Bedran Ehmed Hebîb
Bila êdî kes xweliyê neke çavên xwe û ne jî çavên xeynî xwe û berdewam nebêje kurdî yek ziman e. Di rojevê de kurdî bûye du ziman: Kurmanciya Jorîn û Kurmanciya Jêrîn. Ev navlênan jî zêdetir navlênanên zimanzaniyê ne û xelk wan bi asayî bi kar nahîne. Xelkê normal jî ji bo yê jorîn dibêje “Kurmancî” û ji bo yê jêrîn jî dibêje “Soranî”. Hêdî hêdî dinya bi van rastiyan dihese û wek du ziman ligel danûstanê pê re dike.
Par min çend name ji bo çend dezgehên weşanê yên biyanî şandin û min daxwaz ji wan kir mafê werger û weşanê yên çend pertûkan bi Dezgeha Aras bidin, wan di bersiva xwe de dinivîsîn bo Kurmancî yan bo Soranî?
Bêguman kurdî di bingehê de yek ziman e, wek her zimanekî din şêweyê axaftina navçeyên wê ji hev cuda ye, lê peresendin û pêşketin bi taybet di warê çapemeniyê di nav kurdan de di dawiya sedsala 19ê de, berê her du kurmanciyan ji hev qut kir. Di wê demê de ewên bi zimanê kurdî ve sergerm bûn, rêzimanên cîwaz û ji hev cihê ji bo her du kurmanciyan nivîsîn, ferhengên yek-diyalektî dahênan, ta gihişte zorbeya pisporên zimanê kurdî di zanîngehên Kurdistanê û derve de, niha yek şêwezarî dinasin. Ev bêbernameyiya ji bo kurdî, ziman xiste ber duryan û şêwezarên kurdî rêyên geşbûna ji hev cuda girtin.
Hin caran hewl hebûn ji bo bernamedariya venivîsîna ferheng û rêzimana kurdî, wek mînak ewê Korî Zanyarî Kurd li paş sala 1970 kirî, çendên wek Qenatê Kurdo, Erebê Şemo û Elî Sîdo Goranî ku ne kurdê Iraqê bûn û di Korî de kom bûn. Ew hewldanên rûwalet û şiklî man ji sedema kêmbûna desthilata kurdan di sala 1975ê û pê ve. Ziman û desthilat cot, hevseng û hevta di dîrokê de bi hev re diçin, desthilat çendî bi girift û bê şiyan be ziman jî ew çend bê şiyan dibe. Pisporên zimanê kurdî di qet serdemekê de nikarîn karê xwe yê zimanzaniyê di bernameyekê de kom bikin.
Ev derdê yekem bû, lê derdê duyem ji wê hat ku dewleta Tirk ya nû, zêdebarî qedexekirina zimanê kurdî, di sala 1928ê de alfabeya nivîsê ya erebî bi latînî guhart. Kurdên bakur hêdî hêdî alfabeya erebî ji bîr kirin. Niha ku di van salên dawî de li Tirkiyê derfet bo weşana kurdî çêbû yan jî li diyaspora pertûk, belavok derketin û malperên internet vebûn, nifşê nû tîpên erebî nenase. Ji bo zimanê kurdî derdek bûye du derd: cîwaziya diyalektê û cîwaziya alfabeyê. Niha di rojevê de her du kurmancî wek du ziman xwe dinimînin û agahiya wan ji hev zaf kêm e. Navendeke zimanzanî nîne bikaribe di têgînsaziyê (terminology) de rênmayan bide û bi yek arasteyê bibe ta “eger” kurd pêkhatin û rêkkeftin yek cur tîp yan yek alfabeyê ji bo nivîsê bi kar bînin.
Pirsyarek berdewam ji xwendewarên kurdên bakur ji min tête pirsîn: Gelo ji bo kurdî tîpên latînî yan erebî baştir in? Hindek caran ji vê bêtir: Kengî dest ji tîpên erebî berdidin û têne ser latînî? Ji bo bersiva rast û ron û rewankirina van pirsyaran, bi baweriya min alfabeya erebî bo zimanê kurdî zaf baş e, ji ber gelek sedeman.
Yekem: Wêje û edebiyata kevn a kurdî hemû bi tîpên erebî hatiye nivîsîn: Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Nalî, Hacî Qadir, Xanayê Qubadî û ewên din, ku kurdan tenê ev kelepûra hindik heye di warê nivîsînê de. Zimanê evan jî tijî ye bi bêje û biwêjên erebî û farisî. Bi ser wê de jî, di her du zimanên erebî û farisî de û kurdî jî bi ser de, çendîn deng hene ku di alfabeya latînî de beramberê wan nînin. Di vê barê de jî ku nivîseke kevn ya kurdî bi latînî dixwînî pir têj û tama wê û nirxa wê ji dest didî. Ev ji bilî ku çavkaniyên ola îslamê hemû bi tîpên erebî hatine nivîsîn, nezanîna kurdan bi alfabeya erebî, wan ji raboriya wan dadibirre. Zanayên kurd jî di dîroka kevin de bi sedan û renge bi hezaran pertûk di hemû waran de dahênabe, ev beşekî girîng ji mêjû, bîr û kultûra neteweyî ya kurd pêk dihîne, nenasîna alfabeya erebî anku dabirran ji raboriya neteweyî, ayînî û kultûrî.
Hoy û sedemeke din berê min da vê boçûnê, ew jî guhartina sîstema siyasî li Tirkiyeyê. Ev sîstema nû bi berevajî sîstema Mistefa Kemal ku rûyê wî li Ewropa bû, evan rûyê wan li welatên ereb û îslamî ne, roj bi roj di rêya vegera berev binyada resen pêngavan davêjin. Ev veger di hemû waran de berdewam e, û nîşana wê yekê dide, renge rojek bihê û alfabeya erebî bi fermî vegere Tirkiyê, bi şêweyekî yekcarî nebe jî, bi nîvenîv digel latînî. Bêguman kurd di van pirsên girîng yên Tirkiye de ne biryarder in. Eger dewleta Tirkiyê alfabe guhart bo erebî “Nîv guhartin yan jî temam”, wê demê kurdan jî li xwe digire. Eger pêngaveke wiha ji bo Tirkiye siyaset û ayîn be, ji bo kurdên me yên hejar ji wê zêdetir, yekîtiya netewî ye jî.
Ji bo neteweyekê divê alfabeyek hebe, ji bo kurdan jî alfabeya erebî zaf baş e. Pêşketina gelan bi tîpên nivîsî nabe da em bêjin em hindekê ji dinyaya hejar û nezan ku dinyaya ereb û miliman e, dûr bikevin û ewqas bextewer dibin bo nêzîkbûna ji jiyana serdemiyane û xweşbijî. Çîn û Japonê alfabeyeke wan ya taybet heye û latînî bi kar nahînin, Rûsiya jî bi heman şêwe. Ev welatên han zêdetir pêwendiya wan heye digel rojava û zêdetirî Tirkiyeya ku alfabeya xwe guhartî têkeldarî tîtal û nerêtên rojava ne. Tirkan di guhartina alfabeyê de ji zêdetirî ziyanê çi qezenc nekirin, kurdan jî ji bo guhartinê çi handerek nîne. Em nikarin dîrokê birenin û cografiya biguherin ta bibin mirovekî din û Kurdistan jî bibe tenişta Ewropa, ne jî dikarin ayînê biguherin.
Wek em dibînin dinya çendî berev pêş diçe û jiyan rojane di hemû aliyan de çawa geş dibe, ayîn wekxwe di cih de tête sepandin. Siyaseta Mistefa Kemal di vî warî de hîç armancek pêk neanî, kurdên Tirkiye jî hîç sûdek ji guhartina alfabeyê nedîtin ta ku bibe binaz bi ser kultûra kurdî de, bi berevajî ji kelepûra bav û bavpîran dabirrî.
Yekgirtina zimanê kurdî berî hemû tiştî ji wê de dest pê dike, kurd vegerin ser alfabeya erebî. Ji bo yekgirtina neteweyî jî her ev divê. Eger bixwazin ev rastî ye, nexwazin jî ne kêşe ye, lê ji ber vê boçûnê bila agir bi kesî nekeve.
Ji AKnewsê hatiye girtin