Diyarname
Endamê Meclisa Ruhanî ya Êzîdiyan Baba Şêx îro li Hewlerê li nexweşxaneyê wefat kir.
Rêberê olî yê Civaka Êzîdî Baba Şêx ku navê wî yê temam Xirto Hacî Îsmaîl bû di 87 saliya xwe de îro wefat kir. Baba Şêx çendek berê dema nexweş ketibû li Duhokê rakiribûn nexweşxaneyê paşê ew biribûn Hewlêrê, lê nikarîn baş bikin û îro xatir xwest.
Barzanî: Ew niştimanperwer bû
Piştî wefata Baba Şêx, Mesûd Barzanî peyama sersaxiyê weşand. Barzanî got ku ew kesayetiyekî niştimanperwer ê kurdê êzîdî bû.