Diyarname
NASA'yê ji fezayê ve wêneyê bendava Ilisû ku Heskîf noqav kir bi gotina "Berdêla vê yekê dê hebe" weşand.
Bendava Ilisû Heskîfa ku dîroka wê digihîje 12 hezar salî noqav kir. Niha roj bi roj Heskîf û derdora wê di bin ava bendavê de dimîne. NASA'yê ji fezayê ve wêneyê bendavê weşand. Wêneyek di 22'yê reşemiya 2019'an, wêneyê din di 13'yê adara 2020'an de hatiye girtin û di wêneyê duyem de bi awayekî zelal bendav dixuye.
Ligel wêne gotarek jî hat parvekirin ku di vê gotarê de li ser bandora ku bendavê li der û dor piştiye hat sekinîn. Di gotarê de tê gotin ku li Tirkiyeyê ji bo mezinkirina aboriyê û enerjiyê ev bendav hatiye çêkirin û wisa hatiye gotin: "Lê dê berdêleke vê yekê jî hebe." Di gotarê de il ser aliyên neyînî yên bendavê jî hatiye sekinîn û gotiye ku bendav bandorê li 190 kîlometreçarqorzî dike. Hatiye gotin ku bendav dema bi temamî bê dagirtin dê hema hema hemûyê Heskîfê noqav bike û ji 70 hezar kesî zêdetir mirov dê bikevin bin bandora vê yekê. Her wiha di gotarê de gotine ku bi bendavê re ava ji bo Sûriye û Iraqê diçe jî dê kêm bibe.
Li gor gotarê rojane 15 santîmetre (6 inch) asta avê bilind dibe û di mehên pêşiya me de dê 50 metre (160 fit) bilind bibe. Bi bilindbûna avê re bi hezaran şikeftên li vê derdorê, keleha Heskîfê ku berê ji aliyê Romayî, Moxolî, Tirkên Selçûkî ve hatiye dagirkirin di bin avê de bimîne."