Cenazeyê Goldaþ hate definkirin
Stenbol
Cenazeya nivîskarê kurd Îsmaîl Goldaþê bi beþdariya girseyeke mezin li Goristana Kavakli ya Beylîkduziya Stenbolê hate definkirin.
Lêkolîvan û nivîskar Îsmaîl Goldaþ ku duh jiyana xwe ji dest dabû îro bi beþdariya mebûsê BDP'ê Ozdal Uçar, endamê Meclisa Partiyê ya BDP'ê Kemal Pekoz, Hevserokê BDP'a Stenbolê Mustafa Avci û Çigdem Kiliçgun Uçar, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan, rêveberên enstîtuyê, rêveberên Kurt-Kavê, Seroka Weqfa Baþakê Þahannim Kanat, xwediyê Weþanê Avesta Abdullah Keskin, xwediyê Weþanên Pêrî Ahmet Onal, xwediyê Weþanên Nûbiharê Suleyman Çevik, xwediyê Weþanên Algi Veli Buyukþahin, Xwediyê Yaþam Radyoyê Îbrahîm Gurbuz, zimanzan Zana Farqînî, nivîskar Mulazim Ozcan, Salih Sezgin, Fehim Iþik, rojnameger Cemil Oguz, Ramazan Pekoz, siyasetmedarên kurd Aynur Gurbuz, Filiz Oguz, Ferhat Yegîn, Mehmet Tekin, ji melayên kurd Celalettin Yoyler û girseyeke mezin beþdarî mesarima definkirina cenazeyê bû.
Cenazeya Goldaþ birin Mizgefta Fatih Sultan Mehmet a li Beylikduzu, li esirkî nimêja cenazeyê kirin û cenaze birin li Goristana Kavakli defin kirin.
Li ser goristanê hevalên Goldaþ li ser wî axivîn. Jina Golda Betul Goldaþ û zarokên wî Bora û Zîlan Goldaþ ku di nav xemgîniyeke mezin de bûn, nas û dost û hevalên Goldaþ ew bi tenê nehiþtin û êþa wan par ve kir.
***
Nûçeya eleqedar: