Diyarname
Lîgên fûtbolê hêdî hêdî dest bi maçan dê bikin. Hikumeta Alman ji bo Bundesligayê, TFF'ê jî ji bo Super Lîgê biryar da.
Bundeslîga vê mehêdest pê dike
Hikumeta Alman ji bo lîstina mafên fûtbolê yên di lîga wan a mezin Bundesliga de biryar da. Li gor agahiyan ku hate belvkirin maçên Bundesligayê yan 15'ê gulanê yan jî 22'yê gulanê dê dest pê bikin. Ji bo vê yekê di rojên pêşiya me de biryara teqez bê dayîn.
Di Bundeslîga de roja 8'ê adarê biryara bi paşvedayîna lîgê hatibû dayîn. Lîg wekî cihê lê mayî ji hefteya 26'an dê bidome.
TFF'ê got 12'yê pûşperê
Serokê Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) Nîhat Ozdemîr dîroka destpêkirina Lîga Super a Tirkiyeyê eşkere kir. Ozdemîr wisa got: "Me biryar da ku 12'yê pûşperê lîgê bidin dest pê kirin. Dê Lijneya Zanistanê ya Vîrusa Koronayê dê biryar bide ku maç çawa bêne lîstin. Lî dê tawiya meha tîrmehê bi dawî bibe.
Ozdemîr piştî duh ligel Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettin Koça axivî bû, îro jî saet 10'an de ligel Lijneya Rêveberiyê ya TFF'ê civîn saz kiribû. Biryar piştî civînê derket. Ozdemîr piştî civînê got ku Lîga Super û Lîga 1'emîn dê rojên 12-13-14'yê pûşperê dest pê bike.
Di nav Super Lîgê de 18 tîm hene ji wan 13 tîm dixwazin maç bêne lîstin, yên din dixwazin lîg li gor pûanên niha bê qebûlkirin û îsal êdî neyê lîstin.
Di Lîga 1'emîn de jî 18 tîm hene û ji wan 11 tîm dixwazin bêne lîstin. Di Lîgên 2'yemîn û 3'yemîn de 90 tîm hene ku ji wan 73 tîm dixwazin maç bêne lîstin.
La Lîga gotibû serê mehê
Li Spanyayê jî biryar hatibû girtin ku hêdî hêdî dest bi antremanan bikin û serê meha pêşiya me jî La Lîga dest pê bike.