Amed
Encamnameya 1'emîn Konferansa Çand, Huner û Wêjeya Kurdî a ku du rojan dom kir hate eşkerekirin.
di 11 û 12'ê Kanûnê (Berfanbarê) de bi tevlîbûna 200 delegeyan li Amedê pêk hat, aşkera bû.
1'emîn Konferansa Çand, Huner û Wêjeya Kurdî 11-12'ê vê mehê li Salona Konferansê ya Navenda Çandê ya Cegerxwîn hate li dar xistin. Di konferansê de ji her çar parçeyan li dor 200 delegeyî amade bû û bi dehan kesî gotarên xwe pêşkêş kirin.
Konferansa ku ji aliyê KCD'ê (Kongreya Civaka Demokratîk) ve hate organîzekirin encamnameya wê ji aliyê nivîskar Mulkiye Birtane ve hate xwendin.
Di konferansê de mijarên wekî ‘Dîroka çanda kurdan, rastiya wê ya civakî û çavkaniyên wê’, ‘Rewşa rojane ya çand, ziman û wêjeya kurdan’, ‘Rewşa hunera kurdan, pêşketina hunera civakî, exlaqî û rewşenbîriya civakî’, ‘Berpirsiyariya rewşenbîran a polîtîk û sincî’ hatin nîqaşkirin.
Bîrtane, got ku piştî gelek nîqaşên li ser gelek mijaran konferansa me wan ev xal wekî biryar girtine û wê ev xal ragihand:
* Di nîqaşan de erdnîgariya ku kurd li serê dijîn, wekî navenda şoreşa neololîk û şaristaniyê hate destnîşankirin. Şoreşa çandiniyê (kiştûkal) bi pêşengiya jinê pêk hatiye û lewre jî rista jinê di afirandin û teşedana nasnameya kurdî de diyarker e. Çand û nasnameya gelê kurd jî di bin kartêkirina vê şaristaniya vê erdnîgariyê de teşe girtiye. Gelê kurd ligel hemû êrîşên dagirkeran nasnameya xwe ya çandî, di nav mercên jiyaneke suriştî û azad de parastiye, bi pêş xistiye û heta roja îroyîn aniye.
* Delegasyona konferansê bal kişand ser vê yekê ku civaka kurd civakeke rengîn e ku di nava xwe de bîr û baweriyên cuda û zaravayên cuda dihewîne. Lewre jî divê li ser navê yekgirtina neteweyî "yekrengî" li ser civaka kurd neyê ferzkirin. Her wiha hate gotin ku divê yekgirtina civaka kurd a zimanî bi awayekî demokratîk û suriştî pêk were.
* Konferansa me gihîşt wê baweriyê ku di vê serdemê de dîrok, çand û kelepûra kurdî ji her demê bêhtir di bin zordestiya siyasî ya serdestan de ye. Her wisa bi pêşketina çemka cîhangeriyê jiyana kurdan a civakî û çanda kurdî ya resen bi êrîşên nehênî ên gerdûnî re rû bi rû ne. Lewre jî divê rewşenbîrên ji çar parçeyên Kurdistanê li hemberî van êrîşên herêmî û gerdûnî yên desthilatdaran ji parastin û pêşvebirina nirxên çandî û hunerî yên xwecihî hêza xwe bikin yek.
* Konferansa me piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê ya li 3 parçeyên Kurdistanê ku taybet li Bakur û di çareseriyê de rola birêz Abdullah Ocalan ya siyasî ya ramangerî girîng dibîne û ji bo ku ew karibe rista xwe ya çareseriyê baştir bi cih bîne, bang li desthilatiya Tirkiyeyê dike mercên pêwîst pêk bîne. Konferansa me destkeftinên li başurê Kurdistanê jî bi kêfxweşî pêşwazî dike. Parastina wan wekî erka neteweyî dibîne.
* Delegasyona konferansê gihîşt wê biryarê ku ji bo azadiya gelê kurd û hevgirtina çanda kurdî pêdivî bi yekîtiya neteweyî heye. Lewre jî em bang li partî û rêxistinên kurd dikin ku rojekê berî roja din konferansa neteweyî pêk bînin û stratejiyeke neteweyî ya hevpar ji bo azadiya gelê kurd diyar bikin.
* Konferansa me gihîşt wê biryarê ku saziyeke neteweyî ya çand-huner û wêjeyê ava bike, nûnerên wê ji zanyarên li seranserî Kurdistanê bên neqandin. Ev sazî li çand, ziman û kelepûra kurdî xebatan bike. Bi vê mebestê malpereke pirzaravayî were sazkirin û akademîsyên karibin li ser mijarên diyarkirî lêkolîn û berhemên xwe biweşînin.
* Beşdarên konferansê xwest der barê warên cuda yên çand-huner û wêjeyê de konferansê serbixwe werin lidarxistin.
* Konferansa me bi yekdengî piştgiriyê dide Kampanya Zimanê Kurdî ya bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk li Bakur dest pê kiriye.
* Konferansê biryara avakirina komîteyeke demdemî ku karîgerbûna biryarên vê konferansê teqîb bike û cih û dema konferansa sala bê diyar bike. Her wiha biryar hate girtin ku ji niha pê ve bajarê ku konferans lê were pêkanîn, wekî "paytexta çanda kurd" were ragihandin. Delegeyên konferansê pêşniyar kir ku konferansa sala bê li bajarê Hewlêrê pêk were.
* Beşdarên konferansê bang li hemû hunermend û nivîskaran dike ku heta konferansa sala bê, ji zaravayekî din ê kurdî 50 peyvî hîn bibe û wan axaftina xwe ya rojane bi kar bîne.
* Beşdarên konferansê ji amadekarên konferansê dixwaze ku gotarên vê konferansê wekî pirtûk çap bike.
* Zarok pêşeroja civakekê ne. Lewra jî konferansê biryar girt ku derbarê zorakan de projeyek taybet amade bike."
***
Nûçeyên eleqedar:
- 'Divê siyaseta kurd li hemberî çandê demokrat be'
- Di konferansa çand û hunerê de yekîtiya kurdan
- Li Amedê Konferansa 'Wêjeya Kurdî' tê lidarxistin