• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Portreya Mehê

Yilmaz Beyazgul: 'Ez di yeksaliya xwe de bûm hunermend'

Dîrok : 19 05 2020 | Beþ :

Portreya Mehê

Yeko ARDIL

Ev 32 sal in li Ewropayê Mîhrîcana Govenda Kurdî li dar dikevin. Ji Parîsê, Zûrîhê heta Berlînê bi bi dehan komên govendê beþdar dibin. Her sal du rojan temaþevan bi têra xwe li govendên kurdî temaþe dikin. Mirov bi hêsanî dikare bibêje, ev xebat yek ji xebatên herî girîng yên murdên li Ewropayê ye. Em li yek ji kesê vê kedê dide, mamosteyê govendê, yê ku bi dehan kes û kom gihandiye digerin.

Ew kesekî navsere, bi rih û pora dirêj ê bi timtêleke marjînal li ber çavên me dikeve û çîroka wî bi mîhrîcanê re tevlihev dibe. Em vê mehê wî dikin mêvanê xwe yê portreya mehê.

'Bi hunerê ez ji dayik bûm'

Navê wî Yilmaz Beyazgul e, di sala 1966'an de li Gimgima Mûþê hatiye dinê.

Gava dest bi çîroka xwe dike pê re jî dikene û dibêje: "Ez di yek saliya xwe de bûm hunermend” û dewam dike: "Heþt mehî bûm, erdheja Gimgimê çêbû." Ew, ligel jinmama xwe, keçmam û birayê xwe yê mezin di bin kavilên erdhejê de dimînin. Jinmam xwe davêje ser wan û jiyana wan rizgar dike. Lê bi xwe jî bi giranî birîndar dibe. Wisa dest bi hunerê dike Beyazgul!

Belê bi xwe ji wê serpêhatiyê re jî dibêje "huner" ango ji wê karesatê jî mijareke pêkenînê derdixe. Çawa hin stranbêj dibêjin, me di zarokatiya xwe dest pê kiriye, wisa. Piþtî erdhejê fîlmçêkerên Yeþîlçamê tên Gimgimê û li ser erdhejê bi navê Facîaya Gimgimê fîlmekî dikiþînin. Yilmazê piçûk li gel dayika xwe jî di fîlm de roleke piçûk dilîze.

Lê helbet ev ne tenê henek e, di rastiya jiyana wî de ‘huner’ her hebûye û heye: "Gava zarok bûm min klam digotin. Di wî temenî de apên min rojê kartek didan min. Wê demê 25 quriþ qezenckirin jî ne hindik bû."

'Malên kurdan dizîn'

Ew dewam dike:  "Bavê min, kalê min ji ocaxa pîran in. Tembûr li mala me hebû. Min jî dest pê kir û bi xwe fêr bûm. Her çar birayan me lê dida. Her roj li mala me þahî hebû. Dê û bavê min jî tevli me dibûn. 12'ê Rezberê/Îlonê Gimgim kir cehenem. Wê demê ez xwendekarê lîseyê bûm. Sînema çandeke pir baþ bû li Gimgimê. Rojên çarþeman matîneya jinan bû, diya min jî di nav de jinan dest didan hev û diçûn sînemayê. Em zarok jî bi wan re diçûn.’

‘Me li dijî xerabkirina 12'ê Îlonê wekî çareseriyeke ji bo ciwanan dest bi xebata govendê kir. Dû min biryara konservatuarê da û heta zanîngehê dewam kir. Tevgera Kurd pêþ ketibû lê civaka ez tê de bûm kesî behsa kurdîtiyê nedikir. Di zanîngehê de ez û Nîda Tûfekçî li ser stranên kurdî yên hatîn dizîn pev çûn. Bûyerên wisa gelek bi serê min de hatin. ‘Çavkanî û herêm Amed, Celal Guzelses, nota û berhevkarî N.Tûfekçî. Tevde malên kurdan bûn. Li dijî wê jî berxwedanek pêwîst bû."

Di paþxaneya lîstikan de çîrokên hene

Ji bo Yilmaz govend gelek û gelek tiþt in û wiha pê da diçe: 'Berî ziman derkeve holê mirovahiyê bi zimanê beden xwe îfade dikir. Di rastiyê de deryayek e. Wekî mînak, lîstika ‘Lorî hey lûr an jî qertel’. Di paþxaneya wê de çîrokek heye. Di nav pergala komunê de gava nêçîrvanan nêçîra xwe dianîn, bi hev re dixwarin. Rojek yek ji wan li rastê heywaneke qertel li ser kombûyîne tê. Qertelên çiyayên Çewlikê jî navdar in. Pençên xwe li patika berxekê didin û bi hewa dikevin. Di nav wan de yek ji wan dixwaze bi tenê bixwe. Piþtre hemû dibin yek û li dijî wî qertelî têdikoþin. Gava ew nêçîrvan vedigerin, behsa wê bûyerê dikin. Bi dans wêna vedibêjin. Mirovahî ji xwezayê, ji heywanan gelek tiþt fêr bûye.’

‘Govendên me pir cure ne. Li ser masiyan, mirîþkan, bizinan û sirûþtê gelek gotine û li hev anîne. Das, meþk, rêncberî, wekî mînak qimil, qimil xesarê dide çandiniyê, lewra qimil di nav destê xwe de kom dikin û diperçiqînin. Lîstikên bawermendiyê, þahiyê, þer û þînê hene.

Govend nûneriya gelan dikin

‘Bi govendê tu dikarî nexþeya welatekî diyar bikî. Zeybek nûnertiya welatê Grekî dike, Pontos dîsa wisa, Trakya tevde Balkanî ne, Bar a kurdî ji Sêwasê dest pê dike. Yek liv û tevgerek jî bê wate nîn e, divê bên lêkolînkirin. Gelek sir tê de hene.’

Û wekî encam: ‘Niha bi bi giþtî li 80 komeleyan bi qasî 4 hezar kes li ser vî karî dixebitin.’

Mamoste simbêlên xwe yên proleter bi lêva jêr ve diþidîne,  pora xwe ya dirêj li ba dike. Diyar e, þanaz e.

Yilmaz Beyazgul di sala 1994'an de ligel koma xwe beþdar dibe û ew jî di nav pêþbaziyê de ye. Lê sala dûre ew jî dikeve nava amadekaran û ji wê demê ve ligel hevalên xwe hem mîhrîcanê amade dike, hem koman digihîne û li seranserê Ewropayê ala govenda kurdî bilind dike. 

Wî, demek dirêj di TV'yên kurdî yên wekî Medya TV, Roj TV û wekî din de jî kar kiriye. Niha li Swîsreyê dijî û tekane karê wî perwerdekirina ciwanên govendhez e. 

Gelek kar û hinêr ji destê wî tên, lê pîþeya wî ya bingehîn govend e. Gava behsa govendê dike, behsa dîroka mirovahiyê jî dike. Behsa afirîna çandê ya bi liv û lebatên govendê ve girêdayî dike, behsa diyarkirina sînoran a bi govendê jî dike. Beyazgul her ku qala govendê dike çavên wî dibiriqin. Bi vê heyecanê vê mehê me ew kir mêvanê xwe. 


Yilmaz Beyazgul nêzî 30 salan e bi karê govendên kurdî re eleqedar û dor 25 salan e ku di nav amadekarên Mîhrîcana Govendên Kurdî de cih digire. (Foto ji arþîva Yenî Ozgur Polîtîka)

Hûn dikarin li van jî binêrin

Di nav þanoya kurdî de rêwîtiyek: Berfîn Zenderlîoglu

Di nav þanoya kurdî de rêwîtiyek:...

29 03 2021

Portreya mamosteyê ku bi dehan bajaran dersa kurdî daye kurdan

Portreya mamosteyê ku bi dehan bajaran...

06 11 2020

Ji Qoserê heta Zanîngeha Sorbonê Serokê Beþê Kurdî behsa serboriya xwe dike

Ji Qoserê heta Zanîngeha Sorbonê Serokê...

05 10 2020

‘Nivîskarê Zimanê Kurdî’ Yaqob Tilermenî

‘Nivîskarê Zimanê Kurdî’ Yaqob Tilermenî

07 09 2020

Ev jî hene

Di nav þanoya kurdî de rêwîtiyek: Berfîn Zenderlîoglu

Di nav þanoya kurdî de rêwîtiyek: Berfîn Zenderlîoglu

29 03 2021

Portreya mamosteyê ku bi dehan bajaran dersa kurdî daye kurdan

Portreya mamosteyê ku bi dehan bajaran dersa kurdî daye kurdan

06 11 2020

Ji Qoserê heta Zanîngeha Sorbonê Serokê Beþê Kurdî behsa serboriya xwe dike

Ji Qoserê heta Zanîngeha Sorbonê Serokê Beþê Kurdî behsa serboriya xwe dike

05 10 2020

‘Nivîskarê Zimanê Kurdî’ Yaqob Tilermenî

‘Nivîskarê Zimanê Kurdî’ Yaqob Tilermenî

07 09 2020

Kedek mezin ji Welatan heta DÎHA û Enstîtuyê: Samî Tan

Kedek mezin ji Welatan heta DÎHA û Enstîtuyê: Samî Tan

11 08 2020

Nivîsên Nû

Mîrza Ronî

MÊZÎNA XEBATÊN ZIMANÊ KURDÎ!

Mîrza Ronî

Þêxo Fîlîk

Þerm û Jinûveavakirina Civakê

Þêxo Fîlîk

Welat Dilken

Rojnamegeriya bê nûçe!

Welat Dilken

Cemîl Andok

Aqilê Xoceyê Xasî

Cemîl Andok

Welat Dilken

Çima ne Amed lê Stenbol?

Welat Dilken

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname