gundê Newala Bûnisra li Hopê ku bi ser Nisêbînê ve ye hatiye dinyayê. Em bi vê hevpeyvîna wî ketin nava dîrok û erdnîgariya ku ji kurdan re mîrate maye û me gelek wêne derbasî nivîsê kirin.
Birêz Selmet GULER, ev demek dirêj e ku ez, wêneyên te dibînim di kovar, rojname û pêşengehan de. Gelo Selmet Gulerê Wênekêş, dê çawa xwe bi me bide naskirin aniha? Wênekeşî, ji bo çi? Çi hûn kişand vê qadê?
Ez dikarim bêjim ez mirovekî fotografkêş im. Tiştinan ez kişandim nava vê hunerê, ji xwe. Serê pêşî ji bo tiştên veşarî yên ku her kesî nikaribû wan bibîne. Paşê xweşkarî û hêzbûna wan tiştên veşarî yên ku di nava qerkeşûnên demê de hatibûn jibîrkirin û nedikarîbûn xwe bidin nasîn. Lê min tu caran ji bo xweşkariya fotoxrafekî bi tenê, pê li dengleşora mekîna xwe nekir. Helbet bi tena serê xwe jî tiştin jê pir balkêş in. Hin jê mijar wan balkêş dike, hinek jê jî ronî, yanê lîstika roniyê yan jî xweza wan balkêş dike. Dîsa jî ez neketim xefka wan û ez li pey fotoxrafekî negeriyam. Behtirîn ez li pey mijaran geriyam. Çêdibe ku fotoxrafek bi tene serê xwe jî pir tiştan bêje. Lê tu fotoxraf ne wekî mijarê dikare bi berfirehî pir tiştan vebêje.
Perwerdehiya we çawa çêbû ji bo wêneyan?
Xwe bi xwe, min xwe perwerdeyî kêşandina fotoxrafvan kir. Ne ku fersend hebû û ez neçûm ciyên ku mirov lê perwerde dibe. Pêşî min pir dixwest. Lê paşê ku ez xwe bi xwe fêrî kêşandina fotoxrafvan bûm, min got baş bû ku min fersend nedî ku ez herim. Çinkî perwerdahiya hunerê mîna dareke bi şax û per ku tu çiqilên wê bibire, mirovan dixe bejnekê û di yek çeviyê de dihêlê ku mirov li hunerê binêre. Belkî bi hin kesan ecêb were lê ez nebawer im ku kes bi perwerdahiyê bûbe hunermend û bibin hunermend. Tenê kesê ku hunermendî di nava wî de hebe dibêjim dibe hunermend.
Di nava hunera kurd de cihek, parek ji wêneyan re heye an na? Kurd çawa li wênekêşiyê dinêrin? Rûmeta vê cure hunerê çiqas heye di nava kurdan de?
Xwaziya hebûya, lê mixabin. Ji bo ku nizanin, hunerên din jî baş pêk naynin. Eger Şanogerekî zanibûya bi fotoxrafê, wê şanogeriya wî çêtir bûya... Çinkî wê ronî, qadraj, çarçova û leptên xweyî di çerçeveyê de çêtir pêk anîbûya. Ji bo ku fotoxraf bingeha sînemayê ye, sînemagerekî ku ji fotoxrafvan fam bike wê baştir sînemayê pêk bîne. Peykertraş, wê baştir peykeriyê pêk bîne. Çinkî ji bo ku peykerî ji sedî sed li ser karê portre pêk tê. Bila şaş neyê famkirin, ez qala wan kesên ku fotoxrafan datînin pêşberî xwe û dibêjin “em wênan çêdikin” nakim. Ji xwe li gorî min karê ku bi vî awayî tê kirin, ji karê kopya pê ve ne tiştekî din e. Çinkî huner divê ji bîra baweriyê, ji kûr-xefokên xeyalan ku pirên caran hunermend bi xwe jî nizane bê li ku derê rastî wan tê û divê zanebûna wî pêk bê.
Ji bo tiştê ku li jor hatin jimartin bingeha wan bi wezn û fasal, bi reng û roniyê re girêdayî ye. Divê li dîmenên baş binêrin û çima baş in bizanibin. Çêdibe ku her kes dîmenên baş û nebaş ji hev derxe û wan ji hev binase. Dema mirov li fotoxrafekî nêrî ya girîng, divê mirov xwediyê zanîstiyekê be, zanîstiyeke ku mirov bêje, “gelo çima dîmennîgara wî fotoxrafî baş e an nebaş e, yan çilo baş dibe û çawa baş nabe?”
Mixabin di nava kurdan de kesên ku ji fotoxrafan fam dikin pir kêm in. Loma mirov nikare bêje kurd ji fotoxraf û hunera fotoxrafê hez dikin. Çinkî dema kesek ji tiştekî fam neke, yan tiştekî nenase, mirov nikare bêje, ew kes hez ji wî tiştî dike. Eger bi awayekî jî hez bike û qedr bidinê mirov dikare bêje, hezkirineke ezber an jî derewîn e. Yan jî qedrekî ne ji dil e. Tiştên ezber, derewîn û ne ji dil, kesî û kesan nagihênin tu deran.
Ji bo ku ev mijar baş bê famkirin, ji ber ku, ji bo min pir gîrîng e ez ê mînakekê bidim. Di festîvala 2008 ya Qoserê de pêşengeha min ya bi navê “Sê qêrînên heftrengî” ya ku ne tenê fotoxraf, ya ku êş û kulên jinên êzîdî, filehê suryanî û koçeran, bi zimanekî wêjeyî pê ve hatibû pençekirin û ya fotoxrafvan Husemettin Bahçe bi navê “Êzîdî ” hebû. Mirov hatin û lê nêrîn. Lê ne tenê mirovan, ew kesên ku digotin û hêj jî dibêjin; “Êzîdî bingeha me ne, koçer jiyana me ya borî ye, yanê em bi xwe ne û file êşên dil û fêtiya rûyê me ne” Nêrîn û nedîtin. Xwendin û fam nekirin. Ji loma kesî negot, “hûn kî ne û ev tiştên ku we kişandine çi ne?” û di tu rojname û televîzyonan de bi gel re nehate parvekirin. Ji bo ku şaş neyê famkirin, divê ez vê jî vebêjim; ne ku nedîtina kesan û nefamkirina wan ji nehêjayiya fotoxrafan bû. Hevalê min brêz Husamettîn, sê salên xwe dabû vê pêşengaha ku em behsa wê dikin û me bi hev re çêkir, bi dehên caran rihê xwe xistibû kefa mista xwe û berê xwe dabû Şingalê û Geliyê Laleşê, heta ku ev pêşengeh pêk anîbû. Û dema ku li Stenbolê vekiribû kesên di nava van tiştan de ew bi tiliyan nîşanî hev kiribûn. Min jî pênc salên xwe dabûyê, heta ku min ev pêşengeh pêk anîbû. Ya min jî ne ji ber nehêjabûnê bû, dibêjim. Çinkî pêşengeheke welê bû ku mirovên biyan û dewletê, ji min lave kiribûn û xwe dabûn ber mesrafa min û ya pêşengehê, ji bo ku ez wê bibim li New Yorkê di pêşengeha Yekîtiya Netewan de wê vekim. Lê ji bo hin tiştên ji min re û ji doza min re bi min ne rast hatibûn, min gotibû “na”.
Erê… bi rastî gelek balkêş e tiştê hûn dibêjin. Ji xwe wêneyên ku di pêşengehên we de bi giştî xuya dibin; jiyana êzîdiyan, ya sûryaniyan û piranî jî ya koçeran. Ez bi rêzê bipirsim çima êzîdî?
Dema bi tesedufî ez çûm gundekî êzîdiyan hindikbûna zarok û pirbûna kalên êzîdî bala min kişandibû. Piştî çend çûyîn û hatinên min, min fam kir ku di demeke nêz de wê êzîdî, lê bi rastî ne êzîdî tenê ola wan û kevneşopiyên wan ku em kurd dibêjin “kevneşopiyên bav û kalên me ne” wê di vê xakê de bi dawî bibe. Çinkî her bi vê ve diçû. Eger keç bûya bi bûkanî, eger xort bûya bi zavatî, berê xwe didan dewletên Ewropî û hew vedigeriyan. Yên kal jî berê wan her ber bi gorê bû. Vê pir bandor li ser min kir û ez pir êşandim. Her bi vê çû êşa min zêde bû. Çinkî sal bi sal hejmara gundê ku ez li ser dixebitîm kêm dibû. Loma roj bi roj girîngiya xebata min ya li ser gundê êzîdiyan, bi min gîrîngtir dibû. Çinkî dema xort û qîzên wan dibûn bûk an zava, an jî kalên wan dimirin û bi tenê fotoxrafên wan di destê min de diman, min bêtir famdikir ku ez ne tenê fotoxrafên wan, ez belgeyên ku wê di pêşerojê de bi tena serê xwe bi awayekî sêwî di destê min de, di destê me de bimînim dikişînim.
Lê filehên Sûryanî?
Dema Ez çûm nava filehên sûryanî, yên Torê û min berê nîskoka lensa xwe da çavên wan û min fotoxrafên wan kişand û ez hayî melûliya çavên extiyarên wan bûm, min famkir ku ez ne wan, lê ez dewsxencera kalên xwe dikêşim. Piştî van hêsan loma min nedikaribû wan nekişînim.
Û Koçer…?
Erê… û koçer: Nevbera hebûn û tunebûnê, navbera îro û sibê. Koçer, jiyaneke çiyayî, jiyaneke ku em kurd tev dikarin xwe di mirêka jiyana wan de bibînin û xwe binasin. Lê mixabin koçer û jiyana koçerî ber bi bajaran de ye êdî. Rastî êş û derdekî du alî ye jiyana koçerî. Dema mirov diçê nik wan û di bin konên wan de rûdine, mirov dixwaze ku jiyana koçerî her û her bidome. Lê gava çavên mirov li zarokên wan ên ku li serên çiyan ji her tiştê vî zemanî bêpar in, dikeve, mirov li gotina xwe poşman dibe. Lê ne poşmaniyeke ku mirov tê venegere. Poşmaniyeke ku serê kêliyekê mirov dibe û tîne.
Ji bo wêneyên wan hûn dibêjin; “ez gelek rojan di nava wan de mam û çûm û hatim” bi vê çûn û hatinê û mayîna li nava wan, we zimanê kurdî çawa hîs kir zimanê wan resen e an ew jî hatine pişavtin?
Ji sedî sed mirov dikare bêje, berî niha bi sed salî, bav û kalên me çawa diaxivîn îro jî kesên koçer wiha diaxivin. Çendî ku li serên çiya bin jî, êdî îro malbata ku zarokên wan neçin dibistanê ez dikarim bêjim nîn in. Çendî ku wan derfet nebe ku zarokên xwe hemûyan bişînin dibistanan jî, ji malê zaroyek an jî du zarok diçin dibistanê. Û ya herî girîng ji bêderfetî tevayê malbatên koçer zarokên xwe dişînin dibistanên leyliyê (yatilî). Pêşeroja wan dê çawa be mirov nizane. Lê dema mirov dûr mêzîne û kûr bifikire mirov ê tiştinan bibîne û fam bike.
Di wêneyên koçeran de, tevgera kurdîtiya berê jî xuya dibe. Mînak dema ku behsa dîrokê tê kirin koçer têne bîra mirov. Ev jiyana wan çiqas bandor li te kir?
Ne ya koçeran tenê ya êzîdî, filehan jî pir bandor li min kir û ez dikarim bêjim bandora wan ya li ser min, ya ku her yekî ji hêlekê ve tamek da rihê fotoxrafkêşiya min, ez anîm vê qadê.
Ji alî derûnî de we koçer çawa dîtin, dilxweş in an na?
Ji me yên binecîhî dilxweştir in û ji me bêtir girêdayî xwezayê û jiyanê ne. Lê êdî ew jî hin bi hin nêzî bajaran dibin.
Di heman demê de hûn wênekêşekî National Geograpic in jî. Ev jî we digihîne dinyayê. Îjar ev yek, wê ji bo pêşeroja kurdan û Mezopotamya bibe sûdeyek çawa?
Dema mirov bi tiştê mezin û têgihiştî re dixebite, çarçoveya dîtina mirov ya dinê kûr û mezin dibe. Mirov dikare ji bo pêşerojê kûr û dûr bifikire. Ew dîtin çavbal û destdirêj dibe bi qedr û qîmet dibe. Lê ne bi tenê. Çinkî dem ne dema bi tenêbûnê ye. Di şert û mercên îro de mirov bi tena serê xwe nedikare tiştekî bike. Çinkî dem dema kolektîfiyê ye, pirdengiyê ye êdî. Loma ji bo ku em bigihîjin gelên dinê, divê em pir bibin û pirdeng bibin. Di nava kurdan de huner û hunermendîtî kêm e, yên hene jî nayê zanîn. Ez nabêjim hemû, lê nîvê hunermendên kurd ji bo ku bên nasîn xwe didin ber siya gunê xelkê. Ez nabêjim mafdar in, lê rastiyek jî heye, gelê kurd stêrikên asîmanê xwe nabînin, lê belê eynî stêrk ku bi ger û fetlên dinê re derbasî asîmanê biyaniyan dibe hê nû li cem wan bi qedr û qîmet dibe. Lê bila bê zanîn ku stêrên asîmanê xelkê nikarin di tariya şevan de rêberiya karwanê gelên xwe bikin û wan ji kort û reşikên şevan xelas bikin. Çendî pir ronîbin jî roniya wan têrî birêvebira karwanê wan neke.
Wekî tê zanîn hûn bi kurdî çîrokan jî dinivîsin. Çîroka we çiqasî bandorê ji wêneyê digire?
Ne ku ez kurteçîrokan dinivîsim, fotoxraf, kurteçîrokên xwe bi min didin nivîsîn. Eger ne ji fotoxrafan bûya ez

bawerim ku minê nikaribûya tu kurteçîrok binivîsanda. Çinkî dema mirov dest avêt nivîsa kurteçîrokan an jî romanê, divê pêşî mirov tiştê ku li ser nivîsê baş zanibe. Çand, ol, mijar û herêma ku tu li ser binivîse, divê tu di nav de jiyabî ku tu karibî bi zanistî binivîsî. Ya herî gîrîng divê tiştê ku tu li ser binivîse tu pê êşiyabî. Loma di vê hêlê de ez xwe nejêhatî, lê bi xêra fotoxrafkêşiyê xwe bi şens dibînim.
We heta niha çend peşêngeh vekirin?
Rastî hejmara vekirina pêşengehan ji min re ne giring e. Û xweziya yên ku heya niha min vekirine jî min venekiriba. Çinkî hejmara wan ji bo hunermendekî ne tê weta qelîteyê. Yekî ku bi sedan pêşengehên wî vebûbin çêdibe ku ne hunermendekî baş be. Ji hunermendekî re ne hejmara pêşengehan e, behtirîn ji vê yekê pêşengehên wî li ku dêrê hatine vekirin e, dibêjim.
Xebatên we di vî warî de wê çawa bidomin? Hûn albuman difikirin gelo, derfetên we hene an na?
Bi rastî kesên hunermed, ne di destên xwe de ne. Ji ber ku dema mirov dest bi hunerê dike ne ji dilxwazî ye, ev aqilê mirov e dibêjim. Ji aqil bêhtir siya rihê nava mirov e. Loma birêvebirina hunera mirov pirên caran ne di destê mirov de ye, lê di meyla rihê mirov de ye. Helbet derfet û lihevhatin, ne tiştekî hindik in. Lê bi tena serên xwe ne tiştekin jî.
Ji bo ku kes, tiştên ku min kirine binasin, helbet wekî her kesî ez jî li ser albumên fotoxrafan difikirim. Çinkî fotoxraf wekî dibêjin ne ew kêliya bi tenê ye. Heger wisa bûya, dê min ê çawa dewsxencerên bavpîrên xwe, di reşikên çavên jinên sûryanî de binasiya? Min ê çima dabûya dûv kevneşopiyên jinên êzîdî û roja Cejna Batizmî, li ber êvarê, dema ku bi hêdî hêdî reş dikeve erdê, li ber ronahiya qandîlan fotoxrafên wan bikişanda? Û minê çima giyanê xwe bikira destê xwe û newal bi newal, çiya bi çiya li pey koçeran bigeriyama? Çinkî li gorî min di wê kêliyê de demên çûyî û yên nehatî veşartî ne. Loma dixwazim fotoxrafên xwe bi kesan parvekim, da ku tiştên ku min kişandine, yan tiştên ku wan xwe bi min dane kişandin, di bîraninên gelê kurd de cî bigirin û bigihêjin encamên xwe.
Belê gelê kurd… gelo çiqasî haya we ji wênavanê perçeyên din yên welatên kurdan heye? Têkiliyên we çawa ne, di mijara wêneyan de?
Mixabin tune ye. Û ev kêmasiyek e. Lê kêmasiyeke dualî ye. Yek jê ya hunermend e, ya din jî ya sazî û tevgerên kurd e dibêjim.
Ev hevpeyvîn di hejmara 51'ê (Tîrmeh-Gelawêj 2011) ya TÎROJ'ê de jî hatiye weşandin