Enqere
Serokê DTP'ê Nurettin Demirtaş ku bi îdîaya rapora sexte amade kiriye girtî Bû serbest hat berdan.
Parêzerê Demirtaş Faruk Duran diyar kir ku Dadgeha Leşkerî ya Serfermandariya Hêzên Hewayî biryara serbestberdana Demirtaş da.
Parêzer Duran da zanîn ku dê Demirtaş bibin Girtîgeha Sincan a Tîpa L, piştî pêkanîna tiştên divên dê serbest bê berdan lê got ku wî sewkî şaxa leşkerî bikin. Niha dibe Demirtaş bibin leşkeriyê.
Her wiha digel Demirtaş 51 kesen ku dihatin darizandin jî hatin berdan.