logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji tecrubeya galîsyayiyekî pirsgirêka zimanê kurdî

Nivîskarê galîsyayî Sechu Sende li ser tecrubeyên galîskî rewşa kurdî nirxand.

  • Dîrok: 08/12/2010
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Cemil Oguz

Di gulana 2010'an de Weşanên Avestayê pirtûkek bi navê “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim” weşand. Ji pirtûkên bi kurdî hatine weşandin cihêtir ev pirtûk bi buhayeke erzan (4 TL) hat firotin û di 6 mehan de dîsa ji pirtûkên kurdî yên din cihêtir eleqe dît û çapa wê ya 6'an jî hate weşandin. Bi vê pirtûkê re nivîskarê pirtûkê Sechu Sende jî hat nasîn û tevî wî zimanê wî galîskî û welatê wî Galîsya. Sence bi zimanekî mîzahî mijar girtine dest, ew li welatê xwe tê nasin û jê hez dikin, bi vê pirtûkê re li nav kurdan jî hat nasîn û jê hat hezkirin.

Baweriya Sende bi biratiya zimanan heye, her hêviya wî ew e ku ziman pêş bikevin.

Sechu Sende yek ji galîsyayiyan e ku bi zimanê galîskî ku di dema dîrkator Franco de hatibû qedexe kirin dinivîse, diaxive, dixwaze wî zimanî pêş bixe. Bi vî alî xwe gelek dişibe nivîskarên kurdan. Wekî gelek nivîskarên kurd keçeke nivîskar Sende jîheye. Sende di pêşeka pirtûka xwe de wisa gotiye ku ev gotinên wî gelek dişibin gotinên ji bo kurdan û kurdî hatine gotin jî: "Keçek min a yek salî heye. Navê wê Estrela ye. Du meh hefte berê keça min dest bi vegotina hin peyvan kir: Dayê, bavo, kûçik, av û hwd. Ez hêvî dikim wê Estrela tu demê dest ji dîtina xewnan a bi zimanê xwe bernede. Zimanê me gelek taybet e, ez bawerim dişibe zimanê we (Qesta wî kurdî ye). Ez bi zimanekî diaxivim, hin naxwazin pê biaxivin. Ez bi zimanekî diaxivim, hin dixawzin vê biçûk bixin. Ez bi zimanekî diaxivim hin vê sansur dikin. Ez bi zimanekî diaxivim hin dixwazin wî ji holê rakin."

Weşanên Avestayê ji bo beşdarî Fûara Pirtûkan a TUYAP'ê bibe Sende vexwend Tirkiyeyê. Sechu Sende pêşî li TUYAP'ê, dûre jî li Amedê (13.11.2010) derket pêşberî temaşevanan. Wî qala zimanê xwe kir, fikrên xwe yên li ser kurdî anîn ziman. Digel ku dema wî nebû jî, li ser daxwaza hevpeyvînekê dem ji bo me veqetand û ev hevpeyvîn derket holê...

Pêşî ez vê bipirsim: Niha li welatê we rewşa galîskî çawa ye? Bi galîskî weşanên radyo, tv hene?

Niha galîskî zimanê fermî ye. Bi galîskî  radyo û tv weşanê dikin. Pirtûk têne çapkirin.

Li ser rûyê dinyayê çend kes bi galîskî diaxivin?

Li Spanya, Portekîz û Brezîlyayê 100 mîlyon kes bi galîskî diaxivin. Digel vê yekê jî du sal in li ser ziman zordarî heye. Li hemberî vê xwedîlêderketina zimanderket holê. Li Galîsyayê dewlemend zêdetir bi spanyolî diaxivin. Spanyolî prestîjê dide wan. Demek berê galîskî zimanê gelek kesan bû û sedî 90 mirovan bi vî zimanî xeber dida. Îro sedî 30'ê ciwanan wekî zimanê rojane vî zimanî bikar tînin.

Wekî kesek gelek qîmetê dide ziman, ziman ji bo te tê çi wateyê?

Ziman nasnameyê nîşan dide. Ziman vegotina neteweyekî ye. Ji ber vê yekê civak, komên polîtîk divê bersiva ziman bidin. Xwedî li ziman derkevin.

Kengê haya te ji zimanê te çêbû?

Di 16 saliya min de haya min ji zimanê min çêbû. Min dît ku diya min ji ber zimanê xwe fedî dike. Ji wê rojê de ez vegeriya ser zimanê xwe, min zimanê xwe bikar anî. Baweriya min ew e ku divê mirov ji zimanê xwe fedî nekin. Dema min diya xwe wisa dît, bi serhildêrî, bi gotinan bin dest bi axaftina bi zimanê xwe kir. Ji wê rojê de ez bi zimanê xwe diaxivim. Wê çaxê ez ciwan bûm. Ciwan ji bo zimanê girîng in. Ji ber ku ciwan pêşeroj in, ciwan xwedî wê hêzê ne ku dikarin dinyayê biguherînin.

Li hemberî zimanê we helwesteke çawa heye?

Gelek pêşdarazî hene. Divê mirov van pêşdaraziyan bişkîne. Di nav nifşê min de nû xwedîlêderketin dertê. Her ku diçe eleqe zêde dibe.

Ji bo ciwanên kurdan tu dikarî çi bibêj?

Divê mirov zimanê kurdî bi wan bide nasîn. Gelek muzîk hene. Teknolojiya nû hene. Bi van mirov dikare ziman pêşkêşî ciwanan bike. Divê bi kûrahiya kurdî re bên ba hev.

Galîsyayî bû zimanê fermî, lê kurdî hê na. Hê jî li ser kurdî zordarî heye. Di saziyên fermî de qedexe ye. Tu dikarî çi bibêjî?

Tiştên ku îro kurdî dijî em 40-50 sal berê jiyan. Dema galîskî li dibistanan qedexe bû me gelek eziyet dît. Bi taybetî di dema Franco de. Di dema Franco de pêşî li galîskî girtin. Rewşeke ku ziman êdî neyê hînkirin, neyê pêşxistin derket holê.

Dema te bihîst pirtûka te wergerandine kurdî û weşandine hîseke çawa bi te re çêbû?

Ez wekî galîsyayiyekî xwe dilşad hîs dikim. Pirtûka min bi kurdî jî hatiye weşandin, ev yek vê hîsê dide min. Wekî din ez dixwazim kurdî bibe zimanê fermî, bibe zimanê perwerdehiyê. Hemû ziman bira ne.

Di axaftina xwe ya TUYAP'ê de te got 'tişteke girîng bû ku galîskî bû zimanê fermî lê bi fermîbûnê re yên bi galîskî axivîn kêm bûn'. Dema em li ser mînaka galîskî bisekinin û berê xwe bidin kurdî; piştî kurdî bibe zimanê fermî divê çi bê kirin?

Di zimanê kurdî de jî zehmetî hene. Divê li gor vê yekê polîtîka bêne çêkirin. Niha jî, piştî ku bibe zimanê fermî jî divê siyasetmedar bi zimanê xwe serbilind bin. Ji bo ziman pêş bikeve aboriyê jêre veqetînin. Ji bo ziman aborî motor e. Her tişt bi aborî dibe. Tu muzîka kurdî jî çêbikî jêre aborî divê. Tu pirtûkên bi kurdî binivîsî, biweşînî ev jî aborî ye. Bi fermîbûna ziman re dibistan wê vebin, wê sekrota aborî çêbibe. Aborî ji bo ziman girîng e. Dema ziman bibe fermî ji bo bi paş de neçe divê teqez siyasetmedar xwedî lê derên. Li Katalonyayê wisa bû, loma ziman pêş ket.


***


Sechu Sende kî ye?
Sechu Sende di sala 1972'yan de li Galisyayê hatiye dinê. Sende pêşî bi helbestan dest bi nivîskariyê kiriye, dûre çîrok nivîsandine û bi çîrokan ketine nav çîroknivîskarên herî baş ên Galîsyayê. Wî piştî ku Fîlolojiya Galîsya-Portekîzî xwendiye, di sala 2003'yan de bi romana xwe "Orixe" xelata Amor Blanco girtiye.
Sende, bi “Made in Galiza” di sala 2007'an de xelata Anxel Casal ku Yekîtiya Weşangerên Galîsyayê dide girtiye. Pirtûk heman salê wekî "pirtûka salê" hatiye hilbijartin. "Made in Galiza" ji aliyê Weşanên Avestayê ve hem bi kurdî (34 kesan wergerandiye), hem bi tirkî (wergera tirkî: Îrfan Guler) hate weşandin.


Têbinî: Di dema hevpeyvînê de Îrfan Guler ji bo me wergêrî kir. Sipas ji bo Guler.

***

Wêne:
1- Sechu Sende (Foto: Cemil Oguz)
2- Abdullah Keskin û keça Sechu Sende Estrela (li TUYAP'ê li Standa Avesta, Foto: Cemil Oguz)
3- İrfan Guler, Cemil Oguz, Sechu Sende (Foto: Dawûd Rêbiwar)
4- Pirtûka Sechu Sende "Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim"

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2020: Îş Bankasi 17 mîlyon heb pirtûk çap kirin

ad

Fenerbahçe derket çarîk fînalê

ad

Erdogan û Heyeta Îmralî çi axivîn?

ad

Peykerê Şêx Berzencî ji nû ve hat çêkirin

ad

Berendamên Oscarê hatin eşkerekirin

ad

‘Tuyê bibî çend salî?’

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname