Diyarname
Malperên Rûdaw, Nûkurd, Yuksekova haber û ên din nûçeyên şaş diweşînin, xwendevanan şaş agahdar dikin. Vaye mînaka dawî:
Pêşî ew nûçe (Bi kurtahî):
"Dadgeh dixwaze 2120 sal ceza bide şaredarên kurdan
Der barê 98 şaredarên DTP'a hate girtin û 8 endamên Meclisa Giştî ya Bajaran de bi hinceta beşdarî daxuyaniyekê bûne û bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" û "Li gel ku ne endamên rêxistinê ne, lê li ser navê rêxistinê sûc kirine" doz hate vekirin. Dozgeriyê ji 98 bo şaredar û 8 endamen meclisê bi giştî 2120 sal cezayê girtîgehê xwest.
Dozgeriya Komarê ya Amedê îdîanameya der barê wan de amade kir. Dozgeriyê bi hinceta ku 98 şaredar û 8 endamên meclisa bajaran di 4'ê kanûna 2009'an de têkildarî şert û mêrcen Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxwuyanî dane û di daxuyainyê de "Propaganda rêxistkinê kirine doz vekir. Dozgeriyê, bi îdîaya "Propagandaya rexistinê kirine" û "Li gel ne endamên rêxistinê ne, li ser navê rêxistinê sûc kirine" doz vekir. Di derheqe 106 hilbijêran de ji bo her kesekî 20 sal bi tevahî 2120 sal ceza hate xwestin.
Di nava 106 şaredar û endamên meclîsa giştî ya bajar de Sorekê Şaredariya Mezin a Amedê Osman Baydemîr, Serokê Şaredariya Elêhê Nejdet Atalay, Serokê Şaredariya Selîm Sadak, Serokê Şaredariya Bekir Kaya, Serokê Şaredariya Zulkuf Karatekîn, Serokê Şaredariya Abdullah Demîrbaş, Serokê Şaredariya Yuksel Baran û Serokê Şaredariya Mehmet Selîm Kurbanoglu henê. Rûniştina 106 kesan rojên peşî de li Dadgeha Cezayên Giran a bi Rayeya Taybet bê dîtin."
(Hin malperan dirêjahiya nûçeyê weşandiye)
Em niha werin ser meseleyê roja 03.08.2011'an de ajansa tirkan AA'yê ev nûçe weşand. Bi vê rê re wekî min got di serî de Rûdaw, Nûkurd, Yuksekova haber û hinên din ev nûçe girt weşand. Kesî negot ka çawa dibe, DTP'ya ku tuneye, niha çawa ev nûçe dibe?
Ew nefikirîn em wan bidin fikirandin.
Rojnamegerek dema nûçeyeke, agahiyeke bê ber dest divê ji agahiyê/nûçeyê bikeve şikê rast e yan na? Rast be aliyên wê yên kêm hene yan na? Objektîf e yan na? Lê rojnamegerên kurdan maşelan dane dû çapemeniya tirkî, diçin û diçin.
Di nûçeya weşandin de gelek nakokî hene û vane ew nakokî:
- Nûçe dibêje: "Şaredarên DTP'ê di 4'ê kanûna 2009'an..." Di wê dîrokê de DTP jixwe tune bû, BDP hebû.
- DTP dema hebû 98 şaredarên wê tunebûn, tenê 54 şaredarên wê hebûn.
- "Şaredarên DTP'ê yên wekî Nejdet Atalay, Bekir Kaya û hwd." jixwe di dema DTP'ê de ne şaredar bûn, di dema BDP'ê de, di 2009'an de hatin hilbijartin.
- "Daxuyanî di 4'ê kanuna 2009'an hatiye xwendin", em niha binêrin bi ser vê re 18 meh derbas bûne, dozger çawa hê nû dozê vedike? Ez ne hiqûqnas im lê bi qasî ez dizanim piştî daxuyaniyekê dozger heta şeş mehan doz veneke, êdî venake. Ji aliyê din ve em binêrin: Dozgerên ku li dû her peyveke şaredaran in çawa di cih de dozê venaken, piştî 18 mehan vedikin?
Belê di nûçeyekê de ew qas nakokî bes in. Mixabin rojnamegerên me wekî gelek nûçeyên din bêyî bikevin şikê ketine dû çapemeniya tirkî û nûçeya ku ne rast e ji wan girtine û weşandine.
Vê gavê jî em agahiya rast bidin malperên me kurdan û xwendevanên wan:
Belê di 04.12.2009'an de şaredarên kurd li ser avahiya BDP'a Amedê de daxuyaniyeke dan. Lê ew ne şaredarên DTP'ê, yên BDP'ê bûn. Piştî bûyerê dozgeriyê bi lezgînî der barê wan de lêpirsîn da dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de mînak Şaredarê Wanê Bekir Kaya çû (8 adar 2010) îfade da dozgeriyê û lêpirsîn betal bû. Ger malperên me dixwazin ji bilî Kaya şaredarên din çi kir, vê jî bila ew lêbikolin.
Weşanên kurdan çima tiştek wisa dikin ez nizanim... Çima edîtoriyeke baş li cem wan nîn e, bila xwendekar bipirsin. AA çima tiştek wisa dike bila wê jî edîtorên malperên me bifikirin.
Belê weşanên bi kurdî rewşa wan ev e. Herhal bi vî rengî "bi ser dikevin"...