logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. 'Pêşiya Malê' ji me re hişt û çû
  2. Ez çawa bi fitixê ketim, min çi kir û divê em çi bikin?
  3. Piştî salan eşkere kir ku ji "Basic Instinct" çiqas pere girtiye
  4. Siyadê Xelatên Ked û Rûmetê eşkere kirin
  5. Yeşîl Sol Partî dê çi bike? Va ye deklerasyona wan
news-details

Leqat: Romaneke civakî-rastiya gund û gundiyên kurd

  • Dîrok: 28/03/2020
  • Beş: Serbest

Dr. Omer Uluçay 

Edebiyat, neynik û berdevka civatê, parek zanistî û hunerî ye. Kes û civat; fikr û ramanên xwe, hest û hinavên xwe, bîr û baweriyên xwe, dua û dirûzên xwe, şîn û şahiyên xwe bi tehrekî herikbar, bedew, bi wate, zelal tîne ser ziman. Ked û evîna dilê xwe dide der. Bi van gotin û nivîsan şîretan dike, dielimîne, şîn û şahiyan hildide. Ew edebiyat e, wêje ye, helbest e, şano ye. Currên wêjeyê zêde ne. Di eslê xwe da pexşên zanistî jî parek ji wan wêje ne. 

Di nav nivîskaran da ê herî resen şair e, ew afirînerê peyvan e, dikare qut-dirêj bike, biguherîne, lê zêde bike. Lawayên olî helbestî ne. Cudahiyek, bilindiyek, herikbariyek tekstên olî hene. Kitêba Hz Dawid Neşîda Neşîdan, Gotên Avestayê, reng û dengên ayetên Qur'anê mînakên herî sereke ne. 

Şair, bi tehrekî taybet diaxivin, di zargotina wan da şiîrek rojane ya veşartî heye. Herkesek ŵê awazê nabihîze. Guhdar pêwîst e ku zane be. Dema ku şair, pexşekî dinivîse jî di nav hevokan da helbest heye, gotinên wan bi hev ra dîlan digrin, baş tên famkirin. Nûserên ku li dengbêjan guhdarî kiribin, ewna jî herikbar û gelerî diaxivin, dinivîsin. 

Mehmet Uzun(Ronî Mîna Evînê-Tarî Mîna Mirinê) bona van gotinan mînak e. Medenî Ferho(Marê di Tûr da), Diyar Bohtî (Soryaz I-II), Aram Gernas (Toka Lanetê), Perwîz Cîhanî (Bilîcan), Eyüp Kiran (Pilingê Serhedê), Hicri İzgören, Yilmaz Odabaşi, Yaşar Kemal, Receb Dildar û kesên din jî bi vî tehrî dinivîsin. 

* 

Receb Dildar (1) bi navê Leqat'ê (2) romanek weşandiye, bi zimanekî zelal, herikbar tê xwendin. Peyv, sade ne û di cih da hatine bikaranîn; di nav da zêdetir peyvên herêmî hene. Hevok zêde nê dirêjin, hêla jorîn ji panzdeh pêyvan pêk tên. Gotinên k̍alan hatine bikaranîn. Xuya dibe ku nûser şair e. Berhem ji heft par û 14 beşan pêk hatiye. Kitêb, bi şewatê dest pê dike û bi dawetiya nasîna qom û qewîlan didome. 

Leqat, romaneke gund û gundiyên dora Amedê ye. Xwezaya herêmê xweş hatiye nîşandan, deşta Diyarbekrê, Fîsê, Têrkan, çiya û baniyên wan, kanî û şikeft, sûrên Amedê bi gotinên zelal û şîrîn hatine berçavkirin. Xaniyên gundan, kolan û hewşên bajaran, xwestina jinan, zewac, mirin, rev û qaçaxî, şîn û şahî, dostanî û hevaltî, alîkarî, zilm û zordestî, zarok, hespê şeşper hatiye rûbarkirin. Karê folklorîk û çandinî leqat, gêre û bona xortan deqa mil, bona danasina berhemê, bi hûrgilî hatiye ser kaxizê. Bûyer gelek zêde ne, wekî heba tizbiyê bi hev ra ne. Bêjer, gotinan ji dev hev digrin. Axaftvan, xewn û xeyalên xwe dibêjin. Mekân ji derdora Amedê dest pê dike û digihêje Stenbolê. Lehengên romanê li Amed û Stenbolê dikevin hepsê, skencê dibînin. Malbatê da zarok, xort, qîz zêde ne, lê ji van bes yekî tenê xwendî ye. Her kesek karê gundî dike, jinek şîrfiroş e, mêr li Amedê dibe canbaz, dewar dikire-difroşe, yek feqî ye, keçek dane mêr, yek reviyaye. Du kes diherin Stenbolê dezgê zîv-kitêban vedikin, qismek mezin ji malbatê li vir top dibe. Pismamê Hesê Elî di raperîna Şêx Seîd Efendî da li ber bedena Amedê ji sînga xwe bi gulle birîndar dibe. Hesê wî di şikefta gundê Fidêlan da binax dike. Birayê Hesê ê hêja Mihemedê Porsor ser cemeda Gola Aş, piştî terşonekê zatulcenb dibe û dimire, li Gundê Bedilyê defin dikin, ew dergistî bû, Dergista wî, Hesê li xwe mahr dike. Hesê di qeza trafîkê da li Amedê dimire û li mezelê Xoselê tê veşartin. Cemîlê Hesê bi penceşêra xwînê (losemî) wefat dike û li Kaxitxanê teslîmî axa sar dikin, ew hesreta welêt dikşîne. Hesênê Cemîl li Stenbolê bi jinek Laz ra (Gülcan) dizewice. Kurê Hesên Cemîlê Hêja li Stenbolê tê dinyê, 18 saliya xwe da li Amedê vedigere û qom-qewîlên xwe nas dike, hez dike û tê Stenbolê, malbatê kom dike, kesan û serboriya Hesê, Cemîl, Hesen û Hêja (bi xwe) dide nasîn. Malbatê hişyar dike. Qala hest û hewlên Kurdî dike.

Gund e, belengazî ye, bêkesî ye, nexweşî ye, zor û zilma axa ye, qaçaxî ye, mehkumî ye, dizî ye, eşqiya ye, jin revandin, şer û lec e, esker e, tirs e, xof e. De were di nav vî agirî da bijî? Lewra emir qut e.

Leheng û bêjerê ewil Hesê ye. Hesê (Hesê Karazî); ji mala Mistefayê Evdî ye, ji gundê Karazê ye. (girêdayi Licê/ nêzî deşta Fîsê). Bavanê Hesê li ser kaniya Poxinga konê xwa vedide û dest bi lêkirina Gundê Karazê dike. Kalikê Hesê Evdo li wir vefat dike, tirb li Karazê ye. Hesê bist salî ye, wî ji bo eskeriyê dixwazin lê naçe û direve, "ji kêra eskeriyê bikim, bona çi, ên çûyî dimirin, hinek jî direvin". 

Raperîna Şêx Seîd Efendî ye, eşîr dikşine ser Amedê, Şêx Seîd Efendî kon vegirtiye, guhdarê girtina Amedê ye. Lê çetin û dijwar e. Hesê bi tifinga xwe, digel pismamê xwe Elî va êrişî bedenê dikin. Gule li sîngê Elî ket û di piştê ra derket, mirin nêzik e. Hesê vedigere mal ku dor malê esker girtî ye û gazî dikine "Hesê derê, nebe emê mala te bişewitînin. Hesê li bexçe, di nav şaxeke dara tûyê da xwe veşartî ye. Esker, agir berdidin xaniyê Hesê, tev dişewite, di nav şewatê da hirrîna hespê şeşper heta taliya emrê xwe bîr nake. 

Hesê ji Karazê bar dike tê Quwecixê, li vir dizewîce, li hev nakin, dere Hemraniyê, qonaxa dawî Bedilyê ye. Du çêlekan dibin Amedê, di rê da qeza tirefîkê da Hesê wefat dike. Kure wî Cemîl sermiyan e. Herdu gund, tên firotin Cemîl bar dike tê Elipar/Amedê (1965). Cemîl li vir cambaz e, jina wî Helîma Şêxê Eyşo şîrfiroş e. 

Hesê; herêmê baş nas dike, neçîrvan e. K̍aniyên herêmê zêde ne; Kaniya Poxingea, Zoxnînê, Înce Baba, Bedilyê û Çemê Saçilyê, Gola Aş. Hesê mêrê du jina ye. Hevalê Hesê Şexê Eyşo jî mêrê du jina ye.

Axaftvanên romanê: Hesê, jina Hesê Fatê, jina Hesê Eyşoya kor, Cemîlê Hesê, Helîma jina Cemîl, Hesenê Cemîl, Hêjayê Hesen(4 mêr, 3 jin). Her yek serboriya xwe dibê, qala malbata xwe dike. Eslê xwe da malbat şên e, kur-bira, ap-pismam, xal-xarzê, dotmam-bixalte, zêde ne.

Nûser, di nav wan da serpêhatiya çar nifşan (kal-bav-law-torin) nivîsiye. Jiyana van herçar lehengan, ji sed sali zêdetir (1900-2000) wextekê digre. Ango berhem, bi alîkari û danasîna malbatekê, li Amedê rewşa gundan û jiyana Kurdan berçav dike.

Di civaka Kurdan da çîn hene. Di jiyana çandiniyê da nirxên civatê, yên edetî, exlaqî, olî hene. Axa, beg, ronakbîr, rênçber, xulam, azeb, civilek, cotkar, esnaf, zenatkar, hosta, kesên xwedan pîşe hene. Ewna di nav hev da dibin çend paran. Têkoşina van zedetir veşartî dibe. Dawiya paşin "zor zane, zêr zane, devê tifinga mor zane". Nûser, piştgirî nekirî ye, lê rewş tarîf kiriye, girêk û nexweşî/nesaxî nimandî ye, ji cimatê/demê ra neynik girtiye.

Roman ne ya axaler, şêxler û ya beglera ne. Gotin ya kesên belengaz in, ew diaxivin. Nûser dawet dike, werin li vê perîşaniye binêrin, vê pirsgirekê çareser bikin. Ew neketiye derdê qelemşoran ku bidin teqlan û bigrin manan. Pewîst e ku rewşa civaka xwe bi her babetî, bi kêm û zêdehiyan nas bike. Li ser vê şûnda mayînê, lîstok û xirecir nebe. Dest bi hevdin, mijarê li hev parvekin, serê qeleman tûj bikin, kesên di xew da hişyar bikin. Kêmasî û mixenetiyan li ortê raxin

Nivîsîn; ne bi qest e, ne bi qerez e, ne bi bez e, ne bi lez e, ew safî naz û miraz e.

Ev mijar û bûyerên ku bi kurtî hatine xulasekirin zedetir, di berhemê da neqş hene. Bona xwendin û famkirinê, pewîst e ku tekst careke din, serûbin were şe kirin. Wê çaxê t'ayên li hevşidî ê verişin, darpiştê tevnê ê xweş bişixule, gura tevnê ê kar bike, bi ser keve.

Nirxandin. Ez ê çend gotinan jî li ser pêwistî û giringiya "nirxandin"ê bikim. Nirxandina kesekî, berhemekê ewqas ne hêsan e, ew mohr kirine, pîvan e, qiymet e. Roman e, qala zehf tiştan dike. Herhal pêwist e ku meriv nebêje 'qala çi nekiriye?'.Wê çaxê meriv a dilê xwa dixwaze. Lê ku meriv bêje 'qala çi dike?' îcar meriv ya dilê wî nas dike. Her kesek mastê xwe tîne bazarê. Ne bi nirxên şexsî, lê bi nirxên bazarî hunerî pêwist e ku ji berhemê ra rêzek bê girtin. Nirxandin jî huner e helbet. Ew mohrek xakandî ye. Xwende, pîver pewist e ku hespê xwe zeft bike, we mohrê; rasthate û bi hêrs, kîn, qerez bi kar nîn e. Wekî hakimekî adil bîryar bigre. Ez dibêm her berhem hêja ye, nûserê berhemê xwedî rêz e. Rast e her eser ne wekî hev e. Vê demê, pîver berheman diwezînin û giraniya wan beyan dikin. Em dibêjin "kêla mana tijî nabe". Nirxdar pêwist e ku bi keda nûser şa bibe, bona yeka baştir peyda ke wî teşwîq bike. Bi kevir avêtinê rê naqede, kursî bilind nabe, bi "ezîtiyê" kes bi ser nakeve. "Bêje baş e ku baş were". İşareta kê̍ masiyan jî şert e. Nirxên edebî, însanî dilan ronî û honik dikin, bes bi pesandinê nabe, nirxdar ne delalê mezata ne. Bi keda bi hev ra, kes, gel, însaniyet bilind dibe. Nirxdar ê berhemê şe ke, ji ber t'a jê diqirpin, ne xem e, dawiyê da xweşiktir dibe.

Birêz nivîskar Receb Dildar, bi pêşkiriya Leqatê ji me ra derîki sohbetê vekir. Em pispor in; em ê li ser civata xwe bifikirin, biaxivin, hevudin temam bikin, lewra ez ji birêz nûser ra spas dikim. Di berheme da hinek mijarên din jî bala min dikşînin, ez ê li ser wan jî bisekinim.

dr.ulucay@hotmail.com


1- Receb Dildar (Amed,1958): Xwendegeha Mamostatiyê, li Kırşehir'ê qedand, şeş salan mamostatî kir, çar salan li Amedê zindanî ma. Bi helbestê derket meydanê (1982). Çîrok nivisîn, karê wergerê kir. Xelatek ji Nûbihar'ê hilgirt. Nivîsên wî di kovar û malperan da hatine/tên weşandin. Xwediyê arşîvek fotqiraf e. Bavê çar ewlada ne. 

Berhemên wî: 

1. Kewê Canê (helbest, Weşanxaneya Hîvron, 2003) 

2. Dewran (Roman-Seyit Alp, wergera Kurdî, Weşanxaneya Doz, 2006) 

3. Şikefta Xwekuştinê (çîrok, Weşanxaneya Avesta, 2008) 

4. Li Dû Xezalekê (Çîrok, Weşanxaneya Ava, 2011) 

5. Kitana Spî (Çîrok, Weşanxaneya Nûbihar, 2015) 

6. Leqat (Roman, Weşanxaneya Dara,2018) 

7. Dojeh (Çîrok, Weşanxaneya Dara,2019) 

2- Receb Dildar: Leqat, Dara Yayını, Diyarbakır, Enes Basın Yayın Mat. İstanbul, 2018,184 s, 13.5 x 21 cm (Karton kapak, Saziya Bergê:Fewzi Bilge, Kurdî-Roman


Parve Bike

Youtube Me

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

news

Newroz Pîroz Be / Newroz Pîroz Bo

news

Klîba Newroza 2022'yan

news

Belgefîlm-Documanter

news
Nivîsên Nû
news

Nav û nav û nûçikên kurdewarî

  • Kazim Polat
news

Kenê Kulîlkê

  • Mîrza Ronî
news

Di psîkoanalîzmê de xwe-bûn û îd

  • Çorê ARDA
news

bo demê

  • Omer Dilsoz
news

Kurdî, xwendevanî û sî salên nivîskariyê

  • Cîhan ROJ
news

Şevbuhêrk û Şîrînahî

  • Aytenxan
Ev jî hene
ad

Tucrube bû şampiyonê şampiyonan

ad

'Tevgera kurd a herî xurt e lê dinya nabîne'

ad

Helbesta Bakur û halê helbestên lîseyiyan

ad

Di 5 pirsan de Mîrîtiya Erdelan

ad

Helbijarteya Kurdistanê di Sipora VIVA'yê bû yekemîn

ad

Endamê DBK Îsa Huso di êrîşa bombeyî hat kuştin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

'Pêşiya Malê' ji me re hişt û çû

  • 31 03 2023
news

Ez çawa bi fitixê ketim, min çi kir û divê em çi bikin?

  • 30 03 2023
news

Piştî salan eşkere kir ku ji "Basic Instinct" çiqas pere girtiye

  • 30 03 2023
news

Siyadê Xelatên Ked û Rûmetê eşkere kirin

  • 30 03 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname