Diyarname
'Hesretdefter'a Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêr, a ku cilda pêşîn a Hemû Berhema wî ye, ya ku ji sê cildan pêk tê, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.
Em îro xwendevanên ziman û wêjeya kurdî bihêlin, heke em ji helbestkar û nivîskarên kurd bi xwe pirs bikin, wê ji van kêm kes bizanibin bê Fêrîkê Ûsiv kî ye, di sedsala bûrî de, di nava temenê xwe yê şêst û sê salan de wî çi nivîsiye û çi afirandiye. Ev hal û hewal li dû encamên dîrokî, polîtîk, erdnîgariyî û neteweyeke dabeş bûyî hatiye, helbestkar û wergêrekî ji kurdên êzidî yên Qefqasan, yekî mîna Fêrîkê Ûsiv ê ew qasî berhemdar û helbestkarekî bê hevta, heta niha ji aliyê welatê me gişî ve nehatiye naskirin. Ji ber ku, gava ku mirov çav didêre 'Hesretdefter'a Fêrîkê Ûsiv, mirov hişmiraz li bedewiya berhemên wî dinihêre. Ev risteyên Fêrîkê Ûsiv bi dest xwe re xwendevanê xwe dikişîne nava xwe û bi me dide zanîn ku Ûsiv helbestkarekî serdema xwe ye, gerdûnî ye û ew qasî jî ji çavaniyên zimanê kurdî bi lemelem tê:
Hezkirî tê bi lewzê xweş,
Tûmê sêfîl karrêz dike,
Û dihele bengiyê serxweş,
mirina xwe hembêz dike.
Fêrîkê Ûsivê tebiyetbêj, helbestkarê çar werzan, çiyayan, belekiyên berfan, beyaniyên di pengbûna xwe de mişt bizav û êvarên hênik û zozanan û deştan, ba, baran, berf û bagerê, yê hemderd bi ewran re û hevriyê Pûşkîn, Yesenîn û Lermontovê mezin. Wî bê hesab risteyên evîn û berxwedanê, hezkirina ji welêt nivîsîne û dengekî nemir li pey xwe hiştiye.
Weşanxaneya Lîsê, ji bo ku hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv çap bike û diyarî hemû welêt bike, Cilda I., Hesretdefter, Hemû Berhem weşand.
Ji Weşanxaneya Lîsê, bi edîtoriya Kawa Nemir, pêngaveke mezin di warê vejandina berhemên helbestkar û wergêrekî wekî Fêrîkê Ûsiv.
Fêrikê Ûsiv kî ye?
Helbestvan gorbihuşt Fêrikê Ûsiv, di sala 1934'an de ji gundê Emançayîrê hatiye dinê. helbestên Ûsiv di rojnameya Riya Teze û hin kovarên din de belav dibin. Ûsiv di Radyoya Yêrîwanê de jî dixebite.
Ûsiv ku heta niha gelek pirtûkên wî yên helbestan hatibûn çapkirin di 1997'an de jiyana xwe ji dest da û cenazeya wî li berpala Çiyayî dibûrî hate definkirin.
Hesretdefter, Hemû Berhem / Fêrîkê Ûsiv / Amadekar: Firîda Hecî Cewarî / Helbest / 496 rûpel, Gulan 2011
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
Nûçeyên eleqedar:
- Ji Weşanên Lîs pirtûkên roman, çîrok û lêkolînî yên nû
- Ji B. Bereh 'Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re'
- Çîroknûs Sîdar jîr vê carê “Dozdeh Çirk” derxist
- Fûara Pirtûkan a Amedê deriyê xwe vedike