Zaxo
Hêzeke ji Lîwaya 1 a pasevanên sînor ên girêdayî hikumeta Iraqê li çiyayên li sînorê bajarokê Batûfa û Derkarê yê ser bi Zaxoyê bi cih bûn. Rêveberê Bajarokê Batûfa Dilşêr Ebdulstar têkildarî mijarê diyar kir, ev hêz ji kurdan pêk tê û ji ber şerê di navbera gerîla û artêşa Tirk de çûne cihê xwe yê berê jî lê diman.
Li gor nûçeya Rojnewsê vê hêza Iraqê li ser çiya ala Iraqê bilind kirin.
Rêveberê Bajarokê Batûfa Dilşêr Ebdulstar li ser mijarê ji bo ajansê wisa gotiye: “Lîwaya 1 a pasevanên sînor kurd in. Baregeha wan a sereke li Batûfa ye. Ji ber vê tevgera heyî çûne cihê xwe yê berê jê vekişiyabûn. Bi sedema şerê di navbera gerîla û artêşa Tirk de çûne wir.”