Culemêrg
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Culemêrgê di çarçoveya "jiyana bi du zimanî" tabeleya xwe guhart û tabeleya bi kurdî û tirkî daliqand.
Şaxa ÎHD'a Culemêrgê ku li ser Taxa Bulat, li ser Kolana Prz. Muhsin Zeydan e tabelaya xwe guhart.
Piştî guharendina tabelayê Serokê ÎHD'a Culemêrgê Îsmaîl Akbulut daxuyaniyeke pêşkêş kir û got: "Em wekî ÎHD yekem car li ser duzimanî me li vê derê tabela daliqandl. Li vê derê temamê gel bi kurdî diaxive. Ji bo gel saziyên xwe nas bikin me jî hem bi kurdî hem bi tirkî tabelaya xwe daliqand. Bi tabelayê me berê xwe da du zimanî. Em dixwazin gavek zûtir di warê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî gav bêne avêtin."