Diyarname
Pêşçalakiya Bîenala Dîzaynê ya Navneteweyî ya Stenbolê “Sempozyûma Dîsaynê ya Stenbolê ya Navnetewî” bi sernavê “Çima Dîzayn, Çima Bîenal” li Zanîngeha Kadir Has a li Stenbolê li dar ket.
Bîenal ji aliyê ÎKSV’ê (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) ve tê li dar xistin. Serokê ÎKSV’ê Bulent Eczacibaşi axaftina destpêkê ya sempozyûmê kir. Eczacibaşi got ku lembeyên trafîkê, pirtûkê di destê we de hemû encamê dîzaynê ne. Eczacibaşi piştî qala gelek mînakên dîzaynê kir got heta tevgerên polîtîk jî bandorê ji dîzaynê digirin û diyar kir ku hin rêzeçalakiyan wê ber bi Bîenala Dîzaynê biçin. Eczacibaşi wisa got: “Bîenal çalakî ne ku erdnîgariya li ser li dar dikin wê derê pêş dixin, karên pêşeng pêşkêş dikin, digirin bin lêpirsînan û didin fikirandin. Ew nîşan didin ku gelek bersivên ku bidin pirsekê hene, ji aliyekê ve jî di van berisvan de şikek heye. Loma bîneal digel kuratorî pêdivî bi amadehiyeke xurt jî dibînin.”
Eczacibaşi diyar kir ku ew jî bi van pêşçalakiyan ber bi bîenalê ve amadehiyan dikin û wisa dawî li axaftina xwe anî: “Em bi Bîenala Dîzaynê ya Stenbolê pirsên diyarkir û xurt ji bo dîzaynê dikin û didin kirin. Em di sempozyûna îro de pirsa ‘çima dîzayn, çima bîenal?’ dikin û dikin ku pêvajoyeke li ser vê xalê bidin dest pê kirin.”
Sempozyûm di 2 û 3’yê mehê heta êvaran li dar e û bi giştî 29 axifger di sempozyûmê de axaftinên xwe tînin zimin.
Piştî Eczacibaşi di rûniştina yekemîn de pêşî ji Zanîngeha Teknîkê Beşa Mîmarî Ugur Tanyel, ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Beşa Dîroka Hunerê Ali Artun, endamê Rûmetê yê Akademiya Zanistê ya Stenbolê İlhan Tekel, Mîmar û Koleksîyonerê Mobîlyayan Faru Malhan û ji Zanîngeha Teknîkê ya Yildizê beşa Mîmarî Bulent Tanju axifîn.
Ugur Tanyel diyar kir ku hejmara bîenalan li dinyayê zêde dibe pêre nîqaşa li ser xurkirina naverokê zêede nabe û qala Bîenala Vîyanayê ku çawa postmodernîzm afirandiye kir. Tanyel got: “Niha bîenal ew qas ne bandorker in.”
Ali Artug jî qala huner û sanayî kir û bi taybetî li ser pêşketina hunerê ya sedsala 19’an de kir. Artug wisa got: “Di hemû dîroka xwe de huner bi taybetî di sedsala 19’an de bi qasî hemû dîroka xwe derket lûtkeyê. Vê serdemê de hunermend êdî derdikeve asta hêza fîlozofî. Êdî dîtbarî dipişke, rojname dertên, îlan têne weşandin, şano pêşdikeve, fotograf derdikeve, teknîkên çapkirinê pêşdikevin, çapemenî dertê. Ev hemû hunerê xurt dikin û sanayî li vê derê hesûdiyê dikişîne.” Artug diyar kir ku piştî vê yekê xirecira (pevçûna) di navbera huner û sanayiyê de dest pê dike.
Faruk Malhan jî diyar kir ku ji bilî tiştên xwezayê çêkirine hemû tiştê ku mirovan çêkirine di bin berpirsiyariya dîzaynê de ne.
Sempozyûm heta sibê êvarê dê bi rûniştinên cur bi cur bidome.