Cîhan Roj
Nivîsek Fêrgîn Melîk Aykoç bi navê “Ji Serhedê Qelemeke Nû” di rojnameya Azadiya Welat de (21.10.2010) hate weşandin. Nivîs ji bo danasîna romana Yûsif Bîlgîç e. Lê di nivîsê de beşek heye ku tu eleqeya wê bi romana Yûsîf Bîlgîç re nîn e; kek Fêrgîn xwestiye di der barê xwe de hin agahiyan bide xwendevanan. Ev jî ne problem e; lewre, ger rast bin, hewcedarî pê heye ku xwendevan hay ji hin agahiyan hebin. Ji bo hin agahiyên ku wî dane lêkolîn divê. (Ji herêma Serhedê çi wext kîjan nivîskar derketin û zimanê wan nivîskaran zimaneke çawa ye..)
Ji ber ku di heman demê de em Fêrgîn Melîk Aykoç wekî zimanzan jî dinasin hin tespîtên wî û nêzîktêdayînên wî bi min ecêb hatin. Ne tenê kek Aykoç, wekî adet di qada wêjeyê de gelek kes dikarin bi rehetî hikum bidin û tespîtan bikin. Beşa navborî ev e:
“ÇIMA QELEMEKE NÛ?
Gelek baş tê zanîn ku çîroka romana kurdî li Serhedê bi romana “Şivanê Kurmancan” ya ji qelema gorbihuşt Erebê Şemo derketî, destpêkiribû. Ji wir derbasê kumanciya Başûr bûbû. Bi “Peşmêrge” ya Rahîmê Qazî û “Jana Gel” ya Îbrahîm Ehmed rêya xwe domand. Li pey wan, cardin xwe gihandibû Serhedê, di encamê de gihîşt binê xetê û deşta Mêrdînê û Behdînan.
Demeke dirêj kurdên Kafkasyayê ne tê de; ji Serhedê kêm nivîsên wêjeyî xuya kirin. Tenê di dawiya salên 80’yî de romanên min yên bi navê “Mamostê Zinaran” û “Dîlên li ber Pûkê” li pey jî çîrokên Fewzî Ozmen yên bi navê “Siyên Şikestî” derketin. Di van salên dawî de romanên Mir Qasimlo yên di bandora devoka Serhedê de jî mirov dibîne. Mirov nikane romanên Z. Han û Roj di nava zimanê Serhedê de bibîne, lew re zimanê wan hinek mekanîk û di nava devokan de wenda ye.. “
Heger ji “Roj” mebest ez bim ne ez bim jî ne xem e lewre mebesta min ne polemîk in hew dixwazim der barê hevoka wî ya dawî de nêrînên xwe der bibim; ew hevok gelek muhîm e ku derbirîna mekanîk di xwe de dihewîne. A din jî ji nivîsa wî xuya ye ku ew, romanên bi devokekê hatibin nivîsîn wekî serkeftinekê nîşan dide. Dîsa ez nizanim bê ji bo çi bi herêma Serhedê re bi tenê navên çend nivîskarên Gimgimî bi bîra kek Fêrgîn hatiye. Ev giş li dera ha, em çend gotinan di der barê “zimanê mekanîk” de der bibin.
Ne hewceyê şîroveyên dûvdirêj û analîzan e, “..hinek mekanîk” û “di nava hevokan de wenda ye” du diyardeyên cuda ne ku hîç li hev nakin. Heger em bêjin mekanîk e wê çaxê ne mimkûn e ku di nav devokan de winda be lewre devokên din zimanek mekanîk nikarin vehewînin. Ev yek. A din jî ev e; em ê bi çi çavî û nêzîktêdayînê li rewşa “di nav devokan de wenda bûn”ê de binihêrin? Ev tiştek erênî ye an neyînî ye? Ez erênî lê dinihêrim û bi hewlên zimanek standart ve girê didim. Heger ku nivîskarek kurd karibe di berhemên xwe de devokan di nav hev de winda bike, devokan bi hev bide hezimkirin ev ne xeletî ye. Wekî agahiyek piçûk, ez jî mîna kek Fêrgîn Gimgimî me. Lê ez deh salan jî li Mêrdînê mam. Di nivîsîna berhemên edebî de zorê nadim xwe, zimanê me bi tevî devokên xwe bi çi awayî di rih û mejiyê min de cî dabe xwe bi wî awayî der dibim.
Meseleya zimanê mekanîk gotinên hin kesan bi bîr tîne ku wan jî digot, kurdiya akademîk. Xuya ye ku hê jî haya me ji zimanê me nîn e (ne ji alî gramerê ve dibêjim) lewre ger hay me ji zimanê me hebûya meyê bizanibiya zimanê me rê nade hin hewlan. Mîsal, hûn çiqas hewl bidin jî hûnê nikaribin di kurdî de zimanek mekanîk bi gewde bikin. Ev meseleyek din e ku însan dikare bi berfirehî bigengêşe.
Wexta mebest ziman be hûnê karibin têgeha mekanîk bi van her du wateyan bikarbînin: Yek, bi wateya, tiştên bi dest û bi makîneyan çêkirî. Didu, tişta ku bêyî bê fikirîn hatibe çêkirin. Ya sisêyan jî ew e ku hûn ê peyva mekanîk bi wê wateyê der bibin ku berhemek an jî zimanek bê rih e, ziwa ye. Xuya ye ku mebesta kek Fêrgîn ne ew bû ye. Lewre li ser esasê devokan derbiriye. Wexta zimanek bê bikaranîn ne mimkûn e ku fikir jî tê de tune be. Wê çaxê ma wateya yekem ku tiştên bi dest hatî çêkirin.
De baş e. Bêtir piştî salên nodî medyaya kurd û gelek nivîskarên kurd li Bakur meseleya zimanê standart ji xwe re kirin xem. Ev jî ji armancên sereke jê yek bû. Ne hewce ye ku ez bi bîr bixim bê zimanek standart çawa bi gewde dibe. Dîsa bi bîr dixim ku ev ziman tiştên bi dest hatî çêkirin venahewîne.
Heger mebest û nîyeta kek Fêrgîn ew mebest be ku xwestiye ji bo xwe bêje min derfetên ziman û rengên ziman yên devoka Serhedê tevlî berhemên xwe kiriye ev tiştek din e û erênî ye. Wê çaxê jî wê mafê wî tunebûya bigota zimanê filankesî hinek mekanîk e. Helbet wê rexneyên xwe derbibira lê dor dihat xwendevanan ku jê bipirsiyana, ka referansên te? Ka delîlên te?
Helbet ger mebest derfetên devokan be ez jî ne bi qasî kek Fêrgîn be jî hay ji derfetên devoka Serhedê heme. Bi qasî derfetan dîsa haydar im bê bandora asîmîlasyonê çiqas li ser devoka Serhedê heye. Ev giş rastiyên zimanê me ne.
Lê bila tu kes êdî ne li bendê be ku hemî nivîskar bi heman şêweyî berheman der bibin. Meseleya şêweyê û awayê derbirînê meseleyek cuda ye. Her nivîskar di heman demê de reng û dengekî ye, awayek cuda ye. Heger mebest bikaranîna ziman be min her hewes kir ku ez xwe li zîzbûn û melodîkbûn û halê meyandî yê bêwijî yê devoka Serhedê bigirim. Di heman demê de sivikbûn, xwerûbûn û aktîfbûna devoka Botan jî her ji hewesa min bû. Min a xwe bi cî anî, na, ne li gorî dilê min e, xwezî min li gorî dilê xwe karibûya bi cî bianiya. Heger rojek, nivîskarek kurd karibe derfetên hemî devok û parçeyan di berhema xwe de birêse ê wê rojê ew berhem bibe şahê berheman.