Diyarname
Heta niha bi saya xebatên wî me gelek rewşenbîrên kurd ên ku zêde nedihatin zanîn naskirin. Ew ji çaryek sedsalê zêdetir e her li pey portreyên rewşenbîrên kurd e. Wekî ji lîsteya berhemên wî jî dixuye, wî di vî warî de heta niha xebateke pir mezin û hêja kiriye. Vê carê îcar me ji wî xwest ji me re behsa jiyan û serboriya xwe bike. Belê, portreyeke rengîn û pirhêl. Kerem bikin em bi hev re ji pênûsa birêz Rohat Alakom vê carê portreya wî bixwe bixwînin.
***
Angorî nasnameya min ya fermî ez di roja 13/5/1955an de li herêma Qersê li gundê Qewekomê hatime dinê, ev gunda bi qezeya Qaxizmanê re girêdayî ye. Herêma Qersê di navbera salên 1877-1918an de qasî 40 salan di nav sînorê rûs da mabû. Mirov bi rehetî dikare bêje ku dîya min di sala 1917 û bavê min di 1909an de li Rûsyayê hatiye dinê. Navê dîya min Qutê û navê bavê min Emîn e. Gundê me Qewekom angorî îstatîstên rûsan di sala 1889an de ji 7 malan pêk hatiye, 36 mêr û 26 jin lê hebûne. Gundekî piçûk bûye. Navê gund ji kî derê hatiye nizanim. Paşê navê gund guhartine, bi tirkî kirine Kuruyayla (Zozana Ziwa). Gundê min ne ziwa ye, ne jî zozan e! Navê Kuruyayla qet bi gundê me nayê! Di orta gund de çemek dikişe. Gund ji du taxan pêk tê: Taxa Jorê, Taxa Jêre. Gundê me di navbera gundên bi navê Pifîka Filan û Pifîka Şêxan de cîh girtiye.
Bavê min dîya min direvîne
Bavê min dîya min revandiye. Dema em zarok bûm dîya min bi saetan qala reva xwe, evîna xwe ya mezin dikir. Bavê min ji “torin”an bû. Li Serhedê wek esilzadeyên kurd hatibûn nasîn. Angorî Celadet Bedirxan peyva torin ji peyvên tov- û rind tê. Di stranên kurdî de gelek derbas dibe: “Torinê bedewê…” Dîya min ji eşîr, ji êleke din bû. Ji wan re jî digotin Xorodîk. Nizanim çima ev nav li xwe kirine. Di zimanê ermenkî de tê wateya xweşik, xwînşirîn. Kesine gelek şên û bikêf bûn, laqirdî û henekan hez dikirin. Carina bi amatorî tîyatro jî dilîstin, diketine gelek dilqên cihê. Gula gundê me Xorodîkan bûn. Xorodîka çend mal bûn, jê re digotin Mala Sano. Dîya min keseke gelek zane bû. Klam û stran, çîrok û destanên ku wê zanibû tu kesî nizanibû. Çîroka ku min zêde jê hez dikir çîroka Elik û Fatikê bû. Min serê xwe datanî li ser çoka dîya xwe, wê êdî ji min re çîrok digotin. Dîya min beşek ji van stranan berî mirina xwe qeydî bandekê kiribû, ji min re şandibû Swêdê. Di hin cîhan de mirov dibîne ku wê gelek bîra min kiriye, min bi bîr tîne: “Lawo min tu çawa têr nedîtî”. Yek ji wan stranan li ser Adilê ye:
...
De rabe, de rabe,
Meryema dilê min de rabe,
De rabe Adila dilê min de rabe,
Adilê de werê ezê destê xwe bi destê te xim,
Kêleka xwe bi kêleka te xim,
Destê te bigrim, birevînim Mala Hesen Begê Kose,
Xwedanê hezar hefsed pezê nêr e,
Di hersê mehê zivistanê bi kîsê felekê ji xwe re diçêre.
De rabe, de rabe,
Meryema dilê min de rabe,
De rabe Adila dilê min de rabe.
Konê bavê Adila min pir mezin e,
Tijî qîz û bûk, pire jin e,
Gava çavên min bi çavên Adila min dikeve,
Ez hew zanim, ji min re malê dinyalika kavil e.
Ez piçûkê malê, ango “hezkiriyê malê” bûm, lê belê carina jî çi karên bi zehmet derdiketin, birayên min yên ji min mezintir ez dişandim van karan. Ev jî qet ne xweş bû.
“Qaxizmane bi dar e / dara girtî hinar e”
Kê gotiye bîst salên pêşîn yên mirovan, nîvekî jiyana wan pêk tîne, gelek rast gotiye. Ev teza bona min jî derbas dibe. Zarotiya min, xortaniya min, qasî bîst salên min li Qaxizmanê, gundê me Qewekomê, zozana me Nebîyurdê û Qersê derbas bûn. Niha jî bira û xûşkên min ligel zarokên xwe li wir dijîn. Malbata me ji koka xwe neqetiya. Her havîn diçime seredana Qaxizmanê, Qaxizmana rengîn, tetîla xwe li wir derbas dikim. Qaxizman bi bax û baxçeyên xwe li herêma Qersê yek ji wan diyarên herî xweş tê nasîn. Dengbêjê navdar Esker Demîrbaş ku ji kurdên Qersê ye, di straneke xwe de wiha qala Qaxizmanê dike: “Qaxizmane bi dar e / Dara girtî hinar e...”. Bavê romana kurdî û nivîskarê navdar Erebê Şemo jî di romaneke xwe de Qaxizmanê dide nasîn: “Erdê geliyê Qaxizmanê cîhê fêkiyan bû, sêv, hurmê, tût, zerdelî, tirî û yên mayîn lê hêşîn dibûn, ew erd tevî avî bû, av jî destê xan de bû”. (Erebê Şemo, Jiyana Bextewar, rûp.264). Di orta Qaxizmanê de geliyekî kûr heye, di nav vî geliyî de çemek dikişe. Di binatara Qaxizmanê de jî robarê Erez dikişe, diçe ji nav erdê Îranê re tevî Behra Hezerê dibe. Ji berê de gelek kom û civakên etnîkî li Qaxizmanê jiyane. Hunermendê emerîkî yê navdar Bob Dylan di sala 2004an de diyar kir ku koka dapîra wî heta Qaxizmanê diçe.
Di sala 1962an de min li Qaxizmanê dest bi dibistana pêşîn kir. Dibistana navîn û du salên lîseyê jî min li Qaxizmanê xwend. Jiber dîtin û çalakiyên siyasî ez demekê hatim girtinê û sirgûnî Qersê bûm. Sala sisiyan min lîse li navenda Qersê xwend. Ez ji Lîseya Alpaslan mezûn bûm (1973). Dema salên xwendina pêşîn, navîn û lîseyê mamosteyên min yên gelek bi tecrûbe hebûn. Dersa min ya nivîsîna tekstan (kompozîsyon) gelek baş bû, hertim min nota “gelek baş” (pekiyi) distend. Wek mînak mamosteyekî me hebû navê wî Rasîm Fendal bû, pirtûkên wî yên helbestan hebû. Kêfa min gelek bi wî re dihat. Di zaroktî û xortaniya min de hewasa min a herî mezin xwendina pirtûkan bû. Ev evîna min wisa pêşda çû ku di dawiyê de min pirtûkeke helbestan bi navê Zarokên Yenîceyê amade kir û di sala 1971an de weşand. Li Qaxizmanê pirtûkfiroş tunebûn. Li otobosê siyar dibûm, diçûme Qersê bona ji xwe re pirtûkên nû bistînim. Min zêde klasîkên cîhanê û berhemên nivîskarên wek Yaşar Kemal, Orhan Kemal, Kemal Tahir, Fakir Baykurt û Nazim Hikmet dixwendin. Wê demê min pirtûkên kurdî qet nedîtibûn. Dema ez ketim zanîngehê, cara yekem min li Enqereyê pirûkên kurdî dîtin û vê yekê gelek kêfa min anîbû, wek minak Ehmedê Xanî, Mem û Zîn (1975), Ereb Şemo, Kürt Çoban-Şivanê Kurd (1977).
Dema ez li Qaxizmanê bûm piştî xwendina pirtûkan mijûliya min ya herî mezin bêguman futbol bû. Bi gogên lastîk û plastîk me dilîst. Carina ew diteqiyan, me dibire bal soldirûyan bona ew wan qulan pîne bikin. Wê demê gogên bi çerm çêkirî, kêm bûn. Paşê hinekî ez mezin bûm êdî min di tîma Qaxizmansporê de dilîst. Tîmeke amator bû. Em diçûne Qersê, Îdirê û cîhên din bona li hemberî tîmên dijber bilîzîn. Fêl û çalimeke min hebû ku kêfa temaşevanan gelek dianî. Wek lîstikvanê belçîkî yê navdar Eden Hazard, min jora bedena xwe “bi vira ve” li aliyê çepê xar dikir bona dijberê xwe bixapînim û paşê bi bayê birûskê min xwe davête aliyê rastê bona ku bi rehetî rê vekim û pozîsyona golê peyda bikim. Demekê şûnda dîtin û tevgerên polîtîk, rê li ber her tiştî girtin. Meydanên futbolê bûn meydanên şer û polîtîkayê!
Li zozanan
Havînan diya min û ez, yan jî yek ji birayên min em diçûne zozana me. Dema dibû havîn, Qaxizman gelek germ dibû. Dîya min digot “Germa vê Aranê em xwarin”. Ji bo kêfê em diçûn zozanan. Peyva aran peyveke dijberî peyva zozan bû, aran bi wateya qişle bi kar dianîn. Havîn dibû me ji xwe re çend çêlek peyda dikirin, em diçûn zozanan. Xaniyekî me yê piçûk li gund jî hebû. Dema mal ji zozanan dihatin xarê em jî qasî du sê mehan pêşiyê li gund diman, paşê em dihatin mala xwe ya nav bajarokê Qaxizmanê. Navê zozana me Nebiyurt bû, nêzîkî bajarokê Dîgorê bû. Du girê gelek bilind lê hebûn. Bi tirkî jê re dibêjin çîyayên Yaxlicaya Mezin û Yaxlicaya Piçûk. Zozana me di nav çar zîyaretan de cîh girtibû, nêzîkî wan her 16 gundan bû ku kurdên ezîdî berî sedsalî lê mane. Dema em ji zozanê diçûne bajarê Qersê, em di nav gundên nivîskar Heciyê Cindî (Yemençayir), gundê Wezîrê Eşo (Şirînkoy) û gundê helbestvan Şikoyê Hesen (Şatiroxlu) re derbas dibûn, hersê gund jî wek sê bûkên xemilandî li du hev rêz bibûn.
Xwendina bilind
Piştî lîseyê min salekê li Stembolê, di Enstîtuya Rojnamevaniyê de xwend (Girêdayî Fakulteya Îktîsadê bû). Paşê ez hatim Enqereyê, ketime Fakulteya Perwerdehiyê. Çend beşên wê hebûn. Min beşa “Xizmetên Psîkolojîk di Perwerdegeriyê de” hilbijart. Ev beşa wê demê tenê li Tirkiyê di fakulteya me de hebû. Paşê gelek beşên wiha li Tirkiyê hatin vekirin û navê beşê danîn: “Rêberî û Şêwirdariya Psîkolojîk”. Min gelek ji zanistiyên beşerî hez dikir, wek sosyolojî, psîkolojî, dîrok û edebiyat. Zanîngeha me li taxa bajêr, Cebeciyê bû. Fakulteyên wek Fakulteya Zanyariyên Siyasî û Fakulteya Hukukê jî li wir bûn. Ez di Wargeha (Yurd) Siyasalê de dimam. Wê demê ev taxa, taxa hêzên çepgir bû. Gelek bûyer li vê taxê çêdibûn. Atmosfer û îklîma siyasî wê demê li Tirkiyê pir xirab bû. Ez zêde tevî bûyeran nedibûm. Bi xwendina xwe mijûl bûm. Min piştî xwendinê jî di dikanên pirtûkfiroşan de kar dikir. Ji ber vê jî şansê min yê pirtûkên cihê peyda bikim û wan bixwînim gelek zêde bû. Yek ji wan li Kizilayê di Pasaja Zaferê de bû. Vê dikanê zêdetir pirtûkên ser kurdan difrot. Dikana Umît Firat û dikana Remzî Înanç jî di vê pasajê de bûn. Evîna min ya xwendinê li Enqereyê jî berdewam kir. Ez ketibûme nav pirtûkan êdî. Carcar min hin kovarên demokrat û çep re nivîs dişandin. Di sala 1976an de nivîseke min xelata yekemîn wergirt. Ev pêşbirka bi navê Ciwan û Heyva Sor di nav hemû xwendekarên zanîngehên Tirkiyê de hatibû çêkirin. Ji aliyê navenda Rêxistina Heyva Sor de hatibû amadekirin. Wê demê pereyekî baş jî wek xelat dane min. Nivîs paşê di kovara Kızılay Dergisi, nr 113/1976 bi îmzeya Ali Aydin hat weşandin. Di sala 1977an de nivîseke min dîsa bi îmzeya Ali Aydin di kovara Yeni Toplum de bi navê Asîmîlasyon û Perwerde hate weşandin (nr 22/1977).
Diçime xeribiyê
Sala 1978an ji bo min bû saleke gelek giring. Êdî min zanîngeh nû qedandibû û dîplomeya xwe ya xwendina bilind di sala 1978an de wergirtibû. Gelek kêfa min dihat. Hêviya min ew ku piştî xwendinê ji xwe re karekî bibînim, bizewicim û bibim xweyê zarok. Heman min biryarê xwe da bona herim welatekî soyalîst kurdnasiyê (kurdolojî) bixwînim. Welatên sosyalîst li ber çavên me, wek welatên here xweşik, here dewlemend û here pêşketî dihate zanîn. Vê yekê di hişê me ciwanan de wek bihûştekê cîh girtibû. Her tişt dibiriqî. Ji aliyê din jî min nedixwast derkevim derve. Nedixwast her tiştî, malbata xwe, heval û dostên xwe berdim herim welatekî dûr. Ez di navbera du avan de mabûm. Dixwast û nedixwast. Ez gelek dudilî bûm. Belê, carina Xwedê du tiştên xweş nade mirovan. Rewşa welêt jî wê demê qet ne baş bû. Şerekî hundurîn yê nedîtî di navbera komên polîtîk de li Tirkiyê û herêmên Kurdistanê berdewam dikir. Rojê bi dehan kes dihatin kuştin. Divê min biryarek bida. Di dawiyê de min biryara xwe da bona ez derkevim herim derveyî welat. Piştî çend heftan min tivdarekê xwe kir. Bi balafirekê sîyar bûm, berê xwe da Almanyayê. Heval hatin pêşiya min. Ez qasî çend hefteyan li bajarê Heidelbergê, di mala Sertaç Bucak de mam. Ev bajarê xwendekaran di Şerê Cîhanê yê Duwem de tu zirar nedîtibû, filitîbû û wek xwe mabû. Di odeya ku ez lê dimam de gelek pirtûk, kovar û tiştên kurdî hebûn ku min cara pêşîn li wir dîtin. Vê yekê gelek kêfa min dianî. Sertaç û hevala xwe ya alman rojê diçûn kar û xwendinê. Mal êdî ji min re dima. Di nav van sê heftan de ez sibê zû heta êvarê her bi kurdî mijûl dibûm. Ev cara yekem bû ez evqasî nêzî kurdiya nivîskî bibûm. Paşê ez ligel du hevalên din em çûni Bulgaristanê. Qasî du salan li Sofyayê mam. Em neşandine zanîngehê, em di malekê de diman. Çend meh bulgarî, paşê çend meh rûsî hînî me kirin. Paşê bulgaran kurdzanê navdar, dîrokzan Lazerev anîn Sofyayê, wî qasî mehekê dersên dîroka kurd da me. Du salên me bi qursan ve bihurî. Li ser daxwaza me rojnameya Rêya Teze ji me re dihat. Paşê dîsa em hatin Almanyayê, li bajarê Frankfurt/Mainê. Di sala 1980yî de darbeya leşkerî li Tirkiyê çêbû. Şansê me yê em vegerin welêt êdî kêm bû. Li Almanyayê qasî du salan mam. Min wextê xwe zêdetir dida xebatên çandî, her dixwend.
Li Swêdê, welatê min yê duwem
Di sala 1983an de vê carê min berê xwe da Swêdê. Heta niha jî ev 37 sal in, ez li wir dijîm. Paşê ez zewicîm û bûm xweyê du keçikan, navê ya mezin Sînem û navê ya din Besna ye. Sînem di nexweşxaneyê de wekî hemşîre kar dike û Besna jî di zanîngehê de beşa “Koçberiya Navneteweyî û Têkiliyên Etnîkî” dixwîne. Wisa xuya dibe jiyana min ya mayî jî dê li vî welatê min yê duwem derbas bibe. Di nav van 37 salan de min çend projeyên pirtûkan dan pêşiya xwe, bi salan li ser van mijarên gelek ji hev cihê kar kir. Yek ji wan mijarên ku zêde bala min kişand, mijara koçberî, sirgûn û xerîbîyê bû. Kurdên ku hatine Stembolê, Anatoliya Navîn û Swêdê bûn mijarên çend pirtûkan. Bi taybetî bala min ser mijara Kurdên Swêdê bû. Piştî hatina çend xwendekaran cara pêşîn di sala 1965an de komeke kurd li Swêdê peyda dibe. Hejmara wan çend kes bûne. Îro hejmara wan gîhiştiye qasî 100 hezaran. Berî vê koçberiya bi kîtlevî, tek tek kurdine din jî hatine Swêdê. Di derbarê wan de jî min kar kir, wek Mîrze Seîd (1893), Şerîf Paşa (1898), Silêmanê Kurd (Alexander Knutas, 1929), Leyla Bedirxan (1925) û Selahaddîn Rastgeldî (1947). Têkiliyên berî koçberiya kurdan jî bala min kişand. Ev jî bû mijara du xebatên din: Têkiliyên Kurd û Swêdî di Nav Hezar Salan de (2000) û Dîroka Kurdistanê di Çapemeniya Swêdî de (2016). Hemû ev xebatan bi kronolojîk hev teman dikin.
Ji Qersê heta Stockholmê
Min xwest dîrok û çanda van navendên ku zarokatî û xortaniya min lê derbas bûne jî binivîsim. Ez li Swêdê dijiyam, lê belê carina hişê min berê xwe dida Welatê Serhedê. Di vî warî de jî çend xebatên min wek pirtûk hatin weşandin: Kurdên Qersê (2009), Qaxizman (2012). Pirtûka Qaxizmanê ji aliyê Şaredariya Qaxizmanê hat weşandin. Di dîrokê de cara yekem bû ku vê şaredariyê pirtûkek diweşand. Ev berheman min li Stockholmê amade kirin. Di navbera Stockholm û Qersê de hîmîn pireyekê hate avêtin. Di derbarê herêma Qersê û Qaxizmanê de bi zimanê swêdî çi hatine weşandin, ez li pey şopa wan ketim. Min çend çavkanî û berhemên dûrîdest peyda kirin. Dema Orhan Pamûk Xelata Nobelê ya Edebiyatê wergirt, nivîskar bi romana bi navê Berf bala xwendevanên cîhanê kişande ser vî bajarê kevn. Swêdiyan zêdetir Qers bi saya Orhan Pamuk nas kirin. Bûyerên romanê wek tên zanîn li herêma Qersê derbas dibin. Stockholm kîderê Qers kîderê! Lê belê bi saya keşfkirina van hevbandûriyên çandî Qers û Stockholm nêzîkî hev dibûn.
Dawî
Di roja 13/5/2020an de ango berî 10 rojan jî ez bi fermî li Swêdê teqawit bûm. Peyveke xweş bona peyva teqawit min di kurdî de nedît, tenê di ferhengekê de ez rastî peyva “jikarketî” hatim. Ji min re hinekî xerîb hat. Belkî paşê guh fêr dibe. Li Swêdê dema mirov 65 saliya xwe tijî dike, jikarketî dibe. Bona min niha êdî jiyaneke nû dest pê dike. Ez divê ji xwe re tempoyên xebatê yên nû tespît bikim. Gelek mijarên balkêş hene ku mirov dikare pê mijûl be. Berî her tiştî divê ez wan bîranînên xwe yên ku min berî demekê dest pê kiribûn, niha biqedînim. Belkî heta çend salan portreyeke min ya baştir derkeve holê û xwendevan hin hûraliyên jiyana min baştir binasin. Min berî çend mehan hesabekî twitterê vekir: @RAlakom. Hin şopîneran ji ber vekirina vî hesabî kêfxweşiya xwe anîn zimên. Wek mînak Sertaç Bucak di peyameke xwe de wiha dibêje: “Her tweeteke Rohat Alakom wek dersa kurdolojiyê ye” (6/5 2020), Kristin Özbey jî dîtina xwe wiha aniye zêmîn: “Weka ku meriv muzeyeke online bigere” (19/3 2020). Li wir zêdetir dixwazim di derbarê ziman, zargotin, edebîyat, etnografya û dîroka kurd de hin belge, nûçe û ramanên balkêş bi gotin û wêne belav û parve bikim. Bi vî awayî di avakirina netewetiya kurd de dixwazim ez jî kevirekî dayinim ser kevirekî!
Berhemên ROHAT ALAKOM
- KURDÎ
Pirtûkên bi zaravayê kurmancî
* Di Çavkaniyên Swêdî de Motîvên Kurdî (Vejîn, 1991)
* Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan (Nûdem, 1994)
* Li Kurdistanê Hêzeke Nû: Jinên Kurd (Apec, 1995)
* Arîstokratên Kurd: Torin (Apec-2003)
* Kurdên Swêdê (Serkland, 2006)
* Ronahîya Dîrokê (Aran, 2008)
* Komkujiya Ermenîyan -1915 (Avesta, 2015)
* Xatirê Te Stockholm! Selahaddîn Rastgeldî (Apec, 2016)
* Dîroka Kurdistanê di Çapemeniya Swêdî de (Apec, 2016)
* Jinên Kurd di Çavkaniyên Swêdî de (Apec, 2016)
* Silêmanê Kurd li Swêdê (Apec, 2018)
Pirtûkên bi zaravayê soranî
* Rêxistina Xoybûn û Serhildana Araratê (Wergêr: Şukir Mistefa, Weşanxaneya Aras, 2000).
* Kurdên Stembola Kevn (Wergêr: Ahmad Taqana, Weşanxaneya Mukrîyanî, 2005).
* Elon Ahlbäck, Gera Kurdî (Wergêr: Kawa Emîn, Weşanên KDP Lîqê 4, 2013)
* Têkiliyên Kurdî-Swêdî di Nav Hezar Salan de (Wergêr: Kawa Emîn, Dezgay Roşinbîrî Cemal Îrfan, 2017)
- TIRKÎ
* Kürdolojinin 200 Yıllık Geçmişi (Komkar, 1987)
* Çağdaş Türk Edebiyatında Kürtler (Vejîn, 1989)
* Unutulmuşluğun Bir Öyküsü: Said-î Kürdi (Fırat, 1991)
* Ziya Gökalp’in Büyük Çilesi: Kürtler (Fırat, 1992)
* Yaşar Kemal’in Yapıtlarında Kürt Gerçeği (Fırat, 1992)
* Bir Kürt Diplomatının Fırtınalı Yılları: Şerif Paşa (Apec, 1995)
* Eski İstanbul Kürtleri (Avesta, 1998)
* Hoybun Örgütü ve Ağrı Ayaklanması (Avesta, 1998)
* Bir Türk Subayının Ağrı Dağı İsyanı Anıları (Avesta, 2011)
* Orta Anadolu Kürtleri (Apec, 2003)
* Dünyanın En Yaşlı Adamı, Zaro Ağa (Avesta, 2009)
* Kars Kürtleri (Avesta, 2009)
* Kağızman, Kars’ın Tadı Tuzu (Kağızman Belediyesi, 2012)
* İstanbul ve İzmir’de İsveç İzleri (Avesta, 2014)
* Kürd Kadınları Teali Cemiyet (Avesta, 2019)
- SWÊDÎ
* Svensk-kurdiska kontakter under tusen år (Apec, 2000)
* Maria Anholm, Jesidkurder (Apec, 2001). Amadekar: Rohat Alakom,
* Elon Ahlbäck, Kurdisk resa (Apec, 2005) . Amadekar: Rohat Alakom,
* Kurderna- Fyrtio år i Sverige (Serkland, 2007)
* Hem till Van i Kurdistan: “Aldrig till Constantinja” (Gunnar Ekelöf -Sällskapet-2015)
Pirûkên Svensk-kurdiska kontakter under tusen år (Apec, 2000), Elon Ahlbäck, Kurdisk resa (Apec, 2005) û Kurderna- Fyrtio år i Sverige (Serkland, 2007) herwiha wek pirtûkên dengdar (talböcker) derketine.
Pirtûkên bi wergera EREBÎ
* Rêxistina Xoybûn û Serhildana Araratê (wergêr: Şukir Mistefa, Weşanxaneya Kawa, 2000).
* Şerîf Paşa (Wergêr: Şikur Mistefa, Weşanxaneya Spîrêz, 2004).
* Di Folklora Kurdî De Serdestiyeke Jinan (wergêr: Xelat Ehmed, Weşanxaneya Kalime, 2011, Abu Dabi)
Bi wergera FARISÎ
* Di Folklora Kurdî De Serdestiyeke Jinan (Wergêr: Ebdullah Arxa, Weşanxaneya Emû Elewî, 2015, Tehran, Îran)