Amed
Dadgeha Asliye Hiqûqa Amedê daxwaza dozger ku dixwest Goç-Dera Amedê bê girtin red kir.
Goç-Der li ser kurdên ku ji cih û warên xwe koç kirine dixebite, alîkariya wan dike. Di serî de li Amedê û bajarên kurdan ên din, bi dehan bajarên kurdan û Tirkiyeyê şaxên Goç-Derê hene.
Dozger ji ber xebatên wê yên siyasî xwest Goç-Der bê girtin. Doza girtina Goç-Derê îro li Amedê, li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê li dar ket. Di danişîna dozê de Serokê Komeleyê Dursun Ozdogan û rêveberên komeleyê Mehmet Çiçekçi û Yuksel Burtakal amade bûn. Dozger îdîa kir kur Goç-Der 'derketiye derveyî armancên xwe' û careke din xwest ku komele bê girtin. Dadger daxwaza dozger red kir û dawî li dozê anî.