Klîba Hefteyê: Pesna Evînê
Diyarname
Hunermend Mem Ararat ev demek e ji ser tora civakî re mîzginiya xebata nû belav dike. Hezkiriyên wî li bendê bûn. Û îro strana "Pesna Evînê" belav kir. Gotinên stranên aîdê Mem Ararat bi xwe û aranjeya wê Mem Ararat û Azad Yilmaz kiriye.
Stran ji ber tora civakî re hat weþandin. Em vê stranê wekî wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêþkêþî we dikin.
Pêþî gotinên stranê û paþê fermo guhdarîkirin:
PESNA EVîNÊ
Kî ji ku bê û bi ku ve here
Li bexçeyê te dicive
Kanîya jiyanê evîn
Rûyê kulîlka gêlazê
Ji xeybaneyan dizê
Tova jiyanê evîn
Helbesta kevir û daran
Xêz dibe li diyaran
Þên dike erd û ezman
Hubra yezdan e evîn
Þên dike der û dorê
Sêhra dara hinarê
Ken didize ji biharê
Stêrka giyan e evîn
Rêyeke bi histirî
Bi kêfxweþî xwîn dibe
Hem dikene û hem digirî
Coþa hêsran e evîn
Gefa li rûyê mirinê
Dibe ken û rûdinê
Sor û zer dike dinyayê
Pifa Xwedan e evîn
Gotin û Muzîk : Mem Ararat
Fermo:
PESNÊ EVÎNÊ