Hevpeyvîn: Çiya Mazî
Mesût û Şîran warek ava kirine, li binê Keleha Mêrdînê. Ku mirov derdikeve bajarê kevin û li kolana tekane dimeşe, milê mirov carinan li kevirên dîwarên dîrokî dikeve, mirov li xwe dizîvire, kevir bi mirov re dipeyive, wekî dibêje “me tenê nehêlin.”
Mesût û Şîran jî xistine dilê xwe û li kuçeya hunerê xaniyek girtine, û kevir tenê nehiştine. Pêşiya xênî di ser hinek xaniyên din re li Beriya Mêrdînê, paşî jî li kelehê dinêre. Ez piyê xwe davêjim Atolyeya MANÛ, Manûyê ku dibêjin; xwedayê çand û hunerê yê Mezopotamya ye. Peykertraş Mesût û Şêwekar Şîran xuya dibin; di dest yekî de firçe li ber tualê, di dest yekî de spatûla û li ber peykerê herî ê nîvcomayî ne. Ji hunera wan de sohbeta me ya xweş dest pê dike.
Çawa ev huner derket holê, çi bû ku jiyana we hûn ber bi van rengan kişandin?
Mesût: Ez dibêjim ji zarokî tê. Dema ez biçûk bûm me xarên kevirî çêdikirin, bi rojan em bi wan re diştexilîn û dema xelas dibû jî me bi wan dilîst. Me heriya di binê çal û bîran de derdixist û bi wê heriya wekî çirava kîl me wekî qedehan û vazoyan şikil çêdikirin. Lê min nizanibû ev jî hunerek e, heta ku ez hatim dibistana amadehiyê jî.
Şîran: Ez jî dibêjim huner behre ye yetenek e, ji biçûkiyê dest pê dike. Min jî bi çûkanî kulîlk ji nava zeviyan dida hev du, dixist hundurê şûşeyan û min li ber xwe datanî min rismê wan çêdikir. Min bera dû çivîkan dida, wekî hinekî din min ew serjê nedikir, min dianî û rismê wan çêdikir. Ji heriyê me terextor çêdikir û romorkek jî bi darikan pê ve dikirin.
Kul û derdê hunermendê kurd wê giraniya xwe dide sohbeta me. Dipirsim gelo civaka me li Mêrdîn çawa li we dinêrin. fêmkirin û tahamula mirovan çawa ye?
Şîran: Niha, huner tiştekî gerdûnî ye, hunermend jî tu bixwazî nexwazî elît e. Bi vê yekê jixwe ji nêrîna civakê cûda ye. Di pêşiyê de civaka me yî aniha, dibe ku me fêm neke. Lê divê hunermend û bi pranî jî hunermendê plastîkê di vê rêyê de înat bikin.
Mesût: Hê bi çûkanî jî ku min tiştin çêdikirin gelek kesan ji min re digotin ev tiştana guneh in û hê jî carinan em li reaksiyonên wisa rast tên. Lê emê hunera vê civakê biafirînin. Em vêya zanin û em zanin ku karê me di nava vê civakê de pir zahmet e. Di wan salan de kesên ku em bi wan re ramanên xwe parve bikin pir kêm bûn. Lê aniha hinekî zêde bûne.Pirê mirovan û siyasetmedarên kurd bi awayekî sembolîk li hunera plastîk dinêrin. Saziyên fermî jî li me napirsin.
Li ser navê pêşvebirina civakê, kes û saziyên kurd, bi we re dikevin têkiliyê û fêmkirina wan, helwesta wan çawa ye?
Mesût: Ji bo ku hinek peywîrê siyasî bi cîh binin an ji bo ku hinek ji wan re, ji alî Ewropa de dibêjin tiştinan çêkin, ew jî carinan bi me re dikevin têkiliyê. Ji bo ku fêmkirina hunerî kêm e, ev yek jî sembolîk dimîne û tenê bi awayê dekorê lê tê nerîn. Me hinek tişt ji şaredariyan re çêkirin, me peykerin ji Navenda Çanda Mîtanî ya Nisêbînê re çêkir. Me ne ji bo qezencê çêkir, ji ber ku em jî xwe deyndarê vê axê dibînin. Di dawiyê de me pîrozkirin heq dikir, lê nehat ew pîrozkirin.Yekî îranî peykerekî Gilgamêş ji şaredariyeke kurd re çêkiriye. Tişten me çêkirine ne kêmî wê ye, gelek profesorên plastîkê em pîroz kirin, lê mixabin gihayê hewşê tahl e ji dehan yek jî rûmeta me ne wekî ya peykertraşê îranî bû.
Çima ev nefêmkirin gelo? Ev ji çi tê; ji asta mirovan, paşdemayina civakê, ji giraniya siyaseta kurd?
Şîran: Niha civak ji me realîzmê dixwaze, dixwazin em tenûrekê çêkin û wekî rismekî deynin. Lê em dixwazin tenûrê bi awayekî hunerî çêkin ku em wê bikin gerdûnî. Heke em wisa nekin emê li dawiya civakên pêşketî bimînin. Em dibînin di civaka kurd de hunerên din wekî muzîk wekî wêjê hinekî hatiye fêmkirin, nivîskar û stranbêj hinekî derfetên xweîfadekirinê dibînin, şano jî tê dîtin, ev yek ji dîrokê tê. Lê hunera plastîk, şêwekarî û wênekêşiyê, ji alî fêmkirinê de li paş mane.
Mesût: Pirê siyasetmedar û rewşenbîrên kurd li bakur xwe bi tiştine sembolîk tatmîn dikin. Şaredariyên kurd koşk û serayan bi trilyon pereyî çêdikin, lê hundur vala ye. Bi hunermendên kurd re nakevin têkiliyê û bi wan re şêwrê çênakin, bi yên biyan re çêdikin. Em zanin bêderfetiya civakê bi xwe heye, lê gelek tişt û pere belasebep diherin.
Gelo têkiliya we bi perçeyên axa kurdan yên din hene an na?
Şîran: Bi rastî zimanekî me û hunereke me wekî bi awayê xwezayî yê hevpar tune ye. aniha jî wekî weşanek hunera plastik ya hevpar tuneye ku em hevdû nas bikin an bişopînin. Tenê em bi hêvî ne.
Mesût: Em di sala 2004 an de çûn Başûr. Em çûn zanîngehan û dibistanên navendî, pêşketina wê derê ji beşê din pirtir e. Bi rastî em pir şaş man, tiştên pir xweşik çêdibûn. Li Rojhilat jî hebû pêşketin, lê bawerim li nav kurdên Sûrî kêm e.
Lê ma tenê bi gazinan dibe?
Şîran: Na. Hinek henin tenê gazinan dikin lê em gazinên xwe jî dikin û karê xwe jî bê navber dimeşînin. Em dixwazin hunera plastîk, peykeran û risman, zahmet be jî, bi civaka xwe bidin pejirandin.