Zekî Ozmen
Civînên gel ên Roj TV yên li Ewropayê berdewam dikin. Di civîna Komeleya Kurdan ya Giessenê de ji birêvebirên Roj TV bernameçêker Zîlan û Tariq Hemo hem rewşa Roj TV ji gel re şîrove kirin û hem jî gel pêşniyar û rexneyên xwe yên li ser weşana tv’yê guhdarî kirin.
Bernameçêker Zîlan di civînê de anî zimên ku heta niha hêzên navneteweyî li ser daxwazên Tirkiyeyê dixwestin bi riyên siyasî pêşî li Roj TV bigirin lê belê ev demeke ew stratejî guhartine û niha dixwazin bi riyên aborî pêşî li weşana wan bigirin.
Her wiha Zîlan bal kişand ser wê yekê ku niha baca pereyên wan ên ku bi awayekî nehiqûqî destserkirine tê xwestin û ev yek wisa bilêv kir: “Şîrketa ku ji Med TV re bername çêdikirin di 98’an de bûbû armanca operasyonekî û di encama wê operasyonê de hem amûr, arşîv û hem jî pereyên wê hatibûn desteserkirin. Bi biryara dadgehê ev operasyon li dij qanûnê hatibû dîtin û ew wî demî neçar mabûn amûran û arşîvan bi şûn de bidin lê belê pere bi paş ve nedabûn. Dadgehê herî dawî biryar da ku divê ev pere jî teslîmî şîrketê bê kirin lê belê ji bo pereyan şûnde nedin, li hincetan digerin. Ew îca doza baca pereyên ku ev bi salan e di destên wan de ye dikin û ev di dîrokê de cara yekem e ku doza tişteke wisa tê kirin.”
Rêveberên televîzyonê gotin ku dema operasyonên mezin ên li dijî kurdan çêdibin, ji her hêlî ve hewlên pêşîlêgirtina medyaya kurd tên dayîn û ev bûyera nû jî bi hewla dagirkirina Başûrê ve dest pê kiriye.
Bernameçêkera Roj TV behsa hêza ragihandinê ya Roj tv jî kir û wisa got: “Dîmenên Roj TV ji hêla gelek tv’yên cîhanî ve wekî çavkanî têne bikaranîn, Deniz Baykal bi xwe di dema operasyona Zapê de li xwe mikur hat ku ew ji ber agahdariyên berfireh ên di derbarê operasyonê de li Roj TV temaşe dike. Ji xwe tîmeke taybet ya RTUK û ya Serfermandariya Tirk jî ji bo temaşekirina Roj TV hatine damezirandin. Nîşana wê yêkê jî ew e ku di dema operasyonê de me behsa ketina helîkopterekî kir û artêşê di heman rojê de daxuyaniyeke berevajî da.”
Tariq Hemo jî behsa girîngiya Roj tv ji bo kurdan kir û anî zimên ku Roj TV dengê gel e û divê gel li tv’ya xwe xwedî derkeve. Wî jî bi bîr xist ku heta niha televîzyonê bi piştgiriya gel xwe bi rê ve biriye û heta piştgiriya gel hebe, dê kurd bê Roj TV nemînin.
Ji hêla din ve kurdên beşdar jî dîtinên xwe anîn zimên. Jineke bi teman got ku dema Roj TV were girtin ew jî wê bimre û ev yek bû sedema deqîqeyên hestiyarî yên beşdaran.
Di vê navberê de di dema civînê de beşdaran di nava xwe de bi armanca piştgiriyê pere ji bo Roj TV dan hev û biryar dan ku her meh mehanetiyek ji bo televîzyona wan ji hesabê wan bê bi rê kirin. Hate gotin ku ew her meh baca tv û radyoyê didin saziya ragihandinê ya almanan û divê bacê bidin tv’ya xwe jî. Gelek beşdarên civînê anîn zimên ku ewê di nava xwe de komîsyonekî ava bikin û ji bo piştgiriya tv’ya xwe di nava gel de bigerin.
Hate gotin ku wê hê lii gelek bajarên din bi heman mebestê civîn werin lidarxistin û civîn bi rexneyên di der barê bernameyên Roj TV û pêşniyarên di der barê dema nû ya weşana Roj TV bi dawî bû.


