Diyarname
Komek ciwanên kurd li Seyr-î Meselê ev çend meh in bi navê "Şêwra xwendinê" rêzeçalakiyên sohbetê li dar dixin. Mijara vê carê ya Yêwra Xwendinê "Helbesta Kurdî û Cegerxwîn" e.
Her kesê/a bixwaze dikare beşdarî vê şêwrê bibe. Ji bo beşdarî pisporî, hakimbûna wêjeyê û gotinê ne lazim e. Di şêwrê de her kesê beşdar dibe li ser mijara hatiye diyarkirin dîtin û fikrên xwe tîne ziman, ked û fikra xwe bi beşdarên din re par ve dike.
Heta niha di bernameya "Şêwra Xwendinê" de ev mijar hatin nîqaşkirin:
1- Şivanê Kurmanca, Erebê Şemo
2- Mîrname, Jan Dost
3- Bendname, Remezan Alan
4- Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
5- Bîhoka Li Pişt Sînor, Arjen Arî
6- Soryaz, Diyar Bohtî
7- Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, Şener Özmen
8- Mêmê Alan (Şano), Evdirehîm Rehmî Hekarî
9- Hevind (Şano), Celadet Alî Bedirxan
10- Bîra Qederê, Mehmet Uzun
11- Birîna Reş, Musa Anter
Bernameya “Helbesta Kurdî û Cegerxwîn" vê şemiyê li dar dikeve.
Şêwra Xwendinê
Roj: 26.12.2010 (Yekşem)
Saet: 16:30
Ciyê Civînê: Seyr-î Mesel
Navnîşan: İstiklal Cd. İmam Adnan-Nane Sk. No: 5/4 Beyoğlu/İstanbul
Tel: 0 (212) 244 97 89
Mail: seyrimesel@hotmail.com