Diyarname
Nivîskar Altan Tan dîroka Tor Beririyê bi navê “Turabidin’den Berriyê’ye Aşîretler, Dinler, Diller, Kültürler” (Ji Tûrabidîn heta Berriyê Dîn, Ziman, Çand û Êl) nivîsand û pirtûk ji Weşanên Nûbiharê derket.
Altan Tan rewşenbîrekî kurd e. Wî heta niha çend pirtûk nivîsandine û niha jî ji Amedê berendamê serbixwe ye. Tan ku bi helwesta xwe derdikeve pêş bi pirtûkên xwe jî bale dikişîne. Tan vê carê dest avêt beşeke ji dîrokê û ew nivîsand.
Tan li herêmeke fireh ev xebat kiriye û lêkolîneke berfireh pêşkêş kirine. Sînorê vê xebatê, ji rojavayê Çemê Dîcle heta Qoserê, heta Binxetê. Ji aliyê rojhilat ve jî dirêjî heta Hezexa Şirnexê dibe û li Cizîrê diqede. Ji aliyê bakur ve jî digihê heta Bismila Diyarbakirê. Bi vî awayî navendên ku xebat li serê hatiye danîn û demografiya wan hatiye vekolîn, bi piranî bajarên Mêrdîn û Batmanê ne. Lewra herêma Torê di navbera van her du bajaran de ye û Berrî jî dikeve aliyê Mêrdînê tenê. Digel vê, qismekî bajarê Diyarbekirê wekî navçeya Bismilê û li Şirnexê jî navçeya Hezexê digire nav xwe.
Ev xebata ku li ser dîrok û taybetmendiyên gund, eşîret, ziman, bawerî, malbatên xuyayî yên bi taybetî navçeyên wekî Kercews, Midyad, Kerboran, Stewr, Mahsert, Qoser, Nisêbîn û Heskîfê hatiye kirin, di warê xwe de yekem e.
Ev vekolîna Altan Tan ku hatiye weşandin, li ser ziman, çand û eşîretên ku mensûbê bîr û baweriyên cihêreng in û li vê herêmê dijîn yeko yeko disekine û wan tehlîl dike. Destpêka vê xebata ku tenê vekolîna qadekê ji xwe re bingeh girtiye, hetanî salên 90î diçe. Nivîskarê wê li herêmê gund bi gund geriyaye, bi kesên li herêmê têne naskirin û yên herêmê baş nas dikin bi sedan caran hevdîtin pêk anîne. Ji xeynî vê qeydên serdema Osmanî û arşîvên nifûsê hatine raçavkirin. Dîsa beşên gelek kitêb û belgeyên biyanî yên ku bi mijarê ve têkildar li ser kitêbê hatine zêdekirin. Agahiyên bi zimanên suryanî, erebî, tirkî, îngilîzî, almanî û frensî di ber çav re hatine derbaskirin.
Di pirtûkê de ji çend aliyan ve mirov dikare nexşeya herêmê bibîne
“Turabidin’den Berriyê’ye Aşîretler, Dinler, Diller, Kültürler” / Altan Tan / Weşanên Nûbihar /
608 Rûpel