Diyarname
Li Gevera Culemêrgê 3 ciwanan ji bo piştgiriya girtiyên siyasî kampanyaya berhevkirina pirtûkan da dest pê kirin.
Kampanya bi diruşma "Em ji bo hevalên xwe yên bedenê wan girtî Lê fikrên wan azad pirtûkan berhev dikin" hate dest pê kirin.
Sê ciwanên bi navê Saffet Akin, Navdenk Turgut û Velat Bor ku kampanya dane dest pê kirin li Zagros Îş Merkeziya li ser Kolana Cengiz Topel stand vekirin. Ciwanên ku ji serê sibê heta êvarê li ber standê li bendê ne ku xelk pirtûkan bînin bidin wan, li ser kampanyayê jî agahî didin gel.
Ew li ser kampanyayê wisa dibêjin: "10 hezar girtî û yên ceza xwarî hene. Ji bo wan me hedef daye ber xwe ku bi hezaran pirtûkan berhev bikin. Em her cure pirtûkî digirin û dixwazin gel piştgirî bidin."
Ew dibêjin ku armanca wan ew e ku pêdiviya pirtûkan a girtina çareser bikin.