Diyarname
Belgefîlmê derhêner Meçin Yoksu ê bi navê "Siya Avê" ku li ser Heskîfê hatiye kişandin li ser înternetê hat pêşkêş kirin.
Bendava Ilisû bajarê Heskîfê û û der û dora wê ku 12 hezar sal dîroka wê heye noqav kir. Berî pêşî li avê bê girtin û bajar û derdora wê di bin avê de bimîne ji Ajansa Mezopotamyayê Metin Yoksu ligel hevalên xwe çû wan deran, ew der kişand û jê belgefîlmekî derxist.
Yoksu ji gundê Ewtê yê Misirca Sêrtê ligel du jinan axiviye. Gundê wan jî di bin avê de dimîne û her du gundî şînê digirin. Belgefîlmê 25 deqîqeyî wan jinan, gundên derdorê, Heskîfa êdî nîn e pêşkêşî temaşevanan dike.
Belgefîlmê bi navê "Siya Avê" yekemîn car li Batmanê 16'ê reşemiyê/sibatê hat nîşandayîn, paşê li Sêrtê û dûre meseleya koronayê belav bû û li cihên din nehat nîşandayîn. Niha derhêner Yoksu ew li înternetê bar kir û belav kir.
Yên ku bişqazin lê temaşe bikin lînk: