Lokman POLAT
Di rûyê wî de rûyê penaberiyê, mihaciriyê, êşa sirgûniyê xuya dikir. Çavên wî ketibû çalê û diranên wî ji ber kişandina cixarê zer bûbûn. Rewşa wî wekî zilamekî belengaz xuya dikir. Em di trênê de rêwî bûn. Wî qet xeber neda, tim bêdeng bû. Ji bêdengiya wî diyar bû êş, kul û derdeke wî hebû.
Di stasyonê de, trên sekinî. Em ji trênê hatin xwarê. Min ê trên bigehurandana û ez ê biçûma stasyoneke din, lewra jî ez li benda hatina trêna din sekinîm. Ew jî li benda trênê sekinî. Min ji cêba xwe cigare derxist û yekê îkramê wî kir. Wî cigare girt, min bi heste cigareya wî pêxist. Hê wexta hatina trênê hebû. Min xwest ez wî bidim axaftin. Me hev ji dûr ve nas dikir, zêde têkiliya me bi hev tunebû.
Min jê pirsî :
- Ev çend sal in tu ji welat derketî?
- Bîst û pênc sal.
- Ji wê demê ve tu qet neçûyî welat?
- Na.
- Te ew qas sal çi kir, çi nekir?
- Min dibistan xwend, ez bûm karmend. Niha di dezgeheke fermî yê dewletê de kar dikim.
- Tu zewiciyî? Jin û zarok hene?
Dema min ev pirsê jê pirsî, wî ji cigareyê nefeseke kûr kişand û dûmana cigarê ber bi hewa ve berda. Min li halê wî mêze kir, destê wî dilerizî, çavên wî xeybane bû, rûyê wî zer û zûwa bû. Her wekî ku zilam kiras biguhere, ji şiklek bikeve şikleke din. Got :
- Ez nizanim bê ez çawa behs bikim.
- Dixwazî behs neke. Diyar e ev mijar ji bo te hesas e.
- Ji dûr ve be jî te nas dikim ez ê bêjim.
- Baş e.
Zilam dest pê kir:
- Wekî her însanî ez jî ji diya xwe gelek hez dikim. Lê belê hezkirina min zêde ye û ez bi her awayî, bi diya xwe ve hatibûm girêdan. Ji ber vê hezkirina dayika xwe, ez li hemberê jinan pir xweşbîn bûm û bi tolerans bûm.
Dema ez ezeb bûm, ez ji xwe re wiha fikirîm. Riya min hate di vir de derket. Min dibistan xwend, bûm xwedî kar, meaşê min heye, rewşa min a aborî baş e. Madem wisa ye ez ji xwe re bizewicim. Divê ez bi keçeke kurd re bizewicim. Keçik cahil be, heq û hiqûq nizanibe, nezan be, çi dibe bila be, bila kurd be bes e. Ez xilas bû me, ez ê wê keça kurd jî bi xwe re xilas bikim.
- Ê ev fikreke gelek baş e.
- Belê. Dostekî min ê kurdperwer min bi malbateke kurd da nasîn. Min keça malbata kurd dît. Me hev eciband. Min li gorê adet û tradisyonên kurdan keçikê ji malbata wê xwest. Wan keçik dane min. Me dawet çêkir û em zewicîn.
Ji roja zewaca me û pê ve ez bi xanima xwe re gelek mijûl bûm. Çi pêwîst bû min di nav pêvajoya jiyanê de pê da fêrkirin. Di karên nav malê de pê re bûm alîkar. Min jê re ehliyeta erebeyê girt ji bo bikaribe erebeyê bajo. Azadiya wê bo min bûbû xem.
Pey re ew bû keseke fanatîk. Dexesî pê re çêbû.
Min mêze kir tu riyek nema, ji neçariyê min wê berda, ez jê veqetiyam. Ez bi xwe qanih bûbûm ku bi va jina fanatîk re nedihat jîyandin. Loma jî tiştê herî baş ji hev veqetandina me bû.
- Heyf… Binêr jinê te aniye çi halî. Neyse, gelo çima wiha bû? Çima jina te kete vî halî?
Ez jî nizanim. Lê, ez bûm qûrbana îdealên xwe. Heger min ji diya xwe pir hez nekira, ez ê bibama dijminê nesla jinan. Lê ji bo xatirê diya xwe, ez ê bi jinan re dijminahî nekim!