logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin
news-details

Nancy: Pandemî cudatî û qelşên civakî ji nû ve hildiberîne

Jean-Luc Nancy'yê fîlozof, pisporê beden û civakê, tîne bîra me ku ev karantînaya mekanî di heman demê da zemanî ye jî.

  • Dîrok: 22/04/2020
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Nicolas Dutent*


Marianne: Di nav mijarên we yên felsefî da temas jî heye. Fîlozof çawa nêzî vê serdemê dibe ku temasa “yê din” -heger hêj ramanbar be- hema bêje ne mumkin e? Ma ev metelî û şaşîtîya me hinek jî ji vê bêparîyê nayê?

Jean-Luc Nancy: Bi ya min ne wisa ye. Sifteh, ji hêlekê ve em şaş mane û heyirî ne, lê em arîyane jî, hişyar bûne, di alarmê da ne, bi liv û libatê ketine ji teref gelek tiştên din ve. Û ev hal ji ber çi be, ne ji ber temasê ye, lewre berevajî vê, ji ber zêdebûneke yekcar vîral ya têkilîyan, peyaman, telefonkirin û lêgerînan, îcadan e... Ji cîranan bigire heya hevalan an jî heya bîyanîyên ji welatên herî dûr ev tiştên vîral berbelav dibin... an jî bi gotineke din wek kewara mêşan azirî ne.

Helbet bêparî û tunebûn heye, lê wekî her carî ev bêparî taybetmendîyên ya em jê bêpar in derdixe holê. Em nikarin temasî hevdu bikin lê hêj zêdetir û çêtir temasî vê cudatî, qelş û qetînê dikin. Lê bê guman, tenê qedexekirina silava bi destgirtinê derheqê maneya vê hereketê da gelek tiştan dibêje; destgirtin ne şidandina destê yekî ye ne jî pêşî girtina wî ye bi lepikan. Ev bi xwe ramanek e.


Marianne: Di kitêbên cihê da cenabê te bi kurtasî ji bo laş dibêje (cihê ku em gav diavêjin laş e). Gelo ev cihên hebûnê ku di heman demê da wek qadên giştî tên binavkirin, divê vê karantînayê li dijî xwe wek gefekê bibînin?

Jean-Luc Nancy: Ez bi bersiva xwe ya berê ve girê bidim, cudabûn û qelş ne bi tenê ew tişt e ku em her tim temas dikinê lê ew tişt e ku bi rêya wê re em temas dikin. Temas mesafeya herî kin e, ne hilweşandina mesafeyê ye. Xemxwarina li ber karantînayê bêşik hesteke xwezayî ye û divê mirov hêvîya wê yekê bike ku têkilî û hizûra mirovan li me vegere. Lê hebûna yekî ne bi tenê ew e ku bi besîdî ji mêtrekê kêmtir nêzîkî min bisekine. Hebûna yekî, berî her tiştî, di fikr û boçûnê (nêzîkatî) da, di kiryarê da xwe dide der. Hereketek e ew, li-pêş an li-hafê-bûn e (praes-entia).


Marianne: Wisa dixuye ku nexweşîn newekhevîyên civakî beloqtir dike. 

Jean-Luc Nancy: Belê, karantîna di heman demê da newekhevîyên civakî cardin derxistin holê. Heger hûn li sîteyekê bin ku çend hezar kes ji heman market û dikanê tiştên xwe dikirin, hingê çûn-û-hatin an danûstandin gelek zehmet e ji cihekî ku li goşeyê her sikakê market û firinek hebe. Hege hûn di xanîyekî mezin da gedeyekî şeş salî an xamayeke 15 salî bin, rewşa we dûrî ciwanekî ye ku di daîreyên sosyal da dijî. Li gor tax, dibistan, perwerdehîya mamoste û derfeta kompîtera li malê, perwerdehîya we ya jidûrve an dê baş organîze be an jî dê yekcar nebe. Û helbet mirov dişê van mînakan zêde bike.

Ev tê wê wateyê ku pandemîya hanê cudatî û qelşên civakî, aborî û netewî ji nû ve hildiberîne. Maneya karantînayê, ji bo mirovên ku hînî jîyana di navbera çar dîwaran da bûye û yên ku hînî jîyana komî an jîyana li derve, li kuçe û sikakan, li qad û caféyan bûye, cuda ye.


Marianne: Em xwe li mirin û nexweşîneke lezgîn, tengezar û çavşikên diceribînin. Proust, di kitêba xwe ya bi navê Le Côté de Guermantesê da (Hêla Guermantesê), wiha dinivîse : “Xwestina dilrehmîyê ji laşê xwe wek axaftina li gel heştpêyekê ye, ku peyvên me ji bo wê ji dengê avê bêhtir ne xwedî ti maneyê ne.” Felsefe dixwaze “mirinê hînî me bike”. Lê belê gelo cîhana Rojava ji bo derseke wiha amade ye?

Jean-Luc Nancy: Erê, pandemî mirineke jibîrbûyî derdixe meydanê: ne mirina ji nexweşîyên nas, ne ya ji qeza û rûdanan, ne jî ya ji êrîşên terorê. Herwiha mirineke wisa ye ku li her derê xwe vedişêre û dişê ji heqê hemû bergirîyan bê. Em ji şerekî gerîllayî an mayînde, ji xelayê, ji bobelateke nukleer û yên din gelek dûr in.  Lê eseh, em nêzî xof û fikara mirinekê ne –bi maneya xwe ya ewil– ku ev demeke dirêj e bi vî çendî li me nas nebû. Lê ew bi rêya dagîrîya vîrûsên cihê jixwe nêz bûbû, bi taybetî jî bi AIDS û şewbên ajalî. Bi awayekî giştî, em dikarin bibêjin ku her çiqas mirin wisa xuya bû ku dûr ketibû, lê ev demek e ji nû ve li mafên xwe vedigere, wek ku ew bizavên grotesk yên li dor xewna jîyaneke ebeden dirêjkirî jî nîşanî me didin.  


Marianne: Nexweşîn êdî ne êşeke şexsî an serpêhatîyeke takekesî ye. Gava ku nexweşîn dibe îşê herkesî an acîlîyeteke sosyal ji bo civatê, çi diqewime? Gelo dibe rastîyeke sîyasî?

Jean-Luc Nancy: Tercîha min bi gotina “civakî” ve ye. Çimkî peyva “sîyasî” îro ji bo her tiştî tê bikaranîn. Nexweşîn her tim civakî bû û hê jî wisa ye. Heta êpêce civakî ye: çimkî alîkarîya kesên din divê, bi gelek awayî “yên din” dihewîne, bandorê li zerengî û qapasîteya me, têkilîyên me dike. Nexasim di çarçoveya çandeke zêde-teknîkî da, tesîr li endustrîyê, qada lêkolîn û birêvebirinê û yên din dike. Ji ber vê yekê, têgeha “bîopolîtîk”, ya ku ji bo sîyaseteke ku belasebeb midaxaleyî jîyanê dike mohreke bednave, têgeheke pûç û vala ye.

Hemû civak qet nebe ji hin hêlan ve mecbûr man ku bi tenduristî, rêjeya jidayikbûnê û xwedîkirinê ve elaqedar bin - lê bê guman ev yek girêdayî rewşa zanîn û şêwazên jîyanê ye. Di sedsala 15an da, dewletê ji bo tenduristîya gundîyan zêde xem nedixwar, lê belê heger xela an epîdemîyek çêbûya mecbûr dima midaxale bike. Di sedsala 20an da, divîyabû gelek taman û patrome (vaccine) mecburî bûna, yan na gelek nexweşîn dê bûbûna sedemên bela û bobelatên civakî-aborî. Di vê mijarê da, ji “noopolîtîk”ê bêhtir "bîyopolîtîk" tune ye - lê her sîyasetekê awayekî rêvebirina tenduristî û zanyarîyê heye...

Li vir ya dîyarker ew pirs e ka di warê tenduristîyê da çi tê hêvîkirin û çi mumkin e. Gava ku jîyan navînî/rêjeyî 50 sal dom dikir, hêvî ne mîna wê çaxê bû ku jîyan 75 sal dom dikir. Dema ku nevroz (nexweşîya derûnî) bi vî navî nedihate naskirin nedibû mijara tedawî û dermankirinê. Û dema ku molekul nedihate zanîn bê guman endustrîya dermanî jî peyda nedibû. Niha her yek ji van mînakan –û dê hezar hebên din jî hebin– derî li gerdûneke qerase ya teknîkî, pêwendîyên aborî û nirxên hêmayî vedike.


Marianne: Pêwendîya laş û teknîkê bi berfirehî vejîya. Wek kesekî ji dil emelîyatkirî tu jî wî tiştî, wî cotî, di laşê xwe da hest dikî. Van heyamên dawî, li ser vê meseleyê dubendîyek di navbera te û hevalê te fîlozofê îtalî Giorgio Agamben da peyda bû. Nakokî li kû bû, hûn li ser çi li hev nedihatin?

Jean-Luc Nancy: Di vê mijarê da bingeh û binemaya Agamben ew e ku tenduristî ne xemeke mezin e lê dilêşîyeke biçûk e. Ez li gel wî me heger qet nebe em bizanin li şûna wê çi pêznîyaz dikin. Lê wî tiştek nîne li dewsê pêşnîyaz bike, ne jî min heye. Mirovan her tim xwestîye li gor şert û mercên berdest bijîn. Helbet, heger hêvîya jîyaneke bêdawî û tijî bi zewqê hebe, arezû û vîyaneke beramber jî jê peyda dibe. 

Ya rast, sekna Agambenî ya şoreşeke wergerandî ye. Her wekî bibêje çunkî şoreşa komunîst tekno-kapîtalîst derhat, de ka em berê xwe ji ruh û gîyanê tirsnak ê vê dinyaya modern bizivirînin. Lê belê wateya “zivirandinê” an jî bi qewlê Agambenî “vemirandin”ê (désactiver) û “xistinê”ê (destituer) çi ye? Ev peyv in, gotin in, tiştekî dî li ser vê yekê em nikarin bibêjin.

Ya ku ron û eşkere ew e ku em ber bi wergerîyan û xirecireke şaristanîyê ve diçin. Lê em nikarin wê întibayê bidin ku em ji niha ve xwedî sirr û raza wê ne! Û bo niha rewa ye em bixwazin berdewam bin li jîyanê. Em dikarin ji bo dozekê bimirin jî: halê heyî dixtor û hemşîre wisa dikin. Doza wan, jîyana me ye…

Pirsa qehremanîya modern ji mêj ve tê pirsîn, ji wê demê vir ve ku qehremanîya şoreşgerî nemaye û bi tenê ya fanatîk heye. Bê guman em êdî nikarin li dor têgeha qehremanî û ne jî ya “vemirandinê” (désactivation) bifikirin – her wekî em nikarin di nav şertên tekno-kapîtalîzmê da berdewam bin. Madem wisa, qet nebe, em dikarin haydar bin, di halê hişyarîyê da bin, yanê bi îtalîya kevn di ertayê da bin: li ser bilindahîyê.


Marianne: Tu di karantînayê da çawa dijî an gelo tu xwe lê diguncînî?

Jean-Luc Nancy: Tişteke taybet nîne bibêjim. Jîyana min zêde neguherî. Çimkî temen û rewşa min a fizîkî têrê dike ku ez li male bimînim. Şikir, ya ku jîyana min parve dike dişê danûstandinê bike. Ji alîyekî din ve, vîrûsa kompîterî û teknolojîyê -ku tu jî neferek î jê, hevalê delal- gelek cih digire. Ez ditirsim ku ew me zêde bide axaftin!

Lê dibe ku ev tişteke baş jî be, çimkî zorê dide ku em bi semt û bi tedbîr bin.  

Me jixwe derheqê vîrûs û pandemîyê da her tişt bihîstîye, hemû tiştên ku nivîsbarî û algorîtmayên me, dersên me, încîlan û vedayan jixwe xistine di hişê me da. Carinan heta digihe dereceya karîkatûrîzekirinê jî. Yek radibe sûcê dixe ser komployê, yek tilîyê li globalîzasyonê ba dike, li hêlekê em li ber mirinê şaş û metel mane, li hêleke din hindek soza wê yekê dikin ku nirxên mirovatîyê li hêza xwe vegere, li vir em bawer dikin ku kapîtalîzm dê bicehime, lê li wir dibêjin ku dê cardin were ser hemdê xwe. Li vir em filan hikumetê, li hêla din filan kom û girseya neberpirs tawanbar dikin. Bîyopolîtîk an jeopolîtîk, vîropolîtîk, coronapolîtîk… Qet nebe em ê jêderên jixwe lawaz yên vê konsepta bedbext biqedînin.

Talî lê qewî girîng, em qet nekevine nav texmînan, hesab û ferazîyeyan, teşxîs û pêşbînîyên li ser paşeroja pandemîyê. Lewre ya eseh li ber me ye: heya kû derê û çawa ew ê belav bibe, heya kîjan astê dê bandora wê çêbe û ev bandor kîjan in… Ya rast, em dest bi serdemekê dikin ku bêtir ji hemû carên pêştir ne dîyar e ka dê çi bi xwe bîne pêşîya me. Bê guman, ev nedîyarî ye tiştê herî ecêb û karîger ji bo mirov û gelheyên ku hînî berdewamîyeke bi bername bûne.

Karantînaya mekanî tişteke ne ewqas mezin e li ber karantînaya zemanî: Ji niha û pê de, paşeroj bi eşkereyî dibe nedîyar û şêlû û tarî. Me ji bîr kiribû ku ev cewher û esasê wê ye. 

**

Jean-Luc Nancy Kî ye?

Di sala 1940’î da li bajarê Bordeauxyê (Bordo) ya Fransayê ji dayik bû. Yek ji fîlozofên herî girîng ên serdema nûjen e. Bi salan, li Zanîngeha Strasbourgê di beşa felsefeyê da ders da. Di serî da Descartes, Kant, Hegel û Heidegger, li ser gelek fîlozofan metnên lêkolînî nivîsîne. Ji bilî vê, bo hevçaxên xwe yên Fransî yên sedsala 20'emîn wekî Jacques Lacan, Georges Bataille, Maurice Blanchot û Jacques Derrida çend metnên cur bi cur nivîsîne ku tê da bersiva wan dide.

Mijarên wî yên sereke ku li ser dixebite ev in; kêşeya civatî, xwezaya sîyasetê, romantîzma Almanî, psîkanalîz, edebîyat, teknolojî û hermeneutîk. Nancy, bi xebata xwe ya bi navê La communauté désoeuvrée tê naskirin ku pê pirsgirêka bingeha civat û polîtîkayê ji nû ve anîye rojevê. Blanchot û Agamben bi metnên xwe yên, ji berêvkî ve, bi navê Unavowable Community û The Coming Community bersiva wî dane.

Nancy, di sala 1992’an da ji dilê xwe emelîyat bûye û ev serpêhatîya xwe, di yek ji kitêbên xwe yên herî zêde hatîye xwendin, Corpus’ê da analîz kirîye.

Fîlozofê Fransî, di van demên dawî da, bi nîqaşa li hember Agambenî ku li ser bandor û encamên polîtîk ên pandemîyê bû, cardin ket rojevê. Agamben, bergirîyên li dijî belavbûna pandemîya koronayê ku ji teref hikûmeta Îtalî ve hatine girtin, wek hincetên qaydekirina rewşa awarte (state of exception) dinirxîne. Li hember vê ramanê, Nancy, bi dêrandina bîyolojî û polîtîkayê li dijî vê fikrê derdikeve û dibêje di serdema postmodern da rewşa awarte tevî zêdebûna hereket û têkilîyên têkel jixwe bûye qayde û qûralên ji rêzê.  Loma li gor wî, desthilatdara bîyopolîtîk naşê tenasûl û zêdebûna mirovan û xisletên tendûristî yên mirovahîyê bi paradîgmayeke giştî polîtîze bike.


Têbiniya Diyarnameyê: Ev hevpeyvîn roja 28'ê adara 2020'an di kovara Marianne de bi fransizî hatiye weşandin. Hevpeyvîna ku Nicolas Dutent kiriye ji aliyê Bîlal Ata Aktaş û Cîhan Baydemîr ve ji bo kurdî hatiye wergerandin û Ergîn Opengîn sererastkirina wê kiriye. Me ji malpera kurdarastirmalari.com girtiye.


Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news

diyarname podcast #diyarname #football #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng #3deqe#diyarname21salîye

news

"Mazgal"

news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes

news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

news

ELETEWŞÎ

news

'Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê'

news

Hogir Berbir: Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û

news

diyarname podcast#nûçe #çand#wêje#pirtûk#xwendin

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Hûmara newî ay Nûbihar Akademî veciya

ad

Ji Îlhamî Ozer du pirtûk

ad

Skoçya dixwaze carek din referandûmê li dar bixe

ad

Rêveberiya Xweser ji bo Siwêdayê mîlyonek dolar bexş kir

ad

Elîfba hîmê literatûrayê ye

ad

Fîlmên kurdan li Londonê ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname