Diyarname
4 salên meclisê temam bûn û ji bo heta piştî hilbijartina 12'yê pûşpera 2011'an meclis hate girtin. Di van 4 salên ku BDP (berî vê bi navê DTP'ê) di meclisê de bû gelek xelat kirin.
Di vê dema ku meclis hat girtin de me karneya BDP'ê ya xebatê ya li meclisê derxist. Vane ji wê karneyê hin not:
- Di 4 salan de (ji 1'ê rezbera 2007'an heta 7'ê avrêla 2011'ar) BDP'ê bi giştî 155 caran kûrsiya axaftinê ya mecsila bikar anî.
- BDP'ê bi giştî 1489 pirsiyarname wekî nivîskî/yan devkî dan meclisê.
- BDP'ê li ser demokratîkbûn, mafên mirovan, dadwerî, perwerdehî, tenduristî, hawir, aborî, jiyana xebatê, çandê pirsiyarname dan meclisê
- Di nav pirsiyarnameyan de mijarên li ser mafên mirovan, îhlalên li ser jiyana mirovan, şîdeta li ser jinê, pirsgirêkên li girtîgehan, jiyana xebatê zêdetir derketin pêş.
- Di vê demê de 267 pêşniyarname hatin dayîn. Pêşniyarnameyên ku mebûsên BDP'ê dan li ser van xalan bûn: Avakirina komîsyona heqîqetan bê avakirin, çareserkirina pirsgirêka kurd, qedexeya li ser mafê zimanê zikmakî, kuştinên kiryar nediyar-komkujî, întîxarên lexkeran, Derbeya 12'yê Rezberê, bûyerên lînckirinê, azadiya çapemeniyê, girtîgeh, bikaranîna hêzek mezin ji aliyê rayedarên dewletê ve, nelirêtî, GAP, pirsgirêkê hawirê-HES, feqîrî, perwerdehî-tenduristî, pirsgirêkên jinan, ciwanan, pirsgirêkên sewalvanî, asta germa global, sedemên betaliyê, koça mecbûrî, qezayên trafîkê, qezayên li medenan pêk tên, astengiyên li pêşberî rêxistiniya sendîkayan, pirsgirêkên karkerên demsalî.
- Ji bo pêşniyarnameyên ku BDP'ê dan, di hin waran de komîsyonên Lêkolînkirinê hatin avakirin û lêkolîn li ser wan tiştan hate kirin. Ji van hin mijar ev in: Meseleya zarokên winda, nexweşiya şêrpenceyê û erdhej.
- BDP'ê 99 heb pêşniyarên ji bo zagonê kirin. Di nav van de ev mijar û daxwaz hebûn: Avakirina komîsyona heqîqet û edaletê, bila sûcên lîncê bikevin nav sûcên dijî mirovahiyê, pêşî li sûcên nefretê û cudakarî bê girtin, cemxane bibin cihê îbadetê, Girtîgehên Amed-Sînor-Madimakê bibin muze, Newroz bibe roja betlaneya fermî, 1 Gulan bibe roja betlaneya fermî, asta bendava hilbijartinê bê daxistin, mafên meş û civînan bê berfirehkirin, maweya girtîmayîna mirovan bê kêmkirin...
BDP'ê her wiha li ser zagona herf û şewqeyê, TCK'ê, YOK, CMK û TMK'ê jî pêşniyarzagon da û daxwaza guherînê kir.
- BDP'ê di meclisê de 152 caran li ser mijarên cur bi cur civîna çapemeniyê li dar xist.
- BDP'ê ji ber hêzên ewlehiyê hêzek bêqontrol xwest der barê Wezîrê Karên Hundir Beşir Atalay de ravepirsek (bi tirkî: gensoru) da. Dîsa ji ber ku teahutên di bernameya hikumetê de neanîne cih jî der barê Serokwezîr R. Tayyip Erdogan de jî ravepirsek da.
Mebûsên BDP'ê di 14'ê rebendana 2009'an de jî xwest li meclisê hevdîtineke giştî li ser Ergenekon û rêxistinên derveyî zagonê bê dest pê kirin.