RANYA
Di xwepêÅŸandana vê êvarê ku li navçeya Ranyayê pêkhat û alozî derket de, nûçegihanê kanala Gelî Kurdistan yê bi navê Huner Resul jiyana mir.
Vê êvarê li navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperîn, xwepêÅŸandanek li dijî hikumetê hate lidarxistin. Di dema xwepêÅŸandanê de di navbera xwepêÅŸander û hêzên ewlehiyê de alozî derket.
Nûçegîhanê kanala Gelî Kurdistan ê bi navê Huner Resûl ku nûçe diÅŸopand li erdê ket û mir. Sekreterê Åžaxa Silêmanî ya Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Karwan Enwer, li ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir ku Huner Resûl di dema ÅŸopandina çalakiyê de ji ber qrîza dil miriye.
Lê hinek çavkaniyên ne fermî diyarkirin ku di dema aloziyê de kevirek li singa Huner ketiye û ji ber wê jiyana xwe ji destdaye.
Têkildarî bûyerê jî heya niha polîsên Raperînê tu daxuyaniyek belav nekirine.
Ji Rojnewsê hatiye girtin