Hevpeyvîn: Çiya Mazî
Kalekî rîsipî, çalak, li serxwe û şîrîn. Bi qasî şîrîniya xwe bi dîrokê dagirtî û kurd. Ku mirov destê xwe didê û dibêje merheba, mirov hîs dike ku kurdekî riha wî digihîje rojên 70 û heştê sal berê. Ji xwe wecê wî peyva wî û henekên wî mirov dibe dema rojnameya Hawarê. Bêhna Mîr Celadet Bedirxan, Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can jê tê û rojên çûn û hatina serxet û binxetê tîne ber çavên mirov.
Ehmedê Kurdî an apê Ehmed. Niha li li Edenê û Mêrdînê dijî. Belê li du ciyan dijî, li welatê xwe û li xerîbiyê. Lê ez wî bi piranî li Mêrdînê dibînim. Jixwe bi piranî li Leylan Cafeya ku li bajarê kevin e. Carinan jî diçe gund, rez û darên tahman ku wî çandiye diparêze. Em carinan tevlî xwediyê cafeyê û hinek xwendevanên zimanê kurdî bi wî re rûdinin û bi saetan lê guhdarî dikin. Carinan jî em dikevin nav nîqaşan. Îjar min got ku ezê dengê çinarê 85 salî tomar bikim ku gelek kes û kurd jî jê sûdê wergirin. Min nêzî 4 seetan deng girt.
Ew di sala 1925’an de li gundê Tinatê ya ku bi Nisêbîna Mêrdînê ve girêdayî ye, hatiye dinê. Ew dibêje, “bavê min ji destê axa û tirkan gelekî kişand. Carekê ji sirgûnê bazdabû. Ji ber wê yekê jî mala xwe gelek carî ji gund bar kir. Di sala 1934’an de bavê min wefat kir. Ez û diya xwe û birayekî xwe tenê man. Birayê min mezin bû û tehde li me dikir. Milkê me dixwar û dixwest ku bifiroşe. Gelekî pozbilind û mekroh bû. Îjar ez xistim mektebê. Ez wê çaxê 11-12 salî bûm. Ji ber ku mekteb nû bû, dixwestin em zû hînî tirkî bibin, em mezin jî diçûn mektebê.”
Belê Apê Ehmed, Ehmed Kurdî dihere dibistanê û hê sala pêşî bi mamosteyê xwe re dikeve nakokiyê. Mamoste, genim, nîsk, ceh, hêk û tişt miştên din datîne ser maseyê û ji wan re navê wan ê tirkî dibêje. Lê Ehmedê şagirt xwe ranagre, dibêje: “Mamoste de ka navê wan ê kurmancî jî bibêje.” Lê mamoste şaş û metal dimîne, dibêje: “Te got çi… te got çi?” Dubare dike Ehmedê şagirt: “Divê tu navê wan ê kurmancî jî bibêjî.” Sal, sala 1940’î ye. Mamoste bi hêrs dizivire ser şagirtên din û ji wan re dibêje ma qey ev dîn e û pê re dixeyide û şîmaqekê jî lêdixe. Ew jî radibe û ji mektebê derdikeve. Û wisa dibêje Apê Ehmed: “Bi gumana min sala 1940’î bû. Ez pêlakê li dora gund mam, diya min dihat ba min û çû qereqolê. Qerekolê bangî me kir, ji meelim re got ‘tu neheqî li lêwik’. Îjar rojekê ez û meelim li zikakê li hev rast hatin, meelim diranê xwe li min qirriçand, min jî diranê xwe lê qiriçand û ez û ew man dijminê hev. Ez rabûm min kevkanîkek peyde kir. Her ku ez lê rast hatim min kevir danînê. Ji ber min nekir der. Dîsa çû qereqolê got, “Ev dev ji min naqere.” Cendirme hatin. Min ji ber cendirman bazda. Pêlakê ez di şikeftên dora gund de mam. Diya min di dû min de dihat. Di wê zivistanê de diya min wefat kir. Ez mam bi tenê. Ez diçûm ser gora diya xwe. Carinan bi şev diçûm mala xalê xwe, wan jî ji min re digotin, belqitiyo tu li melim niheq î. Lê min digot ilehîm ezê vî meelimî bikujim. Ne ji meseleya siyasî, wekî min digot “yekî xerîb çawa tê û di gundê me de, li min dixe.” Pêlekî ez wilo jî mam. Min mêzand wilo jî çênabe… ez çûm ketim mektebê, min firax miraxê wî hemû dan hev, min agir berdayê û min bazda. Min bazda Cibgravê, cem mala Osê Helîm. Ji wê derê ez daketim Bamidê gundê Bamid. Û ji wê jî ez daketim sûkê, ez çûm Amûdê. Biçûkatiya min wilo derbas bû. lê ez çend caran ji Amûdê hatim gund. Carekê ku ez hatim gund, meelim ne li gund bû. îjar tinatiya hê jî ji min re digotin, Tu li meelim niheq î, çima te wilo lê kir.” Min jî digot, “Kuro ma çilo ez niheq im” yanî hinekî din jî ez ji tinatiya cihê difikirîm. Cil milê min jî xweşik bûn, cilê binxetê, cil li binxetê zahf bûn… Li tinatê keçxalek min hebû. Çavê min û wê li hev aliqîn. Lê ez li tinatê pêlake dirêj nemam. Min dixwest ez wê ji xwer bînim. Ez çûm Amûdê jî min mihawele kir lê nebû.
Niha tu çûyî Amûdê, wê dema tu zarok bûyî, kê ber te xist ku tu çûyî Amûdê?
Belê… min zanibû ku mirovê îşan dikin diçin Sûrî. Xalekî min zilam kuştibû çûbû Sûrî. Fransa ew li wir bûn.…Xelîkê Hewlik esker kuştibû çû Sûrî. Yanî me, gundiyên me, me zanîbû xelk diherin binxetê û xelas dibin. Ez çûm Amûdê mala Sofî Arif ji gundê baban ê ez birim mala Mele Hesen. Niha kurê wî li Amûdê ye. Carinan Deham Ebdilfetteh digot, “Me bahs kiriye, me gotiye Sofî Arif tiştekî baş kiriye, Ehmed Kurdî biriye mala Mele Hesen.” Îjar piştî ku Sofî Arif ez û Mele Hesenê Kurd bi hev da naskirin Sofî Arif got, “Ev wê ji te re qenc bin wê têxin mektebê jî.” Min nizanibû. Rabû ez çûm Mala Mele Hesen. Jina wî got, “Tu ji ku yî kurê min?” Min got, “Ez ji Tinatê me.” Got, “Tinatê nêzî gundê me ye” gundê me ew jî yê ser rê bû. Sê kurê Mele Hesen hebû û niha her sê jî li Amûdê ne.
Qey ji Mîr re gotibûn û rojekê min dît ku cîbek hat ber malê, yekî gir û bi cilên paqij, jê daket, ez jî çûm pêşiyê. Mîr Celadet bû. Got: “Yê ku mekteb şewitandiye tu yî?”. Min got: “Na, min alavên meelim şewitandin.” Got: “De îjar bi min re were.”
(Mîr Celadet wî bi xwe re dibe. Cilan jê re dikire. Dihere dibistanê li Sûrî. Dema ku hinekî dimîne, dest bi belavkirina kovar Hawarê dike. Bajar bi bajar, welat bi welat “Hawar”ê digerîne Apê EhmeD. Di sînorên bitêl û mayîn re derbas dibe. “Hawar” ê digihîne Mêrdîn, Amed, Wan, Enqere, Stenbol, Zaxo, Qamişlo, Bêrûdê. Carinan dikeve nav refên pêşmergeyan û şer dike. Tê girtin li Iraqê bi îdamê tê darizandin. Li Tirkiyê rêxistinên kurd li ser wî dikevin guftûgoyan, hinek jê wî tawanbar dikin. Li Sûrî gelek carî tê girtin û bi mehan di girtîgehan de dimîne. Lê qet dev ji têkoşîna xwe bernade Apê Ehmed. Jiyanek ew qas tije ku di rûpelên rojnameyan de hilnayê. Ji xwe ew jî dinivîsîne û bîranînên xwe dixwaze bigihîne nifşên pêş. Lê min wekî xulase çend têbiniyên di der barê welat û hinek pirsgirêkên kurdan de ji wan bîranînên wî di vê nivîsê de hewl daye ku derxim holê. Lê ezê hewl bidim ku vê roportaja 4 saet dom kiriye jî di rojên pêş de derxim ser kaxezê. Em hinekî ji van pirs û bersivan guhê xwe bidin Apê Ehmet, Ehmedê Kurdî.
Min meraq kir, kê navê Ehmed Kurdî li te kiriye?
Wextê min kovar Hawarê belav dikir di salên 40- 45’an, ku ez diçûm gundan, min helbestên Cegerxwîn dixwend, “em kurd in ser bilind in, …” Min ev digotin û wextê ez carek din diçûm wî gundî xelkê digotin way Ehmed Kurdî hat, ewê ku dibêje, “Em kurd in. Ewê dînik, yê ku dibêje em kurd in loo.” Wê demê ew jî dikeniyan û em jî dikeniyan. Ku me digot “Em kurd in” , digotin vana dîn in, ma wê çawa dewletê ava bikin. Ji ber vê yekê digotin “ewê dibêje em kurd in”. Bi wî awayî jî navê min bû Ehmed Kurdî.
Bi navê Ehmed Kurdî tiştek, berhemek hat weşandin gelo?
Bi gumana min hinek tiştên min di kovara “Çiya” de bi navê “Şevek Tarî” de û di Azadiya Welat de hatine weşandin. Azadiya Welat du roportaj bi min re kirine, aniha bi min re ye lê hejmara wê ez nizanim. Wekî min çawa Mîr Celadet nas kir, min çawa Hawar belav dikir, pirsên wisa hebûn.
Gelo tiştên ku te nivîsandine û hatine weşandin? Wekî helbest, wekî çîrok, wekî serpêhatî? Çi hene?
Min gelek tişt nivîsandin lê nehatine weşandin. Gelek tiştên ku ez dibêjim xweş bûn hebûn. Gelek carî ez talan bûm ji alî nivîsê de. Hinekan birin telef bûn. Û tirs hebû.
Yanî ew tirs, tiştekî ecêb bû ne wisa?
Çawa ne ecêb bû, ji bo ku navê keçika min Dêrsim bû ez sê caran çûm mehkemê, daw û doz vekirin digotin “neden Dêrsim (Çima Dêrsim). Min jî digot Dêrsim, navê çiya ye, ma çiya devli kesî nake. Min qezenc kir navê wê ma Dêrsim. Niha jî Dêrsim e. Wî çaxî li tirkî navê wisa tunebû, qedexe bûn.
Belê emrê wan dirêj be, sê qîzê te hebûn?
Çar in. Dêrsim, Sêvê, Rûken û Rojîn (rojîna hunermend), navê lawik jî Cudî ye. Niha li mal e, hat girtin û… li mal e, her kesî şehîdek da di ber welat de, kurê min jî şehîdê min e, sax e belê ez wekî şehîd dihesibînim, wî jî şehîd hesab bike.
Salên berî 80’yî Apê Ehmed, bi taybetî 5 salên dawiyê,wan salan û fraksiyonên kurd...
Fraksiyonên Kurd, wê demê destê biyanî di nava wan de hebû, lê ev destê biyanî nexuya bû, Wekî reşikê şevê bû. Diyar bû lê nedihat girtin, kesî nizanîbû wê kînga bi mirov ve de. Pir bîranîn hene di vî warî de, ez rojekê li ba Girnewaz, pişta Nisêbînê bûm. Ez rastî xortekî hatim, min meyîzand meytikî li erdê bû. Hinek li ser bûn xwediyê wî bûn, hatibû kuştin. Li ser çengê wî nivîsandibû “yan Kurdistan yan neman” xelkê wî kuştibû, kurdan ew kuştibû, û ew jî kurd bû”. Min dît pirtûkek Sol Yayinlarî (weşanên çep) di bêrîka wî de bû… “Lenîn ve orgutlenme (lenîn û rêxistinî)”. Destekî xerîb di nava rêxistinan de bû, ew dibû sebeba kuştina xortên xwende, ji dijminê wan re dikir fêde. Mesele du fraksiyonên kurd yê ewil ku demançe teqandin li Ceylanpinar (Serêkaniyê) bû. Ew xortên hatin kuştin yek bûn, kurd bûn. Lê ew dehir, ew suret jî me derbas kir, ew pêvejoyek bû, çû.
Apê Ehmed ez dixwazim derbasî mijara ziman bibim, zûde ye tu dibihîzî û di dîrokê de jî tu têgihiştîyî û dişopînî, gelo zimanê kurdî gihaştiye radeyeke baş yan na? Zimanê nivîskî...
Mamoste, wextê ku em behsa ziman dikin divê em vê bibêjin. Niha ku çawa miletê dinyayê li hev dixin, şer dikin, şerê zimanan jî heye. Şerê zimanan ne bi tang û topan e, alav di destê kîjan zimanî de be ew ziman xurt e. Zimanê kurdî heya niha pazara wî tune ye. Eger niha xortine kurdî rabûne tiştinan dinivîsînin ew jî destpêkek e lê ziman e ku dibistana wî tune be, nabe, nabişkive. Şerê zimanan; her ku em peyvikekê winda dikin, her ku em yekê ji bîr dikin em tanqekê teslîmî dijmin dikin. Mîr Celadet digot, “Ziman, wekî tu çewalek ka li ser behrê vala bikî ye.” Îjar ji bo em karibin vî zimanî bînin û ji nû de keleha wî ava bikin û bineqişînin û em bi xeml û xêza xwe û ji dinyayê re bibêjin “em ev in” û li ser navê xwe xîtab bidin. Mîr Celadet dibêje, “Divê hesin û gîsnê te ji pola bin, ku tu karibî vê erda beyar bajo û bikî şûv” Mesela ziman ez dikarim vê bibêjim.
Tu ji helbestê hez dikî bawer im?
Belê helbestên Kemal Bûrkay hene, Bedirxan Sindî hene, helbestên Ehmed Huseynî hene.
Mesela wekî Ehmet Huseynî?An yên klasîk?
Ehmed Huseynî em dikarin bibêjin golek e ku aniha naçike ye. Lê ez bi xwe ji helbestên klasîkî hez dikim bi rastî. Lê nayê mana ku ez helbestê serbest red bikim. Ji ber ku divê helbest jî bi pêş keve, bê guherandin. Ji ber ku (kafiye) rêzbend nema têra helbestê dike. Divê helbest xwe biguherîne, wekî çawa mar her sal kirasê xwe ji xwe dike xwe diguherîne, êdî nema helbest di wî qafikê xwe de hiltê, divê xwe biguherîne.
Romanên ku derdikevin tu çawa dibînî, kêfa te tê? Yên kurdî vê dawiyê gelek derketin.
Çi romanên ku derkevin, divê kêfa me bê û em wana bixwînîn û xortan jî teşwîq bikin. Bila xeletî jî di wan de hebin lê bila bê nivîsandin. Ji ber ku ew dîrokê dişeqilînin, yanî dîrokê mohr dikin. Ji hêwer re.
Yanî wekî vê pirtûkxaneya em tê de ne, te xeyal dikir gelo?Ji vana ji kîjana hez dikî?
Belê min xeyal dikir. Rast e. Min xeyal dikir. Romanên ku ez gelekî ji wan hez dikim, yek jê Bilîcan e, ya Perwîz Cîhanî. Romanek gelek bi dilê min e bi rastî û çend romanên din hene. Romanên din jî wê bên. Niha derî li xortên kurd vebû ye, mifta dilê wan hatiye şikenandin, destê dijmin ji ser gelê wan rabûye. Ne ku kurdan ji xwendinê hez nedikir; bûbû xela, dijmin li me kiribû xela. Ewliya Çelebî dibêje, “Wexta Ehmet Paşa girtiye ser Bitlîsê heftê hezar kitêb hatine şewitandin”, (ji kitêpxaneya Mîr Şerefxan re dibêje, kalikê wî Şerefxanê Bedlîsî xwediyê Şerefnameyê kîtapxana wî hatiye şewitandin. Ç.M.) Ewliya Çelebî dîsa dibêje “ji wan kitêban min jî çendik ji xwe re anîne.” Dibêje, “ew kitêb hinek jê yên matematikê, hinek jê yê endezê, ê ekonomîyê, yên emeliyatê bûn” ew bi xwe dibêje ê pîvanê bûn, ê edebiyatê bûn. Aniha jî hûn dikarin van peyvên E. Çelebî bixwînin.
Îjar bi vê re, pêşketina ziman bi dengbêjiye re. Gelo hûn dengbêjiyê çawa dibînin?
Aniha di şerê zimanan de, miletê kurd ji bo ku zimanê xwe û dîroka xwe bide pêş, bi dengbêjan, ne bi nivîsê, derdê xwe, dîroka xwe bi dengê xwe gotine. Di nav stranên dengbêjan de gelek tiştên hêja hene, tiştên dîrokî, tiştên edebî. Mesela dema ku nehiştine êzîdî zimanê xwe biparêzin… ji alî olî de, wan bi rêya stranên xwe yên devkî bi dengbêjan zimanê xwe parastine û teslîmî hêwer kirine û heta niha anîne. Dengbêj jî wilo ye, nehiştine ku kurd zimanê xwe bikar bînin, wan jî bi wî awayî derdê xwe, dîroka xwe anîne zimên.
***
Hevpeyvîna din a Çiya Mazî ku di Diyarnameyê de hatibû weşandin:
- Du hunermendên kurd li Mêrdînê warek ji xwe re ava kirine