Diyarname
Ji ber axaftineke wê ya di Newrozê de 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê du sal cezaya hepsê li mebûsa serbixwe Aysel Tugluk birî.
Tugluk li Gevera Culemêrgê di Newrozê de axaftineke kiribû. Li ser vê doz hatibû vekirin û niha doz bi encam bû. Dadgehê 2 sal ceza li Tugluk birî.
Mebûsa Wanê Aysel Tugluk ku li Enqereyê biryara dadgehê nirxand wisa got: "Min wekî siyasetmedarek fikrên xwe anî ziman. Axaftina min dibe ku ji bo hinan rast be, ji bo hinan ne rast be. Lê ev yek tê wê wateyê ku dadgeh çiqas bûye siyasî. Divê mirov vê yekê ji serokwezîr bipirse."