Li Newala Qesaba çi qewimî?
NECATÝ MUMAY
Bûyera Newala Qesaba ku niha BDP'ê xist rojevê nêzî 20 sal berê ketibû rojevê. Wê deme bûyerên PKK di asta bilind de bûn. Di pevçûnan de PKK'yiyên ku cenazeya wan ji aliyê malbata wan ve nedihatin girtin yan jî nedihat zanîn ku malbata wan kî ye ji aliyê Þaredariya Sêrdê ya ANAP'î ve bi kepçeyan li Newala Qesaba di gorên tomerî de hatibûn veþartin.
Lê piþtî Dr. Ekrem Bilek ê SHP'yî ku di hilbijartina herêmî ya adara 1989'an de bû Þaredar, di meha avrêlê de xizmên yên mirî serî li dozgerî dan û cenazeyên xwe xwestin. Dozgerî cih de ket nav tevgerê û di 22'yê avrêla 1989'an de, xebatkarên þaredariyê cih nîþan dan û di dawiyê de Newala Qesaba hat kolandin. Di kolandinê de tirm û hestiyên ku hatin dîtin di bin çavdêriya polîs û rayedarên îstîxbaratê de ji aliyê þaredariyê ve di goristana bajêr de hatin definkirin...
Roja kolandinê
Wê rojê nehiþtin kes nêzî cihê kolandinê bibe. Destûr nedan rojnamegeran jî. Li ser gorê jî pêþî li çapemeniyê girtin. Lê di bin wan þertên dijwar de jî rojnamegeran wêneyê birina tirman û definkirina li Goristana Zevye kiþandin û bûyer tesbît kirin. Di vê navberê de ev yek bal dikiþand: Hin parçeyên tirman xistibûn tûrikên spî û ew dibirin goristanê.
Di vê navberê de malbat kêfxweþ bûbûn ku tirm ji newalê derxistine û li goristanê defin kirine lê li bajêr jî nerazîbûnên wekî "çawa tirmên terorîstan li cem miriyên me defin dikin" dianîn ziman. Paþê dîsa hin tirmên PKK'yiyan yên bixwedî-bêxwedî di deman beþa goristanê de (hin bi merasiman) dihatin definkirin. Li goristanê ev kirin hê didome û ger gotina "Zevye" rast be û þibandin ne þaþ be li vir "Goristana PKK'yiyan" hatiye sazkirin.
Serdema bi pevçûnan
Pêvajoya hate jiyîn serdema 2'yemîn ya Ozal bû û di wan deman de hê li Sêrtê bi nasnameya kurd bi awayekî fermî siyaset nedihat kirin. PKK'ê çalakiyên xwe yên li çiya didomand, carinan roket bi navenda Sêrtê jî diketin. Carekê yek ji roketan li Þaredarê SHP'yî yê Sêrtê Ekrem Bilek ketibû, lê kesek nemiribû. Wê demê 4 kes bi îdîaya li hemberî Waliyê Sêrtê Atilla Koç (Wezîrê Çandê yê berê yê hikumeta Erdogan) wê sûîkastê çêbikin, di pevçûnek li hemberî tîmên taybet de miribûn.
Û sûîkastek
Piþtî kolandinê du sal derbas bû û berî hilbijartina giþtî ya 1991'ê sûîkastek ku wekî tolhildana PKK'ê hate qebûlkirin pêk hat. Di dema ew tirm li Newala Qesaba hatin binaxkirin þaredar ji ANAP'ê Mahmut Çalapkulu bû. Çalapkulu li mala xwe hat kuþtin. Bi þev li zingila mala þaredarê berê dane. Þaredarê berê Çalapkulu çawa derî vekiriye tê texmînkirin ku du kesan gule bera wî dane. Çalapkulu ku bi giranî birîndar bû li nexweþxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.
Berî hilbijartina giþtî li Sêrtê vê bûyerê hevkêþeya siyasetê xira kir. Bacanaxê þaredarê berê mutehît Ahmet Eriþ ji ANAP'ê berendamê mebûsiyê bû; ew cih de ji berendamtî vekiriye û di encama îtîfaka hilbijartinê de SHP'ê ji rêza 2'yemîn û 3'yemîn du kurd wekî berendam nîþan dan û 3 mebûs derxistin.
Rewþa niha
Niha BDP'ê bûyer dîsa xist rojevê. Tê îdîakirin ku li wê derê gelek tirm hene. Rewþenbîr, hunermend, nivîskar ji bo Sêrtê têne vexwendin. Herî dawî jî þaredarê biryar da ku li wê derê daran biçîne û wê derê bike cihê gerê.
Meþa ji bo 'Bila li gor isûlê gor bêne kolan'
Newala Qesaba ya li Sêrtê demên dawî de bi 'Gorên tomerî' di rojevê de ye. Berî meþa duh a 40 hezar kesî ya li Sêrtê, li serê meha adarê komek ku di nav de stranbêj û nivîskarên navdar jî hebûn bi daxwaza 'bila goristanên tomerî li gor isûlê bêne vekirin' heta Newala Qesaba meþiyan. Þaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Serokê BDP'a Bajêr Faruk Sagla, Þaredarê Misircê Necat Yilmaz jî bi wan re bû. Ferhat Tunç piþtî ku strana li ser Newala Qesaba stra, wisa got: "Ev a ku me xwest straneke þînê bû, em fikirîn ku wateyeke wê heye. Em di serdemeke girîng de ne. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd firsendek mezin heye. Pêvajoya bêçalakiyê li dar ket lê mixabin tiþtên divên nehatin kirin. Em dixwazin bala hemû Tirkiyeyê û raya giþtî bikiþînin ser vê derê.
Ji Radikalê hatiye girtin
Ji bo wêneyên binêrin: Newala Qesaba