logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Wergêr Xakpûr: Min xwest hevwelatiyên min romana kurdî nas bikin

Wergêr Sayîme Xakpûr romana Helîm Yûsiv a bi navê "99 Morîkên Belavbûyî" wergerand farisî û roman ji Weşanên Efraz derke

  • Dîrok: 09/07/2020
  • Beş: Berhem

Diyarname

Wergêr Sayîme Xakpûr romana Helîm Yûsiv a bi navê "99 Morîkên Belavbûyî" wergerand farisî û roman ji Weşanên Afraz derket. Xakpûr dibêje "Min xwest hevwelatiyên min romana kurdî nas bikin."

Kurtedemek berê wergera romanê bi farisî ji Weşanxaneya Afrazê derket. Werger Sayîme Xakpûr ji bo Huner Online a Farisî axiviye û dibêje, "Bê guman wergerandina berhemên wêjeyî yên zimanekî li ser zimanê din, dikare di warê nasandina wî zimanî û wêjeya wî de gavên mezin bavêje. Min jî xwest hevwelatiyên min romana kurdî nas bikin, ji ber ku ev roman ji bilî asta xwe ya bilind a wêjeyî, dikare statuyeke baş ji civaka kurdan raberî gelê Îranê bike, da ku hinekî baştir hevnijadên xwe yên li welatên din nas bikin.

Xakpûr dibêje, bi taybetî "99 Morîkên Belavbûyî" hilbijartiye û wisa didomîne: "Ev berhem rastiyên Rojhilata Navîn û bi taybet kurdên Sûriyeyê ku bi neçarî tûşî şeran bûne û her wiha pirsgirêkên xelkê sivîl ên di nava wan şeran de vedibêje. Roman êş û elem û kambaxiyên ku carinan bi evînê re têkel bûne radixe ber çavan û rastiya hebûna mirovan li wî welatî bi awayekî realîstî raber dike. '99 Morîkên Belavbûyî' xwîner carinan li kolanên Ewropayê û carinan di nava kavilên şer de, carinan bihêvî û carinan bêhêvî ber bi encameke renge xembar ve dibe."

Xakpûrê da zanîn ku roman pêwendiyeke xurt bi xwînerên Rojhilata Navîn re çêdike û wiha domand: "Nivîskar wate û têgeha 'welat' a ku li cem xelkê Rojhilata Navîn heye, bi awayekî herî baş di naveroka romanê de tîne ziman û dijwarî û zoriyên jiyanê bi zimanekî zelal û wêjeyî vedibêje. Ya rast sedema sereke ya ji bo wergerandina vê romanê ev bû rastiyên jiyana gelê min bi awayekî herî baş tê de hatine teswîrkirin."

Wergêr Xakpûr diyar dike ku ev roman jiyan û çarenivîsa kesekî bi navê Azad vedibêje ku li Almanyayê penaber bûye. Tizbiyeke wî heye ku keçeke bi navê Bêrîvan berî ku Azad ji Sûriyeyê derkeve, wekî diyarî daye wî û wiha didomîne, "Çîroka jiyana Azad û çarenivîsa wî di nava wan morîkan de veşartî ye û her libeke tizbiyê beşek ji jiyana wî ya pevgirêdayî nîşan dide. Ev berhem rewşa dijwar a jiyana penaberên ku ji welatên xwe koç dikin radixîne ber çavan. Bê guman em ê di pêşerojê de navê Helîm Yûsiv li rex romannivîsên navdar ên cîhanê bibînin. Romannivîsê ku ji nava dilê vî gelî derketiye û dikare gelên cîhanê ber bi dîtina şerên malkambax ên biyaniyan kirine vê herêmê, ve bibe."

Romana Helîm Yûsiv "99 morîkên belavbûyî" di sala 2015'an de ji aliyê  Weşanên Peywend ve hatibû weşandin. Romanê ku ji 150 rûpelan pêk tê, di sala 2018'an de çapa wê ya duyemîn hatibû kirin.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mala Robin Hood bi 7 mîlyon sterlînê tê firotin

ad

Li vê derê kebab qedexe ye!

ad

Malbata Doku ji bo 600 mebûsî name şand

ad

TZPKurdî 'Konferansa hîndekarî û perwerdehiya kurdî' lidar dixe

ad

Heyeta Amedsporê çû serdana Erdogan

ad

Festîvala Şanoyê: Zimanê me li vir e, hunera me li vir e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname