Samî Tan
Ligel mercên giran ên zivistanê jî têkoşîna gelê kurd bi awayekî gur û geş didome. Li hemberî vê yekê şerê pircureyî yê hêzên dagirker jî her ku diçe bi navgînên nû tundtir dibe.
Serokwezîr Erdogan ji bo serdema nû çavên xwe berdane serokomariyê, ji bo vê yekê jî pêdiviya wî bi desthilatiyeke xurt heye. Her wiha derdorên olî ku piştevaniya AKP’ê dikin jî dixwazin desthilatiya xwe ya bîrdozî li seranserî Tirkiye û bakurê Kurdistanê pêk bînin. Ji bo vê yekê jî şerê desthilatiyê di hemû warên jiyanê de bi tund û tûjî dimeşînin.
Wan li Tirkiyeyê di gelek waran de desthilatiya xwe gelekî xurt kiriye. Ji bo nimûne qada çapemeniyê bi rêjeyeke gelekî mezin ketiye destê wan, di qada aborî de serwer û serdestiya wan pir xurt bûye.
Her mirovê/a ku li dijî desthilatiya AKP’ê û hevalbendên wê raweste, bi awayekî tê berterafkirin. AKP û hevalbendên wê vî karî gelekî bi hostetî dikin, vî şerê xwe yê desthilatiyê wekî têkoşîna demokrasiyê nîşan didin.
Di vî warî de kes û derdor ji bîr û baweriyên cuda ji xwe re hinek hevalbend jî afirandine. AKP elewiyên xwe, kurdên xwe, çepgir û sosyalîstên xwe, lîberalên xwe afirandine.
Di vî şerê desthilatiyê de li ber wan bi tenê asteng û kelemek heye; ew jî têkoşîna gelê kurd e.
Li gel hemû girtin û kuştinan; li gel hemû xûgî û bertîlan gelê kurd xwe radestî AKP’ê û hevalbendên wê nake.
Ev yek AKP û hevalbendên wê dîn û har dike, lewre jî li aliyekî girtin û kuştinan didomînin, li aliyê din jî lezê didin şerê psîkolojîk.
Ji bo ku di warê manewî de kurdan têk bibin, hevgirtina wan ji holê rakin, çi pêwîst be dikin.
Hemû nirxên gelê kurd ên pîroz dixin xizmeta berjewendiyên xwe; roj tê Erdogan qala Apê Mûsa dike, roja din qala Ahmet Kaya dike.
Diyar e ku AKP qîma xwe bi miriyan tenê nayne, dest davêje zindiyan jî.
Demekê ala di destê wan de Orhan Mîroglu bû, niha Şivan Perwer e. Mixabin ew kes jî yan van dek û dolaban nabînin, an jî bi zanatî dibin çek û navgîn di destê dagirkeran de.
Niha hin kes qala azadiya ramanê dikin, ez heta dawiyê pê re me. Civaka kurd civakeke rengîn e, lewre jî kes nikare yekrengiyê li ser civaka kurd ferz bike.
Lê li holê dozeke neteweyî heye, doza azadiya gelekî heye, divê têkoşîna hemû kurdan ji bo vê yekê be.
Niha gelê kurd vê rengîniya xwe di Kongreya Civaka Demokratîk de nîşan dide.
Gelek derdor û şexsiyetên kurd di bin sîwana KCD’ê de xebatê dikin, li wir her raman bi awayekî azad tê pêşkêşkirin.
Li ber azadiya ramanê tu asteng nîn e. Lê gelo mafê kurdekî/ê heye ku nokeriyê bike, nokerî û hevalbendiya dagirkeran azadî ye? Em dikarin bibêjin, “Mafê kurdekî heye ku nokeriyê ji Beşar Esad, Ahmedînejad û Erdogan re bike?”
Niha hinek kurd li ser hev daxuyaniyan didin û dibêjin, “Li ser hunermend Şivan Perwer pest û pêkutî heye, em vê yekê şermezar dikin, Şivan bi tenê ye!” Belê ez jî dibêjim Şivan ne bi tenê ye, heke nirxên gelê kurd binpê neke, li pişt wî gelê kurd heye.
Lê heke bibe hevalbendê Mehmet Metîner, dê li pişt wî AKP û Fettullah Gulen, polîs û leşkerên tirk, qelemşûrên AKP’ê hebin. Lewre Şivan dê teqez bi tenê nemîne. Bila kes xeman nexwe.
Her wiha dê gelê kurd jî tu caran xwe neavêje bextê AKP’ê û dê azadiya xwe bi destê xwe pêk bîne.
***
Nivîsên bi mijarê re eleqedar:
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Sîrêja mêşan formul: TRT 6
- Zekî Ozmen: Vegera Şivan Perwer a Amedê
- Azîz Ogur: Ji bo Şivan çîroka axirzeman
- Cemil Oguz: Gelo me Şivan Perwer tehdîd kir?
- Helîm Yûsiv: Çima rûmet û ‘xirûra neteweyî’ li cem hinek nivîskar û hunermendên kurd kêm e?
- Helîm Yûsiv: Hewildanên normalkirina cerdevaniya sipî (1/2)
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Hunermendek û derdorên ne bes e, lê dîsa jî erê
- Nîjad Yaruk: Şivan Perwer çi dixwaze?
- Mazbar Gunbat: Lo te çi kir, te çi kir!?.
- Medenî Ferhon: Bed-ayînî Şivan Perwer î dewşirme
- Îkram Balekanî: Reklama Şivan Perwer