Diyarname
BDP ji ber biryara YSK'ê meclis boykot kir û neçû meclisê lê ji ber ku kom ava kir dê endamekî bide Komîsyona Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK).
Piştî hilbijartina Serokê Meclîsê di endambûna RTUK’ê de kontenjanên partiyên siyasî diyar bû. Biryar hat girtin ku piştî BDP koma xwe çê kir, dê mafê endamtiyeke RTUK’ê derbasî kontejana BDP’ê bibe.
Berî ku meclis bikeve betlaneyê di Civata Giştî de, di RTUK’ê de ji bo endamiya 3 kesan dê hilbijartin pêk bên. Ji ber ji endamiya RTUK’ê re ji kontejana AKP’ê re 2, ji ya CHP’ê re 1, ji ya BDP’ê re 1 ket; ji hilbijartina endamtiya RTUK’ê ev partiyên dê navê endamên ku tayî bikin ragihînin Serokê Meclîsê.
Ger sond neyê xwarin di hilbijartinên RTUK’ê de BDP û CHP ji bo namzedên diyarkirî dê nikaribûn dengên xwe bi kar bînin. Her wiha endamên RTUK’ê yên CHP û BDP’ê dê bi dengên AKP û MHP’ê bên hilbijartin.
BDP'Ê BANGÎ RTUK’Ê KIRIBÛ
BDP, par (sala borî) digel rêzefîlma ‘Kûrtlar Vadîsî’ (Geliyê Guran) 4 rêzefîlmên ser televîzyonê tên weşandin, bi dijberiya gelê Kurd tawanbar kiribû û ji bo rêzefîlmê bangî RTUK’ê kiribû ku peywira xwe bi cih bînin.
BDP’ê diyar kiribû ku rêzefîlmên bi navê ‘Sakarya Firat’, ‘Olumsuz Kahramanlar’ (Lehengên Nemir), ‘Tek Turkiye’ û ‘Kurtlar Vadîsî’ (Geliyê Guran) zerarê dide çanda biratiyê û bi vê hincetê di RTUK’ê de giliyê van rêzefîlman kiribû.
Gazî nûnerên koma CHP û BDP'ê nekir
Di vê navberê de Lijneya Şêwirmendî ya TBMM'ê (Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê) bi banga Serokê Meclisê Cemil Çiçek li hev dicive. Gazî nûnerên AKP'ê û MHP'ê kirin lê gazî nûnerên CHP û BDP'ê nekirin.
Di vê civînê de dê biryar bêne girtin ku Dîwara Serokatiya TBMM'ê ji çend kesan pêk bê û serê her partiyê çend endam ji bo vê dîwanê dikevin.