Stenbol
Serokê PSK'ê yê berê, helbestvan û nivîskar Kemal Burkay piştî zêdeyî 30 salan îro vegeriya Tirkiyeyê.
Burkay ku li Swêdê dijî îro vegeriya Tirkiyeyê. Komek endamên HAK-PAR'ê li balafirgeha Stenbolê çû pêşî Burkay. Burkay berî Derbeya 12'yê Rezberê, di adara 1980'ê de, di 41 saliya xwe de ji Tirkiyeyê veqetiya bû, 74 saliya xwe de vegeriya Tirkiyeyê.
Di nav kesên ku pêşwazî li Burkay kirin Cîgirê Waliyê Stenblê Ahmet Aydin, keça Burkay Bêrîvan Kaya, xwarziya wî Seher Dilovan û endamên Hak-Parê hebûn