Vê sibehê parlameterê Iraqê yê ser bi Hevpeymaniya Fraksiyonên Kurdistanî Samî Şoreş ku demek bû ji ber nexweşiya dil rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bû li bajarê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Samî Ebdulfetah Ebdulletîf ku wekî Samî Şoreş tê naskirin, di sala 1950 de li Hewlêrê ji dayîk bûye. Wî, di sala 1973’yan de xwendina xwe li Bexdayê qedand. Ew pêşmergeyê Eylul û Gulanê bû û di sala 1987’an de li ser destê sîxurên rejîm Beasê ve digel desteyek pêşmerge hate jehrkirin. Wî di sala 1992’yan de bawernameya master li Zanîngeha Londonê di warê “Dîroka olî ya Rojhilata Navîn” wergirt.
şoreş, di salên 2004-2006’ê de Wezîrê Kulturê yê Hikumeta Herêma Kurdistanê bû û tevî kurdî zimanên erebî, îngilîzî û tirkî baş dizanî.
Ji PUKmedia'yê hatiye girtin