Diyarname
Ji sînemaya dinyayê fîlmên xelatgir li Festîvala Fîlman a Enqereyê têne nîşandayîn. Di festîvalên wekî Berlîn, San Sebastian, Stockholmê fîlmên ku serketine yekemîn car li Tirkiyeyê dê bêne nişandayîn.
31’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê îsal di navbera 3-11’ê rezberê de li Salona Sînemayê ya Buyulu Fener a li Kizilaya Enqereyê li dar dikeve.
Di festîvalê de beşa fîlmên biyanî gelek fîlmên balkêş pêşkêş dike. Ji komedî, anîmasyon, avangartê neqandinek ji 6 fîlman di vê beşê de tê nîşandayîn. Fîlmên derhênerên hoste yên wekî Ulrike Ottinger, Christian Petzold, fîlmên derhênerên ciwan jî di nav de ne.
Di vê beşa nave “Ji Sînemaya Dinyayê: Ji Festîvalan” nav lê kirine de ev film cih digirin:
- Bunuel Kaplumbagalarin Labirenti’nde / Buguel en el laberinto de las tortugas / Bunuel in the Labyrinth of the Turtles / Derhêner Salvador Simo
Spanya-Hollanda-Almanya, 2018
- Gasmann / Derhêner Arne Korner
Almanya, 2019
- Paris Calligrammes / Derhêner Ulrike Ottinger
Almanya-Fransa 2020
- Ruzgâri Eken / Semina il vento / Sow the Wind / Derhêner Danilo Caputo
2020, İtalya-Fransa-Yunanistan
- Seçmeler / Das Vorspiel / The Audition / DerHêner Ina Weisse
Almanya-Fransa, 2019
- Undine / Derhêner Christian Petzold
Almanya-Fransa, 2020
Ji bilê vê di beşa “Sînemay Dinyayê: Ji bo bîranînê” de du fîlm hene. Yek jê yê Federico Fellini “I Vitelloni” (1953), yê din jî fîlmê Eric Rohmer ê bi navê “Claire's Knee” ye ku dê bêne nîşandayîn.
Festîvala Fîlman a Enqereyê divê meha pûşperê de li dar biketa lê ji ber vîrusa koronayê bi paş ve xistin. Niha dê li dar bikeve. Li salonê dê li rewşa sedî 50 valahiyê, yanê ji bo tevdirên koronayê dê bixebitin û wisa fîlman nîşan bidin. Bilêtên fîlman 28’ê vê mehê têne firotin. Ji ser biletinial.com û gîşeyên Sînemaya Buyulu Fener bilêt têne firotin.