Diyarname
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ragihand ku ew li temamê Başûr gav bi gav derbasî bikaranîna alfabeya latînî dibin.
Li ser navê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ofîsa wî ya fermî daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin. Li gor daxuyaniyê biryar dane ku dest ji alfabeya erebî berdin û êdî alfabeya latînî bikar bînin. Daxuyanî wisa dibêje: "Hêviya me ew e di kurtedemê de ev bobelata vîrusa koronayê ji nav me rabe. Me biryar daye ku piştî ev rabe, qedexeya derve betal bibe, mirov dest bi karê xwe bikin emê jî bi alfabeya nû dest bi kar bikin. Di nav salek de emê hemû tabela, agahî, daxuyaniyan bikin latînî, di nav 10 salan de jî emê berhemên li ser kurdan ên dîrokî, yên muhîm latînîze bikin."
Li gor daxuyaniyê tê gotin ku ji ber piraniya kurdan û piraniya dinyayê alfabeya latînî bikar tînin wan ev biryar daye û her wiha daxwaza kurdan a yekalfabe jî bûye sedem ku gavek wisa biavêjin.
Li aliyê din Hikumeta Xweser a Rojava jî li ser vê yekê ragihandiye ku di vî warî de tiştek ew ji bo Başûr bikin hebe dê bikin.
Ger heta vê derê we ev agahî xwendibe îhtîmalek mezin e ev agahî li gor dilê we çêbûye, lê bizanin ku îro 1'ê Avrêlê (Nîsanê) Roja Henekê ya Dinyayê ye. Henek be jî hestek xweş e ku kurd hemû bi heman alfabeyê binivîsin.