Diyarname
Hunermend Îbrahîm Tatlises ku AKP'ê ew wekî berendamê mebûsiyê nîşan wî jî ji bo serbixwe bikeve meclisê serî li lineya hilbijartinê da. Parêzerê Tatlises ji bo li Rihayê seri li lijneya hilbijartinê da.
Hunermend Tatlises ku piştî êrîşa çekdarî niha li Almanyayê tê dermankirin ji bo bibe mebûs serî li AK Partî dabû. AK Partî ew berendam nîşan neda. Li ser vê yekê parêzerê Talsise Ahmet Turkmen ji bo berendamtiya serbixwe li ser navê Tatlises serî li Lijneya Hilbijartinê ya Rihayê da.
Turkmen wisa got: "Li ser navê Îbrahîm beg di kêliya dawî de me serî lêda. Ew piştî dermankirina xwe temam bike dê were Rihayê û xebata hilbijartinê bike."


