Ziman û armanc û çend pirs ji bo Komeleya Nivîskaran
Edîb Polat
Wekî tê zanîn Komeleya Nivîskarên Kurd di adara sala 2004’an de piþtî gelek zor û astengiyan hat damezrandin. Damezrînerên wê ji bilî min Serkeft Botan, Arjen Arî, Sûzan Samancî, Yildiz Çakar, Samî Tan û Sedat Yurttaþ in. Ewil navê komeleyê ji ber têkiliya wê ya bi PEN’a Kurd re “Kürt-Pen Yazarlar Derneði” bû û piþtre ji bo pêdiviya vî navî me serî li PEN’a Navneteweyî da. Lê ji ber kêmasiyên me û hin sebebên navnetewî û rewþa kurdan ya heyî, navendek din a PEN’ê bo kurdan nehat qebûlkirin. Rêveberiya komeleyê ya wê demê jî lewma di sala 2007’an de navê komeleyê wekî Komeleya Nivîskarên Kurd guhert. Heta niha komele þeþ sal in ku vekiriye û dixebite. Di nava þeþ salên derbasbûyî de sê kongre pêk aniye, çalakî, daxuyanî, belavok, tevlîbûna xwepêþandanan û darizandin jî di nav de ev komele di ber xwe daye. Hêzên dewletê li komeleyê lêgerîn pêk anîne, damezrîner derketine pêþberî dadgehê, werhasil dîrokek vê komeleyê heta niha çêbûye. Di serî de têkoþîna vî gelî, keda nivîskarên ku ji bo azadiya ramanê ketine zindanan û ya her kesên têkildar di vê dîrokê de heye. Zimanê komeleyê zimanê kurdî bûye, cara ewil saziyek bi nav kurd û bi zimanê kurdî li nav sînorê Tirkiyeyê xebat nîþan daye.
Roja 23. 12. 2010’an de Komeleya Nivîskarên Kurd a li Amedê resepsiyonek pêk anî û pilaket da þaredarên li nav bajarê Amedê. Armanc xelatkirina þaredarên ku piþtgirî dabûn pêþveçûna zimanê kurdî bû. Þaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaþ, Þaredarê Kayapinarê Mahmut Dag, Þaredara Baxlerê Yuksel Baran, Þaredarê Yenîþehirê Selîm Kurbanoglu û cihgira Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Hafîze Îpek tevlî civînê bûn û plaket girtin. Ev karekî pîroz bû, xebatek baþ bû û divê ne tenê Komeleya Nivîskaran saziyên din jî bo pêþvebirina xebatên li ser ziman karên bi vî rengî bikin.
Þaredariya Sûrê heta niha hem gelek kovar û hem jî pirtûkên kurdî çapkirine, nîqaþa ku niha li hemî Tirkiyeyê didome ya “Duzimanî” cara yekem ev þaredarî û serokê wê anî rojevê. Þaredariya Baxler, Kayapinar, Yenîþehîr û Bajarê Mezin jî pirtûk çapkirine, an jî di bultenên xwe de cih dane kurdî. Divê ev keda wan were dîtin û li dijî zahmetiyan û bertekên dewletê ew werin destekkirin.
Lê mixabin îro em dibînin ev komele ketiya nava nîqaþ, nakokî û tevlîheviyan. Ez niha wekî endamekî vê komeleyê tiþtên dibînim, dixwazim bêjim:
- Rêveberiya niha bi projeya “Wêjeya Kurd Dîroka Xwe Diafirîne” hin xebat pêþkêþ kir, hin ji wan pêk anî (mînak li Stenbolê) lê nizanim çima dawiya vî karî neanî. Ango ev proje nîvco hiþt. Sebeb çi bû, çi qewimî, divê endam agahdar bikirana, lê nekirin. Em wekî endam û ez wekî yek ji damezrînerê komeleyê li benda zelalkirina vê yekê me.
- Serokê Komeleyê yê di kongreya dawî de hilbijartî, berî dema xwe tijî bike îstîfa kir (an hat îstîfakirin), sebeb çi ye em nizanin.
- Heta niha me gazin ji siyasetmedarên kurd dikir ku çima bi kurdî naaxifin, lê niha ew siyasetmedar di zindanê de ne û ji ber daxwaza wan a parastina bi kurdî komele li ser navê xwe ji bilî daxuyaniyan tu çalakî pêk neaniye. Gelek nivîskarên endam tevlî xwepêþandan û çalakiya rûniþtina ber Þaredariyê nabin. Qet nebe me wekî endam divê ji ber komeleyê heta qada rûniþtinê meþekê pêk bianiyana. Xwedîderketin/ nederketina zimanê kurdî di rojên wiha de dixuye.
- Di þeva pilaketdayîna þaredaran de, kesê pêþkêþvan got: “Ev pilaket ji aliyê kesên ku heta niha serokatiya komeleyê kirine ve tê dayîn” û li pênc þaredaran pênc serokên berê pilaket belav kirin. Lê digel wan ez vexwendibûm jî, digel ku min du dem serokatiya komeleyê kiribû jî (2004-2007), wan erkek wiha nedan min. Ji bo çi? Ji ber kîjan hesabên biçûk, nirxandinên teng an hesûdiyê û hwd. ez hatim dûrxistin? Divê ev zelal bibe. Serokê Komeleyê yê niha berî kongreya Kurdî-Derê di sohbetekê de got ku ev tiþtek þaþ e û haya wî ji þaþîtiyek wiha nîn e, kê vê yekê pêk anîbe, wekî þexsî tevgeriyaye.
- Di þevek wiha girîng de çima hin kesên rêveberên komeleyê tevlî nebûn? Ev jî balkêþ bû ku helwestên teng û biçûk ne yên hemî endamên rêveberiyê û ne yê serokê niha Mehmet Devîren e. Serok bi berpirsiyarî tevdigere, lê lijneya amadekar a wê þevê xebatên xwe kêm hiþtine, ne pankartek ne sînevîzyon hebû, jixwe tevlêbûn jî hindik bû. Ev kêmasî bala þaredaran kiþandibû ku lewma kesek ji wan piþtî pêþkêþkirina pilaketan axaftin nekirin.
Ji bo ku kesên mîna me wekî endam di bin sîwana vê komeleyê de bimînin, divê ev pirs werin bersivandin. An na tu wateya endametiya me jî namîne.
Komele divê bi dîroka xwe re aþtiyane bixebite, ne ku hin kesan wekî “kesên din” veqetîne û dûr bike. Lijneya dîsîplînê ger bêhiqûqiyek hebe, divê li hember çewtiyan (ku berê jî hatibin kirin) bixebite, kî sebeb be derkeve holê. Proje çima nîvco mane, vê derxîne holê û mafê me endaman heye ku ew me serwext bikin.
Dîroka dinyayê nîþan daye ku armanca miletan divê mezin be, ger ne wiha be milet nabin dewlet, dezgehan nikarin ava bikin, nikarin bi pêþ bikevin. Ger saziyek li ser navê nivîskarên netewekî kar û xebat bike, mafê wê nîn e ku bide pey hesabê biçûk û teng bifikire, hin kesan dûr û biçûk bixîne.
Îro em kêfxweþ in ku hem gelê me û hem siyasetmedarên me xwedî li zimanê me dertên û ji bo þikestina asîmîlasyona dehsalan ji her kesî bêtir çalak in.
Ziman û armanc du peyvên bi hev ve girêdayî ne. Kes, kom, komele an neteweyek heke bixwaze bigihîje armanca xwe, divê ewil xwedî li nirx, ziman û dîroka xwe derkeve. Ziman ji bo armancê wesîteyek herî girîng e.
***
Nivîsên Edîb Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Bavê min Ehmedê Reþo
- Ev dil çi ji bîr dike?
- Bi Mûnzûr re çi herikî?
- “Rê”ya ber bi qeyrana dil!
- Þaþiyên ziman ên TRT 6’ê -2-
- Þaþiyên ziman ên TRT 6'ê