Salim ÇELÎKER/ Stockholm
Tîrêj li bakurê Kurdîstanê kovara yekem e ku xwerî bi kurdî bû. Derketina vê berhemê bi vî rengî ne tesadûfî bû. Ew ewrê reş û tarî ku piştî avakirina Cumhuruyeta Tirkîyê girtibû ser welatê me, ber bi belavbûyinê va bû; kurdayetî gav bi gav geş dibû, di warê sîyasî de rûdanên nû dihatin holê. Ev yek, piştî nîvê salên 1970´an bi zelalî hat dîtin. Midaxeleya eskerî ya 12ê adara 1970´an bû wesîle ku li gîrtîgeha eskerî ya Dîyarbekirê, bi sedan kesên sîyasî bicivin. Ev sîyasetmedar xwedî nêrînên cuda bûn. Di girtîgehê de komikên cuda tine vucudê. Yek ji van komikan jî ”Koma Komunê” ye. Ev kom ji beşek DDKO´yî yan pêk tê. Di nava wan da kesên wek Ismaîl Beşîkçî, Mumtaz Kotan û Ibrahîm Guclu hene. Girtîyên ji DDKO´ya Farqînê jî xwe li vê komê digrin. Mehmet Gemîcî yek ji van girtî ya ye.
Piştî ku ceza li girtîyan tê birin, ew ji xwe re programeka xebatê çê dikin. Di nava vê programê de dersên kurdî jî hene. Mamostê van dersan Mehmet Gemîcî ye. Xwendekar Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Guçlu, Battal Bate, Yilmaz Balkaş, Fîkret Şahîn û çend navên dinê ne. Li gor ku M.Gemîcî îfade dike, Îsmaîl Xoce ew tiştên ku di qursê de fêrî dibe, bi Xelîl Axa re pratîk dike (1).
MESÛLIYA BEŞA KURDÎ
M.Gemici bi efûya 1974`an ji girtîgehê dertê, wekî mamostê edebîyatê bar dike diçe Muglayê. Di wê navê da, beşek ji DDKO'yiyan ku bi navê Komalê dihatin naskirin biryar didin ku bi navê Rizgarî kovarek derxin. Li gor ku min ji M.Gemîcî gohdarî kiriye, di vê kovarê de divê beşa kurdî jî hebe, lê di destê wan de kesên ku baş bi kurdî binivîsînin tune ne. Ji ber vî sebebî Mumtaz Kotan bo serdana Gemîcî diçe Muglayê, jê daxaz dike ku ligel wan cîh bigre û di Rizgarîyê da bibe mesûlê beşa kurdî, lê ew vê pêşnîyarîyê qebûl nake.
Di wê navê de li Kurdîstanê hereketek dinê, hevalên Dr. Şivan, xwe ji nuh ve organîze dikin. Ew, piştî demeke bi navê DDKD'ê komeleyek mekezî ava dikin. Muhterem Bîçîmlî ku hevalekî M.Gemîcî yê zaroktîyê ye, her wiha, ew ji hev pir hez dikin û bi hev bawer in, qadirek muhîm ê vê hereketê ye. Bi rêya Muhterem Bîçîmlî, M.Gemîcî hay ji vê hereketê heye. Her çikas ew li Muglayê kar bike jî, ew û Mugla li hev germ nedibûn; pîyek wî tim li Farqînê ye.
HELBESTA M. GEMÎCÎ
DDKD, kongreya xwe ya yekem li Dîyarbekirê çêkir.(2). M.Gemîcî jî bi me re, em bi hejmrek mezin beşdarî vê kongreyê bûn. Kongre pir bi heyecan û sewiye bû. Piştî vê kongereya bi serketî, M.Gemîcî şiîrek bi navê Ronahî (3) nivisî:
Lib bi lib
Mîna kuliyên berfê
Nermîn û sivik
Dahat ronahî.
Li baxçeyên mêjîya danî
Baxçe vegirt
Lib lib lib
(...)
Mizgîn li we
Ji
Lib bi lib;
Ronahî pingar da
Bû derya
Û di ser bendê de qelibî
Pelişand derbendê.
Ronahî
Bi azahî
herikî.
Di wê demê da bi kurdî nivisandin, ji bilî zanîn û kabîliyetê, riskek pir mezin bû; mirov tûşî ceza û ezîyatên Dewleta Tirk dibû. Li alî din, xebat û keda nivîskar, di êrîşekî polîsan de, berhewa diçû. Mehmet Gemîcî, ji bo parastina berhemên xwe, nusxeyek ji wan li cem min dida veşartin. Ew berhemên wî, xebatên li ser ferhenga kurdî û şiîr bûn (4).
Piştî wefata Muhterem ez bûm perpirsîyarê siyasî li Farqînê. Di çarçoveya hevdîtinên siyasî de M.Elî (Murad Ciwan) bû mêvanê min. Min berhemên M. Gemîcî yên li cem xwe nîşê wî da. Kêfa wî ji van berheman re pir hat. Ji xwe M. Gemîcî di warê edebiyat û zimanê kurdî de naskirî bû. Her wiha, hevalên me hay jê hebûn ku Gruba Komalê daxwaz ji wî kiriye ku ew bi wan re kar bike.
M.Elî, bi serokê hereketê Omer Çetîn û yên dinê re diaxife. Biryar tê stendin ku divê M. Gemîcî dev ji karê xwe yê Muglayê berde û vegere Farqînê; ew dê wekî mirovek profesyonel, karê Tîrêjê yê beşa kurmancî bigre ser milê xwe. Di warê aborî de jî, ew ê ji alîyê Partîyê (5) ve were fînanse kirin.
FARQÎN NAVENDA TÎRÊJÊ YE
Ji bo birêvebirina vî karî komîsyonek tê avakirin. Berpirsîyar M.Elî ye. Komîsyon ji M. Gemîcî, Malmisanij, Ahmet Begîk û Mem Ronga pêk tê. Berpirsiyarê beşa kurmancî M.Gemîcî bû. Ew nivîsên xwe bi navê Rojen Barnas, Filît Totanî, serxas Arda, Ferîdûn Salar û Mihemed Qasim amade dikir. Mesûlê beşa zazakî jî Malmisanij bû.
Ji ber ku piraniya endamên komîsyonê li Farqînê bûn, civîn gelek caran li wê derê pêk dihatin. Ji bilî M. Gemîcî, Malmisanij jî li Farqînê li Yatili Bolge Okuluyê mamoste bû. Vê dawiyê Ahmet Begîk jî li Farqînê dest bi karê doktoriyê kir. Mehmet Tanrikulu, wekî niştecîhekî Farqînî, geh li Batmanê geh li Farqînê bû. Loma jî divê bê gotin ku ciyê jidayîkbûna Tîrêjê Farqîn bû. Tîrêjê, ji wir ronahiya xwe li Kurdîstanê belav dikir.
Bi derketina Tîrêjê re gelek kesîn nû dest bi nivsandina kurdî kirin. Di warê kurmancî de ji Erûhê bigre heta Tetwanê gelek qelemên nû nivîs û şiîrên xwe ji kovarê re rêdikirin. Li Farqînê me, bi mamosteyîya Gemîcî, li lokala DDKD'ê, dest bi qursên ziman kir. Nivisên Tîrêjê bi armanca perwedekirina zimanê kurdî, li hucrên Partîyê dihat belavkirin.
Piştî derketina M.Eli ya dervayê welêt, Ahmet Begîk bû perpirsîyarê Tîrêjê. Çapkirin û belavkirina kovarê, jî alî wî ve dihat birevebirin.
HEJMARA DAWÎ LI STOCKHOLMÊ DERTÊ
Tîrêj, wekî kovarek demsalî di dawiya sala 1979'an de dest bi weşana xwe kir. Li ser hev çar hejmar derketin. Hejmara çaran, ji ber darbeya eskerî ya 1980'an li dervayê welêt, li Swedê hat çapkirin. Ev darbe, dawî li jiyana Tîrêjê anî. Di warê siyasî de jî em ji hev ketin. Komîsyona Tîrêjê ji hev belav bû; her yekê bi cîhekî va pekîya. Mehmet Gemîcî, bargirê Tîrêjê, li ortê ma. Wî xwe mexdûr hesiband, li Dîyarbekirê li cem muhasebecîkî welatperwer dest bi kareke kir.
01-05-2020
1-Rojen Barnas, Farqîn, Weşanên Nûbiharê, Istanbul 2013, rûpel 185
2-Kongere roja 13.10.1978 li Dîyarbekirê di salona Halk Egitim Merkezi de pêkhat, du roj ajot. Wê demêxebata DDKDê pêl dida. Hemû rêxistinên Kurd bi temsîlkarên xwe pêşdarê kongerê bûn û axaftinên bi heraret kirin. Ev kongre pirr bi heyecan û serkeftî bû.
3-Rojen Barnas, weşanên Nûdemê, Stockholm 2002, rûpel 89.
4- Rojen Barnas, Farqîn, Weşanên Nûbiharê, Istanbul 2013, rûpel 186
5-KÎP / DDKD Kaynak: Kovara Tîrêjê û Farqîn
***
Têbiniya Diyarnameyê: Ev nivîs ji malpera Rûpela Nû hatiye girtin. Sernavê nivîsê “Kovara Tîrêjê û Farqîn” bû lê me guhart.