Cemil Oguz
Helbestvanên kurd Åžêrko Bêkes û Jana Seyda bi helbestên xwe yên kurdî derketin ser dikê.
3'yemîn Festîvala Helbestê ya Navneteweyî ya Beyogluya Stenbolê 'Åžiir Îstanbul' heta 27'ê mehê li dar e. Di çarçoveya festîvalê de duh digel helbestvanê ermen Henrik Edoyan, a ji Suriyê Hala Muhamed, helbestvanên kurd Åžêrko Bêkes û Jana Seyda jî derketin ser dikê û helbestên xwe pêÅŸkêÅŸ kirin.
Yek ji helbestvanên navdar ê kurd Åžêrko Bêkes da zanîn ku Baba Tahirê Uryan yekemîn helbestvanê kurd e û wiha dom kir: "Bi taybetî di serdema Begtiya Baban de sê helbestvanên girîng derketino holê. Ew jî Salimê Kurdî, Nalî û Wefayî ne. PaÅŸê Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran gihîÅŸtine."
Bêkes li ser Ehmedê Xanî jî da zanîn ku ew di asta cîhanê de helbestvanekî girîng e û li ser helbesta kurdî jî wisa got; "Wêjeya klasîk a kurd yek ji girîngtirîn wêjeya Rojhilata Navîn e. Mixabin ji ber ku kurd di bin zordarî de bûn wêjeya wan jî negihîÅŸte asta wêjeya gelên din. Parçebûna Kurdistanê bandor li wêjeya kurdî jî kir."
Helbestvan Bêkes da zanîn ku li BaÅŸûr tu demê kurdî nehate qedexe kirin, wî bi xwe di dibistana kurdî de xwendiye û ev tiÅŸt anîn ziman: "Di dema Sedamê dîktator de jî kurdî nehate qedexekirin. Lê hin kovarên ku propagandaya siyasî dikirin hatin qedexekirin. Li vê parçeyê kurdî her serbest bû, lewma helbesta kurdî baÅŸtir pêÅŸ ket. Di serdema dawî de ez dibînim ku helbesta kurdî ya bi latînî tê nivîsandin pêÅŸketineke baÅŸ nîÅŸan daye."
Gelek kesên kurd ji bilî kurdî bi zimanên serdestan nivîsên xwe dinivîsin. Ev yek her bûye mijara nîqaÅŸê. Li ser vê yekê jî Åžêrko Bêkes wisa fikrê xwe tîne ziman: "Li Tirkiyeyê YaÅŸar Kemal, Ahmet Arif, Yilmaz Guney, li Sûriyê Selim Berekat kurd in lê bi zimanê biyaniyan nivîsandine. Mimkûn e hûn kurd bin lê hûn bi kîjan zimanî binivîsin hûn aîdê pirtûkxaneya wî zimanî ne."
Helbestvan Bêkes qala serdemên helbesta kurdî kir, da zanîn ku helbestvan Ebdullah Goran di nava salên 1900'î de bingeha helbesta modern a kurdî avêt, wî ziman gelek sade kir, ji bo salên 1970'yan jî qala danezana "Rêwingeh" ku Huseyîn Arif, Celal Mîrzakerîm û Åžêrko Bêkes weÅŸandibû kir. Bêkes li ser serdemên dûre hatin jî wisa got: "PiÅŸtî salên 1990'î, di 17 salên di bin banê Neteweyên Yekbûyî de helbesta kurdî bi qasî 50 salan pêÅŸket. PiÅŸtî ku Hikumeta BaÅŸûr hate avakirin jî ev zêdetir pêÅŸ ket. Di salên 1970'yan de du sê helbestvanên jin ên kurd hebûn, niha bi dehan hene. Niha helbesta kurdî ne kêmî helbesta dinyayê ye."
Helbestvanê navdar Åžêrko Bêkes di sala 1940'î de li Silêmanî hatiye dinê. Di sala 1987'an de xelata Tocholski ku ji aliyê PEN'a Swêdê ve tê dayîn girtiye û li baÅŸûr jî Xelata Pîremêrd girtiye. Bêkes di sala 1993'yan de di Hikumeda Federe ya Kurd bû Wezîrê Çandê lê piÅŸtî salekê ji ber nerazîbûna wî ya li hemberî kiryarên hikumetê ji kar îstîfa kir. Bi helbestên xwe Bêkes di nav kurdan xwedî ciheke girîng e, lê piÅŸtî ku wî xwest soranî bibe zimanê fermî yê hikumetê li hemberî wî nerazîbûn çêbûn û ew hezkirina hinekî veguherî.
Åžêrko Bêkes tevî 53 rewÅŸenbîrî nameyeke di rojnameya Hemwelatî de weÅŸand û xwest soraniya Silêmanî bibe zimanê fermî yê Parlemena Federe a Kurd.