Diyarname
Li Wan, Amed, Culemêrg, Riha, Dêrsim û bi dehan navçeyan kurd ji bo ziman li qadan bûn. Vaye bîlançoya rojekê:
Li Wanê bi 10 hezaran kes kom bûn
Li Wanê, ji bo 21'ê mehê Roja Zimanê Zikmakî mitînga "Zimanê Zikmakî" ku bi pêşengiya TZPKurdî bi slogana "Zimanê me hebûna me ye, hebûna me îradeya me ye" hate lidarxistin bi tevlêbûn bi 10 hezaran kesî dest pê kir. Di mitîngê de daxwazên zimanê zikmakî bi wêneya Albert Enîsteîn ê zimanê xwe derxistiye û li ser "Ez zimanê xwe dixwazim" hate nivîsîn hate bilêvkirin.
Mitînga ku KESK, OVDER, KURDÎ-DER û BDP'ê jî piştgirî dayê, li Bêşyola Wanê hate lidarxistin. Berdevkê KCD'ê Cemal Coşkun, Parlamenterên BDP'ê yên Wanê Ozdal Uçer, Fatma Kurtulan, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Endamê Meclisa BDP'ê Huseyîn Dag û Berdevkê TZPKurdî Xecê Şen jî tevlî mitîngê bûn. Serokê Kurdî-Dera Wanê Levend Urun piştî rêzgirtinê axaftinek kir û pêkutiyên li ser ziman û çanda kurdan a 80 salan bi zimaneke tund şermezar kir.
Li Amedê bi hezaran meşiyan
Li Amedê di pêşengiya TZPKurdî bi hezaran kesên li ber Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev kom bûn, heta ber Midûriyeta Ewlehiyê ya Neteweyî ya Bajar meşiyan. Di meşê de parlementerê BDP'ê yê Culemêrgê Hamît Geylanî, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê M. Alî Aydin, Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Burhan Zorooglu, Serokê Şaxa Egîtîm Sen'a Amedê Abdullah Karahan jî di nav de bi hezaran kes meşiyan. Di meşê de girseyê pankartên "21'ê Reşemiyê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gele Kurd u hemû gelên cîhanê pîroz be", "Gelê kurd di hemû qadên jiyanê de kurdî bi axive", "Daxwaza gelê kurd a jêneger mafê perwerdehiya bi zimane kurdî ye" vekirin.
Di meşê de dovîzên wekî "Zimanê min qedexe neke", "Ez ziwan wazena" bilind kirin û dirişmên "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me hebûna me ye", "Slav slav ji Îmraliyê re hezar silav", "Rêheval Mustafa nemir e" qîriyan.
Li Culemêrgê meş
Li Colemêrgê meşek girseyî hate lidarxistin. Di meşê de bi hezaran kes ji ber Garaja Şaredariyê heta avahiya Şaredariyê meşiya. Di meşê de endam û rêveberên BDP'ê, endamên Meclisa Şaredariya Culemêrgê, nûnerên TZPKurdî û Dayikên Aştiyê jî amade bûn.
Di meşê de jinan kiras û fîstan, zilaman jî şal û şapik li xwe kirin. Girseyê li ber def û zirneyê bi govendê dest bi meşê kir û li ber Şaredariya Culemêrgê daxuyanî da çapemeniyê.
RIHA
Şaxa KURDÎ-DER'a Rihayê jî ji bo Roja Zimakê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî da. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Omer Yardimcî diyar kir ku her çendî dibêjin zimanê farisî şêrîn e jî dîsa kurdî şîrîntir e."
Polîsan derdorê komê dorpêç kir û kesên beşdarî çalakiyê bûn kişandin kamarayê. Pişt re li nasnameyên kesê tevlî daxuyanîyê bûn nêrîn û keyd kirin.
DÊRSÎM
Li Dêrsîmê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Rêxistinên sivîl ên civakî, partiyên siyasî, nûnerên sendîkayan û Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn jî tevlî daxuyaniyê li Qada Azadiyê bûn. Rêveberê KURDÎ DER'ê Azîz Avnî bi zaravayê dimilkî daxuyanî xwend û diyar kir ku divê zimanê gelê kurd di makezagonê de bê parastin.
QOSER
Li Qoserê bi diruşma "Zimanê me hebûna me ye, hebûna me îradeya me ye" meş hate lidarxistin. Meşa bi armanca "Em perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin" li ber avahiya KURDÎ DER'ê dest pê kir û heta Parqa Azadiyê berdevam kir. Di meşê de pankarta "Êm ê bi xweseriya demokratik dibistanên azad ava bikin" hate vekirin.
EDENE
Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Yuregîrê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de zarokan pankartên hilgirtin û dowîzên "Zimane me hebûna me ye", "Em yek netew û yek ziman naxwazin" û "Destên dirêjî biratiyê dibin bişkên" hatin vekirin û sloganên "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me hebûna me ye" û "Zimanê me rûmeta me ye" hatin berzkirin.
CIZÎR
Şaxa KURDÎ-DER'a Cizîrê li avahiya BDP'ê semînera têkildarî ziman li dar xist. Aktîvîstê TZPKurdî û nivîskar Rodî Zinar, nûnerê KURDÎ-DER'a Cizêrê Bahattin Robar û Nûnerê DİVES'ê yê Cizirê Îsmaîl Yanik beşdarî panelê bûn. Di panelê de li ser girîngiya ziman axaftin hatin kirin.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê li ber avahiya BDP'ê ya Wêranşarê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Wêranşarê, Wekîle Şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun gelek welatî amade bûn. Nûnera TZPKurdî ya Wêranşarê Ayşe Surucu, bi kurdî daxuyanî da û zext û pêkutiyên li dijî kurdî tên meşandin şermezar kir.
MILAZGIR
Li navçeya Milazgirê ya Mûşê bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Serokê Raxistina BDP'ê yê Milazgirê Takyettîn Ozkahraman, Şaredarê Milazgirê M.Nûr Balci û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Bê zimanî bê imaniye li zimanê xwe xwedî derkeve" hate vekirin
SÊRT
Li Sêrtê ji aliyê NÇM û Egîtîm Senê ve bi mebesta rojê meşek hate lidarxistin. Bi sedan kes li ber avahiya Egîtîm Sena Sêrtê hatin cem hev û bi pankartên "Huner Parçeyeke Bingehîn a jiyana civakî û şoreşgeriye","Em perwerdayiya Zimane Kurdî dixwazin" vekirin. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, endamên KESK, NÇM, ÎHD û Tum Bel Senê jî tevlî meşê bûn û heta ber Lîseya Sêrtê a li ser Kolana Aydinlarê meşiyan. Di dema meşê de hunermendên NÇM'ê li defê xistin û sloganên "Bê ziman jiyan nabe" berz kirin.
ÎZMÎR
Şaxa KURDÎDER'ê ya Îzmîrê, ji bo "Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê" dest bi dersan kir. Şaxê têkildarî rojê li Parka Agora a Îzmîrê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Serokê KURDÎ-DER'a Îzmîrê Bayram Kubîlay, mamosteyên KURDÎDER'ê rêveberên BDP'ê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî” hate vekirin û bê navber sloganên “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin.
Li Îzimîrê bi heman mebestê Şaxa Egîtîm Senê ya 1'ê ya Îzmîrê jî di avahiya xwe da daxuyaniyek da çapemeniyî û xwest ku astengiyên li ser kurdî bên bi dawîkirin.
SÎLOPÎ
Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Sîlopiyê bi heman armancê li Navenda Çandê ya Laleşê panelek pêk anî. Di panelê de Rêveberê KURDÎ-DER'a Sîlopiyê Abdulkerîm Agdaş, Jiyan Demir, lêkolîner û nivîskar Mele Hacî Olgun, nûnerê TZPKurdî ya Cizîre Mirza Ronî beşdarî panelê bûn.
Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Sîlopiyê Nedîm Oruç pêşkêşiya panelê kir. Li salonê "Ji bo zarokan ne girtîgeh! Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê dibistan" daliqandin.
Her wiha li Silopiyê xwendekaran dibistan boykot kirin. Hate dîtin ku hin mamosteyan xwestin ji bo vegerin dibistanê xwendekaran îkna bikin, lê xwendekar neçûn dibistanê.
ÇEWLÎK
Li Çewlîkê jî bi heman armancê DYG'ê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê DYG'ê Gafur Gelen, daxuyanî xwend û diyar kir ku di sedsala 21'ê de zimanê gelê kurd tê qedexekirin û wiha got: "Kesên bi kurdî dinîvîsin û di axivin tên binçavkirin, girtin û rastî cezayên gelek giran tên. Dewlet daxwaz gelê kurd a perwerdehiya zimanê zikmakî qebûl nake." Gelen, zext û zordariyên li ser zimanê kurdî jî şermezarkirin.
Şaxa ÎHD'ê ya Çewlîkê jî li ber Konaxa Hikumetê bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Çewlîkê Nîhat Aksoy daxuyanî xwend û diyar kir ku hemû mirov dema ku tên dinê xwedî hinek mafên bingehîn hene û ji wan yek jî zimanê zikmakî ye. Piştî daxuyaniyê ji siyasetemedarên kurd re qartên kurdî hatin şandin.
MÊRSÎN
Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberê Egîtîm Sen'ê Îsmaîl Usluoglu, diyar kir ku li gorî UNESCO'yê gelek zimanên cîhanê li ber talûkeya windabûnê ne.
TOKAT
Xwendekarên Zanîngeha Gazî Osman Paşa ya Tokatê bi minasebeta rojê çalakiyek li dar xistin. Xwendekaran ji ber zimanê kurdî wekî zimanê perwerdehiyê nayê bikaranîn ev yek şermezar kirin û ders boykot kirin. Nêzî 100 xwandekarên ku neçûn dibistanê, pêkûtiyên li ser ziman şeremezar kirin û xwestin dawî li van pêkutiya bê.
DÊRIK
Li Dêrikê, bi pêşengiya Nûnertiya KURDÎDER'ê bi tevlibûna bi sedan kesî meşek hate lidarxistin. Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel, rêveberên BDP'ê û yên MEYADER'ê û bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya navçeyê hatin cem hev û bi sloganên "Zimanê me rûmeta me ye", "Bê ziman jiyan nabe", "Em bi zimanê xwe perwerdehî dixwazin" dest bi meşê kirin. Wan xwest kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
ŞEMREX
Rêxistina BDP'ê ya Şermexê jî li ber avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku bi tevlêbûna sedan kesî hatiye lidaxstin de siloganên "Bê ziman jîyan nabe" zîmanê me rûmeta me ye" hatin berzkirin.
Her wiha li Silopiyê, xwendekarên Dibistana Seretayî ya Gazîpaşa dibistan boykot kirin.
MEXMÛR
Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî ya Mexmûrê li ber dibistana navîn ya Şehîd Jiyan bi beşdarbûna xwendevanên dibistana navîn û amadeyî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Mamosta Mele Elî Spêrtî ve hate xwendin. Spêrtî destnîşankir ku di cîhanê de heft hezar ziman û zaraveyên cihêreng hene lê ji van sê hezar winda bûne û wiha got: "Ger perwerde pê neyê dayîn zimanê dayikê lawaz dibe û nûjen nabe. Ji ber ku ziman jî wekî giyandarek zindî ye û pêdivî bi xweyî kirin û pêşxistina wê heye".
LZPRK cejna Zimanê Zikmakî pîroz kir
Lijneya Ziman û Perwerdê ya Rojhilata Kurdistanê (LZPRK) jî bo rojê daxuyaniyek nivîskî belav kirb.
LZPRK di serî de dayikên kurd, bang li hemû xwendekar û rewşenbîran kir ku di daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê de bi israr têkoşîna xwe bilind bikin.
LZPRKê ji ber bêdengiya wan ya li hember qedexeya li ser zimanê kurdî, civaka navneteweyî rexne kir û got: "Yekemîn şoreşa zimanî li çiyayên Zagrosan, ango li Kurdistanê pêk hat. Ji ber vê rastiyê, em dikarin bêjin ku zimanê kurdî yek bingehên zimanê mirovahiyê ye. Lê îro, li ber çavê hemû cîhanê, ev zimanê qedîm, di bin talûkeya qirkirinê de ye."
**
Nûçeya eleqedar:
- Çalakiyên TZPKurdî yên Roja Ziman